Dr.phil.Ebdilmecît ŞêxoDi hejmara (20) ê de ev gotarên jêrîn bi pênûsên cuda hatine weşandin: 1-(Peymana Îswîçyan),gotarnivîs ne diyar e,lê bi texmîna me,ew sernivîser bi xwe ye. 2-(Ji min ve tiştên dinyayê).Lawikê Tiloyî .3-(kes gereke winda nebe).Sibhiyê Diyarbekirî.4-(çend gazind)Osman Sebrî.5-(jin û mêr û çîroka marekî Fêris )Silêmanê Ferho.6-(dîroka jîna Napliyon.xelek 4),Osman Sebrî.7-(zaravayê Cizîrê), bi texmîna me dîsan sernivîser e.8- (Êzdî û ola wan,xelek.2)Osman Sebrî.9-(Yên ko xelas bûne),Smaînê Serhedî.Em li jêr wek nimûne naverokên çend gotaran ji hejmarên jorîn bi kurtî li pêş xwendevan û lêkolîneran rêdixin.
Di peymana Îswîçyan de gotarnivîs dinivîse:ji Seydayê me ê mezin
Cegerxwînê dilbixwîn re û ew di wir de ji Cegerxwîn hêvî dike ko vê
peymanê têxe nezma xwe (helbesta xwe) a xurt û şêrîn. Gotarnivîs di
vir de dibêje:Îswîç dewleteke Ewropayî ye û dewleteke biçûk e,lê ew di
nav dewletine mezin de wek Franasa ,Almaniya û Talyayê de dewleteke
biserxwe ye..,heta sala 1291 ê xelkê Îswîçê ji hev belav bû û ew li 22
Kantonan lêk vedibûn,ew 22 eşîr,wek eşîrên me,li Kurdistanê, mêr û
şerûdî ne,ew ji hev belav bûne û ew hero diketin bin nîrê dewleteke
din.Lê di Tabaxa sala 1291 ê de serekên wan(Îsvîçiyan)her(hemu)22 eşîr
gihane hev,destên hev girtin,sond xwarin ko mezinahiya tukesî di ser
xwe re qebûl nekin û ew bi xwe bibin mezinên xwe û ew serbixwe
bin.Celadet Bedirxan hîn ji Cegerxwîn û gelê xwe re dibêje:Em jî
dixwazin bibin miletekî yekbûyî,em dixwazin aza bibin û li şûna ko em di
hêsiriyê de bijîn,mirin ji me re çêtir e. Gotarnivîs bi xwe hin
caran helbest jî nivisîne,lê ew baş zane ko Seydayê mezin Cegerxwîn di
tevnekirina helbestan de pisporekî astebilind e,ew kane hundirên peyvên
xwe pir bi germî û bi wêneyên balkêş derbibire û tovên ramanên xwe yên
netewî bi hostatî di giyanên xwendevanên xwe de biçîne,lewra jî ew vê
kurtegotarê arastî Seydayê Cegeerxwîn dike.
Lê lawikê Tiloyî di
mijara (ji min ve tiştên dinyayê) de dibêje:1-Meriv ji bo du tiştan
hatiye dinyayê,yek jê şeref û namûs e,ê didowan malê dinyayê ye,yê ko li
şeref û namûsê bigere, gereke pir ji malê dinyayê hez neke,çiko namûs û
malê dinyayê neyarên hev in û ê ko ji malê dinyayê pir hez dike, ew pir
bala xwe nede şeref û namûsê .2- Dan û standin bi merivê ehmeq re
meke.3-Pirsê ji yekî meke ko ew pirs ji aqilê wî mestir be.4-Tu caran
derewan meke,heke derew ji Zîv bin,rastî ji Almas e.5-Siyaset ne derew
e,6-Ger tu zane û gihîştî bî,kar û tevgera xwe mede destê jina xwe û
herweha Lawikê Tiloyî çend şîretên din jî dide xwendevanên xwe. Di
vir de gelek şîretên watedar û sudar henin wek nimûne:1-Dan û standin
bi merivê ehmaq re meke.2-Heke derew ji zîv bin,rastî ji Almas e. Lê
em di vir de û li gor zanista civakî nikanin hemû şîretên nivîskarê
gotarê bipejrînin,wek mînak:(Ger tu zane û gihîştî bî,kar û tevgera xwe
mede destê jina xwe).Lê eger gotarnivîs weha gotibûya dê rastir û
nêrîneke zanistî bûya. (Ger tu zane û gihîştî bî,kar û tevgera xwe mede
destê JINA XWE YA NEZAN.(Hej.20). Lê dîsan di vê hejmarê de Sibhiyê
Diyarbekrî di bin vê navnîşanê de (Kes gerege wenda nebe) kurtegotarekê
diweşîne;ew di vir de dibêje:Min ev bend ji bo hemî Kurdan
nivîsandiye,ji boyî her kesê ko dibêje: Ez Kurd im,çi biçûk û çi
mezin,çi jin û çi mêr û nemaze ez gotinên xwe berpêşî çavên zana û
miletperewer û xebatkarên Kurdîtiyê dikim . Ev çend sedsal in
miletê Kurd di vê paşvemayînê de ye û li pey xelkê sekinîye,sebeba xwe
ne ji bextreşiyê ye û ne jî ji çepgera çerxa felekê ye, herwekî Seydayê
me Cegerxwîn carina dibêje:Lê belê sebeba xwe nezanî ye û bêbextiya me
Kurdan ji hev û du re ye,em di vê bindestiya xelkê de hêştin, qisor jî
ev e ko em xwe nalivînin, lê dawiyê gotarnivîs metheloka Erebê bi bîra
xwendevanên gotara xwe tîne û ew dinivîse:(Dem şûrek e,heke te ew nebirî
,ewê te bibire). Vaye em wek xwendevan û lêkolîner dibînin; çawa
kovara (Ronahî)bi peyv û nêrînên gotarnivîsên xwe rewş û bindestiya gelê
Kurd dide ber çavên miletê xwe,rêya têkoşînê û azadiyê jî bi zelalî
şanî miletê Kurdistanê dike.
