Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo
Gotar di (Ronahî) ,hejmarên (15,16.17) ê de 1-(Dawiya sefer û Împeratoriyeyê),xwediyê kovara Ronahiyê.2-(500000 Firansiz)nivîskar ne diyar e.3-(Veger bi baskekî şewitî),Silêmanê Ferho. 4-(Cindiyê Japanî),Dilawer Çarpîne.5-(Reşbelek ji xwendevanê me ê bercot ),Erefat.6-(Amediyê û sûlav ) S.Reşîd Amedî .7-(Mînerv ) Roja . 8-(Qewetên keleha Ewropayê),Hesenê Mistê .(Hejmar 15).
Lê di hejmara (16) an de hinek ji wan ev in:1- (yên ko dizanin)2-
(Qanon û adetên zewacê),Qedrî Ferman .3 -(Beraz û Berazî),Osman Sebrî.4
-(Dîroka jîna Napoliyon),Osman Sebrî.5 -Cejna Kurdan ji taca
Îngilêstanê re (Hesen Şiyar).6-Bi qeflêre li ser riya Mûrmanskê ,(
Xelîlê Kenco ),7-(leklêrk û Firansa şervanî ),Ronahî .8-(Girtiyê keleha
Ewropayê ),nivîskar ne diyar e.
Di hejmara 17 an
de 1-(Yohenes Gutênbêrg (1400-1468),Herekol Ezîzan.2-(Nêçîr, nêçîra
Hirçan ,nêçîra keftaran ,nêçîra koviyan , nêçîra roviyan , nêçîra
kêveroşkan , nêçîra masiyan , nêçîra kewan ) Osman Sebrî .3-(Eşîra
Zirikan )Hesen Hişyar.4-(Şêxê Berazan çawa firandin ?) nivîskar ne diyar
e. 5-(Girava jinan û girava mêran )Evdilezîz Metwar.6-(Dîroka jîna
Napliyon),Osman Sebrî. 7-(Bi ser kelehê de girtin û pê li pira wê
kirinê) Ronahî .8-(Rê ji ber winda ),M.Beşîr Hesenî . Emê li jêr li hin mijarên jor vegerin û bi kurtasî hewil bidin; kanî kê çi nivisiye? Em
hemû dizanin şerê cîhanê yê duhem di navberên van salan (1939-1945) de
bûye,gelek dewletên mezin di vî şerî de li ser du eniyên hevdij hevpar
bûn1- Hêzên dewletên hevbend .2- Dewletên navbendî,lê ev şerê mezin
bi hêrişa Almanan li ser Poloniya di sala 1939n de dest pê kirîye. Lewra
jî xwediyê (Ronahiyê) Celadet Bedirxan di gotara xwe ya bi navnîşana
(Dawiya sefer û Împeratoriyê) de dinivîse:Şerê Ewropayê li (1) Îlona
sala 1939 an de di zikê Ewropayê de dest pê kir û welê dixuye ko
mezeferên vî şerî ên pêşîn li Efrîqayê di erdekî ji Ewropayê 50
kîlomêtrî dûr de,dê winda bikin û ji xwe winda kirin. Li 8 Gulanê
danezanên hevalbendan daye zanîn ko eskerên hevalbendan
(Îngilîzî,Firansiz,Emêrîkanî ketine bajarên Tunisê û Pîzêrtê,Talyan û
Elemanan ji ber baz dane;hin hêsîr bûne, ên mayîn kişiyane nîvgirava
Bonê; bi vê zefera mezin sefera Efrîkayê ya ko ji sê salan de dom
dike gihaştiyê dawiyê,peravên Efrîka Bakur û peravên behra spî yên
nîvro;ji Swêsê heta bi Cebel Tariqê,tevde ketine destên Îngilîz û
hevalbendan û Behra Spî bû golek ji xwînê. Celadet Bedirxan hîn
pêvajoka şerê cîhanî bi hûrgilî şirove dike û xwendevanên kovara xwe
bi zelalî agahdar dike . Lê Dîlawerê Çarpîne di gotara (Cindiyê
Japonî ) de dibêje: Li cem me li Kurdistanê cindiyê Botan heye û bi
