Di êvara roja Žemiyê / 4 / 11 / 2023an de Rêxistina Helebê ya "Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê" hevdîtinek rêzanî li Parêzgeha Helebê - Taxa Žêx meqsûd li darxist.
Di hevdîtinê de hejmarek ji partiyên siyasî û komeleyên rewženbîrî , civakî û xizmetgûzarî , herwiha hejmarek ji kesayetiyên welatparêz û nižtimanperwer beždar bûn.
Di destpêkê de heval Hižmend Žêxo Endamê Komîta Navendî ya partiya me xêrhatina žandên partiyên siyasî , kesayetiyên welatparêz û tevahî beždaran kir. Hevdîtinê bi xulekek bêdeng li ser giyanê mamoste Ebdilhemîd Derwîž û hemû Pakrewanên Kurdistan û Sûriyê dest bi karê xwe kir ,
û pižtre mamoste Ehmed Silêman Endamê desteya rêvebir di nivîsgeha
rêzanî ya partiya me de dest bi rêvebirina wê hevdîtinê kir û bi
dirêjahî li rewža Sûrî û rewža kurdî žirove kir û li ser rawestiya ,
herwiha daxwaz kir ku hêzên siyasî yên Sûrî bi rola xwe rabin û
lêgerînên pêwîst bikin da ku bighên diyalogek Sûrî - Sûrî ji ber ku
asoyên çareseriyê yên navdewletî hatiye xetimandin bi sedema tunebûna tu
lihevkirineke navdewletî di derbarê çareseriya qeyrana Sûrî de , û
herwiha balkižand ser rola neyênî yên hêzên herêmî û destwerdanên wan di
mijara Sûrî de.
Di dawiyê de hevalê Ehmed bersiva pirsên beždaran kir û heval Hižmend Žêxo spasiya beždaran kir û hevdîtin bi dawî kir.
5 / 11 / 2023 Z - 2635 K
Rêxistina Helebê ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê