Konê Reş Ji mêj ve, min Mihemed Elî Şakir wek helbestvan, awazjen û hunermend nas dikir.. Nexasim bi gotinên strana (Zeynebê û Rêwiyo), yên ku birayê wî hunermend Mehmûd Ezîz Şakir kiribûn stran û digotin.. Mihemed Elî Şakir yê ku ji sala 1968an de dest bi hunandina helbestê û awazjeniyê kiriye, ji 100î 90 ji stranên birayê wî Muhmûd Ezîz ji gotin û awazên wî ne.. Wî dor 265 helbest nivîsandine û bi awazjen kirine.. weha jî min ew wek hunermendekî wênekêşiyê jî di rêka tabloya wî (Bêrîvanê) de nas dikir..
Sal derbas dibûn û dostaniya me dirêj dikir.. Di roja 20.6.2018an
de, li ser daxwaza wî û min, ez ji Qamişlo çûm Serê Kaniyê serdana mala
wî û me rojeke xweş digel hev û Hemo Biro (Bavê Şivan) û Mihemed Cezaa
(Bavê Boşkîn) derbas kir.. Wan ez li Serê Kaniya dêrîn gerandim; me li
çayxaneya Ehmekan çayê vexwar.. û wan ji min re qal û behsa herdu
şûnwarên dîrokî li Serê Kaniyê: (Til Helef û Fixêriyê) kirin.. Û herwiha
ji min re qal û behsa Îbrahîm Paşayê Millî û malbata wî kirin..
Di
wê serdanê de, Mihemed Elî Şakir ji min re rewşa xwe ya tenêtiyê anî
ziman û wiha got: (Birayê Kon! Zarok û neviyên min ji hev belawela
bûne.. Têlên tembûra min qetya ne.. Pisîkek min hebû, navê wî (Cerdo
lawê Qirnikê) bû, ez gelekî lê miqatebûm; min şeh dikir, xwarin didayê..
Sebra min pê dihat.. Ew jî, ji min xeyidî û nebedî bû.. Niha ez û
kebaniya xwe û gul û çîçekên hewşa xwe bi hev re dijîn..).
Di roja
2.8.2019an de dema ku ew û hunermendê Kurd (Reşîd Sofî), ji rex
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê ve, li Qamişlo hatin
xelat kirin, min herdu bi gotineke xweş pîroz kirin. Û wiha dostaniya me
dirêj kir.. Di wê navê re wî ev herdu helbestên min: (Heyva Gulanê û
Qamişlo Bo Te Silav), bi awazjeniya xwe kirin du stranên xweş.
Sed
mixabin ku mamoste Mihemed Elî Şakir di roja 24.9.2020an de li bajarê
Amûdê koça dawî kir.. Bi koçkirina wî re stêreke geş di warê helbesta
stranî û awazjeniyê de, di asmanê Kurdistanê de rijiya.. Xwedê wî bi
dilovaniya xwe şad bike.
Heyva Gulanê
Gulê Gulê! Hat Gulan
Xak xemilî ji rengan
Çûk difirin li asman
Seyran xweşe li waran
Şanê, Xanê, Zozanê!
Heyva me a Gulanê
Bikin kêf û dîlanê
Salê careke Canê
Xecê, Xecê! Gulan hat
Siyabendo! Roj hilat
Salek çû û yek nû hat
Bihar xweşe li welat.
Huner, Nesrîn û Wanê!
Bîst û Şeşê Gulanê
Ji bo man û nemanê
Hat Şoreşa Gulanê.
Qamişlo Bo Te Silav
Qamişlo bo te, silav û silav
Mala silavê, li te be silav
Bibare aştî, biratî bijî
Qamişlo bijî, her bijî bijî
Nisêbîn û Tor, raserî te ne
Amûd û Dêrik, du baskên te ne
Qamişlo bû te, silav û silav
Mala silavê, li te be silav
Qamişlo canê, bûka dîlanê
Bûka Cizîrê, navenda danê
Navenda zevî, ceh genim û nok
Demsalên te çar, pey hev wek zîzok
Qamişlo bo te, silav û silav
Mala silavê, li te be silav
Zivistanî sar, serma te xedar
Havînên te gerim, xwêdan tête xwar
Payîzî bi toz, bi ba ecacok
Buharên te xweş, mîna bihiştok
Qamişlo bo te, silav û silav
Mala silavê, li te be silav.