mirina xwe bi nav û deng e û jê re mirina Botanî dibêjin,lê emê îro
qala cindîyekî din û mirina wî bikin, diyaneta japonan diyaneteke ecêb
e,li nik japonan Mîkado yanê Împiratorê wan di yek wextê de xwedayê
wan e jî,ji bona wî dijîn ,ji bona wî û bi emirê wî dimrin.Nivîskarê
gotarê li ser zimanê kapîtanekî Emrîkî dinivîse: Japanî çiqas bikevin
tengiyê jî ,teslîm nabin,gelek caran gava cih li wan pir teng
dibe,destên xwe radikin yan destmaline spî li ba dikin,lê ji vê
mexsedê dîsan ne teslîmbûn e, ew pê neyarên xwe dixapînin. Dîlawer
Çarpîne hîn li ser zimanê kepîtanê Emêrîkî berdewam dike û dinivîse: Di
27 Şibatê de deh japanî li me qelibîn, gava me çav bi wan kir,em li
erdê pehn bûn, beriya wan, me dest bi agirkirinê kir, bi japoniyan re
tifingine timatîk hebûn,japaniyan xwe dane ber daran û li me vegerandin û
her bi vî awayî berpirsiyrê Emêrîkî pesnê leşkerên japaniyan dide. Lê Qedrî Ferman dixwaze di gotara xwe( Qanon û adetên zewacê) de li nik hin miletên biyanî bide nasîn, ew weha dinivîse : 1-Li
welatê Eskîmoyê de heke mêr li jina xwe xist,jinik dikare telaqê
bixwaze,heke jinikê deng ne kir, diya jinikê dikare keça xwe ji
mêrik bide berdan . 2- Li Çînê; heke mêrik li jina xwe xist, li gora adetê,mirovên jinikê li pêş mirovên mêrik ve heyşî çovî li wî didin . 3-
Li nik Hindiyên sor yên Emêrîkî; herçî zarokê ko ji diya xwe li şûn
ko bi serî ve bê, bi lingan ve hat,wî dikujin ji wan ve, ew zarok
çîft e. 4-Xelkê Romaniyayê gelek caran li hêviya roja dewatê namînin û beriya wê bi heftekê zave bûkê direvîne . Wêjevan
û siyasetmedarê nasdar Osman Sebrî li ser jiyana Napoliyon Ponapert
dinivîse:Ez dibêjim tu xwendevan nînin ko navê Napoliyon ne bihîstine,lê
gelek ji wan dîroka jîna vî serdarê mezin bi zarê Kurmancî
nexwendine ji ber ku û xasima ji gelparêzan re şîretnameyeke mezin
e.Osman Sebrî çend bendan(xelekan)li ser N.Ponapert diweşîne,ew
dibêje:Min ji dîroka N.Ponapert gelek sud dîtine û ewî ramanên nû
êxistine serê min. Dîroknivîsên hemû miletan der heqê N. Ponapert
gelek tişt nivîsandine, ji van dîroknivîsan her yekî Napoliyon bi awakî
daye nasîn,bi çavên hinekan,ew dêwekî welê zorbaz bûye ko textên Şah û
Padîşrhan hilweşandiye û bi milyonan mêr dane kuştin … ,lê bi çavên
hinekan, ew Melekek ji Melekên xwedê bû; ji bo ko Firansizan ji bela
serxwebûnê bifilîtîne hatibû şandin.O.Sebrî hîn dibêje:Li dawiyê
gotinên li ser Napliyon hatine kirin nabin yek. Lê Xelîl Genco di
gotara xwe ya bi navnîşana(Bi qeflêrê li ser riya mûrmanskê de )
dinivîse:Îngilîz û Emêrîkanî ji hevalbendê xwe Ûrus re nemaze bi du
riyan çek û cebirxanan dişînin,li nîvro di Xelîca Faris re û li Bakur
di bendera Mûrmanskê re û zabitekî Emêrîkanî bi navê Norman Adams yê