Lê vê carê û di vê hejmarê de
Osmsan Sebrî mijarek dirêj di bin navnîşana (çend gazind) dinivîsîne û
bi kurtasî ew dibêje:Îro bûne çarde sal ko zimanê me bi tîpine
xweser têye nivîsîn û ala vê tevgera çak û berxudar cara pêşîn di
rûpelên kovara(Hawarê)da bi destê xwediyê wê hate hildan. Van tîpên
xweser zimanê me di tenganiyê ko tê da bû,biderxist,lê tevî vê yekê ez
dinêrim hinek ji Kurdên xwenda,nemaze gelparêzên wan,hemû nivisînên wan
bi zimanê Erebî ne,bi ya min be, ew şermeke mezin e. Bi rastî Osman
Sebrî tiliyê xwe daniye ser birîneke dev vekirî di govdê çanda Kurdî de,
lê di serdema me de û nemaze di dehsalên dawî de çand û pir weşanên
Kurdî bi zimanê dayikê li Kurdistanê û li dervayî welêt derketine û hîn
jî têtin weşandin,lê gelek mixabin hîn bi sedan jî rojnamevan û
nivîskar û siyasetmedarên me bi zimanên biyaniyan dinivisînin û ev
diyardeya nih jî li nik pir lêkolîneran cihê gengeşiyê ye. Dîsan di
vir de gotarek dirêj di bin navnîşana(zarav-1- zaravayê Cizîrê) bê
destnîşankirina nivîsevanê wê hatiye weşandin,lê bi texmîna me Celadet
Bedirxan xwediyê vê gotarê ye û ew di vir de dibêje:Ziman bi gelemperî
bi zaran lêk vedibin (pêktên),ev zar carina ji hev gelekî bi ferq in,lê
ew zarên yek zimanî ne,wek zarên zimanê me û hîn dibêje: Di zimanê me de
sê zarên bingehîn hene1-Zarê Kurdmancî.2-Zarê Dumilî 3-Zarê Soranî û
ferqa van zaravan ne ew çend mezin e û piştî vê dabeşkirina zimanê
Kurdî li ser wan zaravên sereke, gotarnivîs hevdîtinên xwe bi hin
kesayetiyên navmezin re li Cezîrê bi bîr tîne û şêweyên zaravokên wê
herêmê bi xwendevanên kovarê dide nasîn. Lê Osman Sebrî jî di vir de
xeleka duhem li ser Êzîdî (Ezdahî) û ola wan berdewam dike û ew bi
kurtasî gotara xwe li ser van navnîşanokan dabeş dike 1-Şêx .2-Pîr
.3-Feqîr. 4-Koçek .5-Mîr weha dinivîse:Şêxên Êzdîyan xwe kurên Şêx
Hadî dizanin,mezinatiya ola Êzîdiyan di destên wan de ye,riya
bawerî,nimêj û rojî ji Şêxan tên hînkirin . 2-Pîr:Di ola Êzdiyan
de piştî Şêxan, Pîr tên ,Pîr di reha binatî da ji malbeta Şêxan
in,yanê ji kurên Şêx Hadî ne,lê di parvekirina kar û xebatên olê de
hinek Şêx û hinek jî pîr hatine nasîn,herçî pîr in,ew di bin destên
Şêxan da ne û di nav xelkê da arîkar û şûngirtê Şêx tên zanîn û Pîrek
divê keça Pîrekî bixwaze.3-Feqîr:piştî Pîr Feqîr tê,lê Feqîrîtî wek
Şêxitî û Pîrîtiyê ji bavê nagehê kur,her Mirîdê ko di ber destê Şêx
de xizmetê ola Êzîdê bike, ew dibe Feqîr,karê Feqîran di nav Êzdîyan
(Ezdahîyan ) da bigerin û derheqê ola wan de şîretan li wan dikin. 4-Koçek:Koçekitî
ji Şêx,Pîr,Feqîr û Murîdan e,kîjan ji wan bibe xweyî keramet,ew dikare
haya îxtiyariyê mergehê bike;gava ji îxtiyarîyê re bide xûyakirin ko ew
xweyî keramet e,hîngê ew dibe Koçek û eger çiqas karê Koçek di nav
Êzîdiyan de hindik e jî,lê qedra wî gelekî mezin e,karê Koçekan hergav
ji pêşendeyê,(berî hertiştî ) nûçeyan didin û nexwaşan bi lavijan xweş
dikin,yan bi axa avahîyeke miqedes, teberikê salixî nexwaşan bidin û li