ko çend caran bi wan qeflan re çûye û ewî gotiye: Di hewake xweş de
me da behrê tu talûke û teşxele ne dihate bîra me,gava em gihîştin
avên Eyslandayê zabitekî Îngilîzî bi xwînsarî gote me du rojan em bi
selametî çûn di roja siyan de îşareta xeterê dane me,di nav ewran re
balefireke Almanî derket û di ser me re geriya,lê balefirê nêzîkî li me
nekir û vegeriya nav ewran. Gava hicûma pêşîn dest pê kir; ez di
oda xwe da bûm,sê balefirên Almanî bi ser me de girtî bûn û bera me
didan û topên berbalefirê li wan vedigerandin. her du alîyan agir
dikir,ji alîkî agir bi hewa diket,ji aliyê din ber bi jêr dibû,gava ez
li xwe zivirîm,min dît bombe bi temamî li alîkî vapora me ketibû.Bi vê
rengî gotarnivîs panorameke gîştî li ser vê cengê ji xwendevanên xwe re
berçav dike . lê; sernivîserê kovarê di gotara xwe ya di bin
navnîşana (Girtiyê keleha Ewropayê de)dinivîse:Hinan gotibû ko Hitler
Napoliyon e,Napoliyonê Almanî ye,Napoliyonê sedsala bîstan e,hin
dibêjin ko Hitler bi xwe jî di fikrê de ye, ewî jî bawer dikir ko
Napoliyon di wî de vejiyaye. Herçî tarîxa cengên dinyayê xwendine
qenc dizanin Napoliyon çi serdar, çi Dehakê eskerî bû, Napoliyon sê
tiştên mezin dabûn ber bi çavên xwe: 1-Ber bi rohelê fireh bûn û
şikestina ordiwên Rusî.2-Hakimîyeta Behra Spî, bi destxistin û
vegirtina Kişwerê Misrê.3-Li behrekê 35 kîlomêtran dirêjbûn û şikastina
Îngilistanê,Napoliyon gihîşte Moskoyê. Napoliyon derbasî Ffrîqayê bû û
beriya ko dirêjî Qahre bike li ber Ehramên Firewnan
sekinî.Napoliyon stolek da çêkirin,berê xwe daye Birêtaniya,lê pê erdê
Îngilistanê ne kir. Napoliyon gihaştibû du armancan .1-Ketibû
Moskoyê, 2- Û Kişwerê Misirê . Lê Hitlir Çi kir ? Piştî sefera
Firansa Merîşal Gorîngg qerargeha xwe li peravên Manşê danî,plana ko
li Berlînê hatibû çêkirin raxiste erdê û bi dûrebînê temaşe giravên
Îngilîstanê kir,plan û kirde li hev dernediketin. Napoliyon jî
nikarîbû derbasî Îngilîstanê bibe,Hitlir pirsa xwe bi serdarên xwe xist
û ew ji cerbandinê jî geriya, bi bombebaranên hewayî bes kir,Londinê
xerabezar bû, lê can û giyanê Îngilîzan ji piyan disekinî. Gotarnivîs
hîn dinivîse:Napoliyon ketibû Moskoyê,lê di 22 ê Hizêranê, sala 1941 ê
de bi seriyê sibehê ve Hitller emir kir eskerên xwe û got: Armanca we
Mosko ye, Uris dişikestin ,lê di şikestinê de jî berxwe didan. Ordiya
Hitlêr a birûkîn gihaşte ber deriyên Moskoyê,Uris lê vegeriyan û
bûska Hitler di xwîna xwe de vekûştin, Rusan; Aleman bi şûnda avêtin û
Hitler neket Moskoyê.Hitlêr ji roja ko hikim xistiye destên xwe,dest bi
karbûnê kiribû,fabrîkeyên Alemanî ji hîngê ve hacetên cengê çêdikirin û
roja ko şer destpê kir, nemaze di sefera Firansê de, mezinahiya
haziriya Alemanan xûya kir .
Di wê seferê de piraniya tang û balefirên Alemanî û ordiwa Firansî şaş kir bûn û hevalbend di gelek deran de dişikestin. Hitler
dixwast zora dewletên mezin bibe û dinyayê vegire, gava jê ne hat, ew
di kelehekê de asê bû, bi ya me be rewşa Almanan di kelhê de wek
telîsekê genim di enbarekê de ye; heke êrişvanî enbar ne şikand û
telîs bi dest ne xist, mişkên dora enbarê wê telîsê biqetînin û
genimê wî hebo, hebo dê bixwin . (Hej.16). Lê di hejmara (17) an de
Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan) li ser jiyana navdarekî Alman
(Yohanes Gutenberg) dinivîse: Ew di salên (1400-1468) de jiyaye,lê li
gor me di jêderên fermî de şopand, ew di sala (1398) an de ji dayik
bûye û di sala (1400) î de koça dawiyê kiriye . Agahiya herî giring
ko Celadet Bedirxan bi xwendevanên kovara xwe dide nasîn ko Yohanes
Gutenberg zanista çapkirinê pêşda daye û ewa nûjen kiriye. Herweha jî
nivîskar û rêzanzanê gewre Osman Sebrî mijareke gelek dirêj di bin
navnîşana NÊÇÎR de di vir de dinivîse:Ewî gotara xwe li ser çend
navnîşanên jêrîn dabeş kirine 1-Nêçîra Hirçan .2-Nêçîra
Keftaran.3-Nêçîra Koviyan.4-Nêçîra Roviyan.5-Nêçîra Kêvroşkan.6-Nêçîra
Masiyan .7-Nêçîra Kewan .Osman Sebrî dibêje:Li welatê Kurdan nêçîr û
nêçîrvanî tiştekî welê ye ko her kurdek pê dizane,çawan Kurd bi ceng û
şerkerî hatine nasîn, welê jî bi nêçîrvaniya xwe dilgeş in, li
Kurdistanê nêçîr û nêçîrvanî li goreyî cih û eşîran tê guhartin . Lê
Hesen Şiyar mijarekê di bin navnîşana (Eşîra Zirikan)li Kurdistana
Bakur de dinivîse û wê li ser van sernavên şaxî parve dike:1-Pergal û
adet û hatinên wan.(zad û genim),(pergala wan),(adetên wan).2-Zirikanê
Diyabekirê an Entaxê. (Zirkanên Hezro),(pergala deştê ),(cexrafiya vî
welatî). H. Şiyar li ser vê eşîra mezin xwendevanên kovarê agahdar
dike û dibêje: Zirikan li Kurdistana Bakur dibe pênc kerî(şax),ew li 25
gundan û panzde gomên banekî; yanê cihê pez û cot hene,pezên Serhedê
yên sor bi nav û deng in,rûnê Ezaromê tevaya Kurdistanê û Anadoliya
têr dike û ew berê dihate Şamê jî,li Serhedê hesp timî li mêrgan
diçêrin,tacir ji Diyabekirê tên wan dikirin . H.Şiyar hîn li ser hin adetên wan jî dinivîse: Mêr bi şal û şapik,kejî û piştên ecemî
ne,jin bi şahr û kofî ne, fîstan û xeftan, zêr û kember in,lê stranên
Kurdî jî pirên wan ji Serhedê ne,keç û xurt di dîlanê de destên hev
digrin, keç û xortên Serhedê bejindirêj û çavreş in,li vî welatî qîz û
xort di 12 salan de balix dibin.Bi gelemperî nivîsevanê vê gotarê pir
aliyên civakî; rabûn û rûniştinên vê navçeyê bi xwendevanên xwe dide
nasîn, ev pêzanînên berfereh kanin ji civaknasan re bibin çavkaniyek
zanistî. Evdilezîz Metwar jî di vir de gotareke pir hewasker bi
navnîşana (Girava jinan û Girava mêran) dinivîse:Ji xwe adetin hene,divê
bêne xerabkirin,wek adetên (Girava Pesîfîkê ).Bi rastî naverokên van
herdu giravan bala me pir kişand,lewra jî emê bi kurtasî naveroka wê jî
li vir bidin diyarkirin . Evdilezîz Metewr dibêje:Berîya niha bi