hemer wan lavijan an salixana teberkê sedeqeyekê digrin . 5-Mîr:Mîr mezinê hemû Êzdiyan e,her Êzdî salê tiştekî dide Mîr . Lê Osman Sebrî dûmahîka gotara xwe di hejmara(21)ê de dîsan berdewam dike
û ew li jêr navnîşana (Eşîrên Êzîdiyan) weha bi xwendevanên gotara xwe
dide nasîn û ew dinivîse:Eşîrên Êzdiyan wek eşîrên Kurdan yên mayî,
heyîn û yekîtiya xwe neparastine.Osman Sebrî di vir de navên van çend
êşîran bi xwendevanên kovarê dide nasîn û ew dibêje:Navên eşîrên Êrdima
Şêxan ev in:1-Hekarî,2–Xetarî,3-Mamûsî,4-Tîrkan,5-Qaîdî
Domilî,6-Hiraqî,7-Xiskan,8-Şariyan,9-Şêx
Xidirî,9-Sînan,1o-Dinayî,11-Başîtî û hwd,lê ji van eşîrên jorîn eşîra
Hekarî tenê di rewşa eşîrtiyê de maye û tevaya vê eşîrê hezar û sed mal
in. Herweha jî di vê hejmarê de; Nêrevan û bi texmîna me ew dîsan
(Celadet Bedirxan) bi xwe ye,gotarekê di bin navnîşana (tiştên ko di
Libnanê de çêbûne)diweşîne û di wir de hin agahiyên giring dide
xwendevanê xwe; ew dibêje:Di destura Libnanê de madeyin hebûn ko li gora
hikumeta Libnanê ew made û îstîqlal bi hev ne diketin.Li Çiriyapaşîn
hikumeta Libnanê ji bo edlandina wan madan, pêşniyarek qedimande
perlemanê,lê li ser vê yekê civata Firansizan ya azahiyê rabû beyanamek
belav kir û ewê di wir de daye zanîn ko Libnan destura xwe bi tena xwe
nikane bighurîne ji ber ku ew destûr hukumeta Libnanê û Firansa bi hev
re çêkirine,ji lewra ji edlandina wê re, raya Firansê jî divêt û li
dawiyê nelihevhatinên mezin di navbera Libnanê û Firansa de çêbûn. Di
hejmara(22)an de gotarên jêrîn cihên xwe girtine1-Di vî şerî de
(xebata jinên Sovyetistanê)sernivîsser.2-Dîroka jîna Napliyon(6),(Osman
Sebrî).3- Çîn û tarîxa medeniyeta wê(Dr.Lyonêl Caylez).4-Nêçîreke pilingan(Dilawer Çarpîne). Evdilrehman
Siltanov sekretêrê sefareta Sovyetistanê li Misirê ji kovareke Misrî
re qala xebata jinên welatên Sovyetistanê kiriye û gotiye:Jinên
Sovyetistanê di vî şerî de(şerê cîhanê yê duhem) zor xebat dikirin,kovar
û rojname hero qala qehremaniya jinên Sovyetistanê dikin. Osman
Sebrî di vê hejmarê de jî, xeleka (6) ê ji dîroka Napliyon û di bin hin
navnîşanên şaxî de1-(vegera Korsikayê),2-(berdana Korîskê),3-(malbeta
Bonabart li Firanseyê ) dinivîse. Lê di vê hejmarê de jî gotarek pir
dirêj li ser komara( Çînê)bi pênûsa Dr. Yonêl Çaylez bi wergera
pênûseke nenas hatiye weşandin, lê pir gengaz e jî ku ev gotara dîsan
ji aliyê sernivîserê kovarê hatibe wergerandin. Ew dinivîse:Li gora
tarîxê;Çînî îro ji 4000 salî bêtir hene ,dibêjin ko Çînî ji cihine
din yên Asyayê, ji Rojava yan ji merkezê hatine welatê ko îro tê de
ne,lê ji vê nirînê re tu delîl û belge nînin.Di pêşiyê de Çînî bi tenê
bi cotkariyê mijûl dibûn, di pişt re ewan dest avêtine fen û
zanistiyê;wek çêkirina porsalanê,çêkirina dermanan ji giya.Bi rastî
Yonêl Çaylez gotara xwe bi gelek zanîn û agahiyên civakî,dîrokî û di pir
warên din de dewlemend kiriye û ev gotar jî mîna pir berhemên din di
(Ronahîyê )de gelek balkêş û watedar e . Dûmahîk heye Efrîn ,19.11.2023
|