pêncî salî,wextê ko mibeşir yên Ewropayî li giravên Pesfîkê yên gir û
hûr belav bûne, ewan di wir de adetên xerîb dîtine. Di Girava
Pasifîkê de du girav li rex hev hebûn û ew herdu girav bi heft (KM) an
ji hevdû dûr bûn;di van herdu giravan de qewmek dijî û li gor adeteke
kevin, jin tenê di giravekê de bûn û mêr tenê di giravkê de bûn yanê;
jin û mêr ji hevdu cuda bûn.Eger xortek dixwast bizewice,hevalên wî ji
wî re cejnek çêdikirin û paşê ew dibirin ber behrê û ew davêtin
behrê,ewî bi melevaniyê xwe digihand girava jinan,girava jinan bi
zinarine bilind û asê dagirtî bû,lê bi tenê cihekê nizim û qulêr hebû,
xurt di wê qulê re hildikişiyan û derbazî giravê dibûn û ji xwe re
keçikek dibjartin û li gel wê dîsan bi melevaniyê vedigerîn girava
mêran û eger jinan zarok ne dihanin,mêran ew dîsan vedigerandin girava
jinan û mêran ji xwe re keçên din vedibjartin û eger jinan keç bihanînan
û keç bi ser lingan ketina û ji şîr bihatina vekirin,bavên wan ew
dibirin girava jinan,rewş bi vî rengî dom dikir,tanî ko rojekê ji van
qewmî xortek bi navê Arwa derket holê,Arwa gihaye dema zewacê, hevalên
wî ew avêtin avê,ew bi melevaniyê çû girava jinan,ew di nav pîrekan de
rûnişt û bi wan re digot:Hûn çawa qebul dikin ku hûn tenê bijîn û li
hêviya me bimînin da ko yek ji me were yekê ji we bineqîne û ji xwe re
bibe û piştî çend salan dîsan wê vegerîne girava wê, gotinên Arwa
diketin serên jinan , ew rabûn destên xwe dan destên Arwe û qola ko
mirov tê re derbazî giravê dibûn,jinan bi keviran nixûmamdin , heftak
hîn derbaz ne bûbû, Arwa hîn venegeriya bû girava xwe, xelkê girava
mêran berê xwe dan girava jinan, lê qula giravê hatibû girtin, vê carê
hemû jin bûne jinên wî,belkî ewî ev tişt ji bo xwe kiribe,ew li
asêgehekê sekinye û xwe ji cengê re amede dike. Sih,cil sal derbaz
bûn,Mibeşir gihaştine herdu giravan,lê di girava mêran de ji bilî hin
pîr,kokim û çend mirovên nexwaş tu kes ne dîtine,girava jinan şên bûbû
û ew bi kêfxwşî dijîn,xelkê giravê zehf bûbû ,lê ew hemû ji bavekî
bûn,ango ew ji Arwayê asê bûn. Osman Sebrî di vê hejmarê de jî li
ser jîna Napoliyon berdewam dike û ew li ser malbata Bonapert
dibêje:Malbeta Bonapert ji malbeteke Talyanî ye û demeke dirêj di
girava Korsîkayê de bi cih bûbûn,ew di pêşiya xelkê giravê de bûn,lê ew
bi mal û dewlemendiya xwe hinekî bi şûnda ketibûn, Karlo bavê
Napoliyon ji (19) saliyê de bawernama advokatiyê istandbû û di wê
salê de jî bi keçeke panzde salî re zewicî.Napoliyon li paytexta
giravê,bajarê Ejaksiyoyê di (15) Tebaxê, sala 1769 an de hate dinê,
birayê wî jozêf ji wî mezintir bû.Karlo û Lêtsiya bîst salan bi hev re
jîneke berxudar ajotin û heyşt zarok wan hebûn lê Napoliyon kurê wan yê
duhem bû,bavê wî zû dimre, diya wî belengaz dibe, ewa dere cem tiyê
xwe, lê tiyê wê jî dimre . Herweha jî Osman Sebrî di bin navnîşaneke kurt de (biçûkiya Napoliyon ) hin agahiyên sudar bi xwendevanên kovarê dide nasîn .
Dûmahîk heye 26.10.2023
|