Rêber Hebûn1- Leylanbûna deronî:Noqbûna di xewin de ne tenê metirsiyeke giştî ye ji nivîsandinê re ,sawêrbûn ji armanckirina rastiyê ve bi cil û bergekî hunerî ve dûrtir naçe, û divê dûrtir biçe berve tekeskirina ramanên hilgir ji serguhabûna yekbûna mêjî û wijdanê ve , ji bo diyarkirina nirxên mirovê zanyar, ji ber ku xuristiya ramana bêcan bi rengekî ji laşgiraniya hizrî ve diyar dibe û radestbûna ji desthilatiya a bi hêztir re , yê ku bi bandora olî û afsanî ve çakdarbûyî ye, li gel wê em encaman ji hevcêwîbûna roparta desthilatî û pêkenoka zorkariyê ve werdigrin, herdû civak bi rengekî sade û xuristî ve wana fêrbûye,herdû jî parek in ji ramanên felsefî û sûdê didin e me, girêdayî bi van derdên yên takekesên wê cîgehê ve ji çaxê zaroktiyê ve dibînin bi rengê rahijtina Sêzîf ji zinnarê re û li gor Eristo (Endîza karê hevgarî divê ne tenê hêsan be lê aloz be û divê nûnertiya bûyerên yên tirs û diltenikî geş dike bike.)
Ji ber vê yekê em hewildana jînî ji nivîsandinê re dibînin di pêkanîna
şopê li ser henas de diyarbûyî dibînin, dibe ku ji berhema serpêhatiyên
çendane be, bi vekirina ekranên dan û standina herî geş ve ne di
xuyakirina henasa zirz de lê bi dîtina henasên têgerînbûyî ve, herwiha
ketina di hundir de, ji ber ku sirûştiya guhertinên civakî a di ricîma
dewleta serkotker de desteka wê ya dirêj heye di avakirina wê de, ew
dibû li pêş rûbirûbûna bahatîna rewiştî kelemekî,tiştê ku hîşt civakan
di talîzoka xizanî û nezaniyê de bijîn.
Li gel wê têkbirina
çandan ji berjewendiya rabûna tek çandê ye û yek bijardeyekî fermandar
ve ye, civaka binî hîşt bêhtir xuya bibe, berhinde nîşanên hevgirtin û
şaristaniyê diçin ji berjewendiya belavbûna gendeliyê ve bi heman rengên
xwe ve li her cihekî, li gel wê nirx li vir dibin dîlê lîstina bi wê
ve, berhinde ên bergê partîtiyê li xwe dikin têgehên tev bihane çêdikin
ji berjewendiya partiya totelîter re , li dor wê komek mirîdên sersam
dicivin, ên ji ava rewrewkê ve vexwaribûn li rex mildan û rêzbûna
peyrew li kêlek berjewendî û karbidestxistina hemî li hember hezkirin û
meraqa guhertinê û bergiriyê li hember tundirewiya bîrdozî a dilreş ,
ew kes dibin aliyekî pir gendel, û dibin e mîna dewleta a di hundirê
dewleta serkotker a giştî de, dewsa ku bi erkê xwe rabin ji
rêxistinkirina cemawer û bijardeyên ciwan ve dibin kelemekî işk li pêş
huş û sewdayên takekesan û kar û barên wana, bi navê sloganên boş ve yên
dûrî rewşa jiyanbûyî, -Leylankirina deronî - bikartînin yê ew cûreyekî
ji cûreyên lîstin û bandorkirinê bi xortên negîhayî ve ta bibin alavekî
fermanan bi awayekî nihadî fêrbûyî werdigrin , slogan û ropartên tije
soz û hêvî bikartînin taku wan berve xewinên nigaşe dehfbidin, ta ramana
rexnegir a azad di nav mirîd û şagirtên xwe de bimrînin ji bo ti carî
wê darêjdankê derbas nekin. Bi vî awayî ve em leylankirin mîna
tevineke herî qayim dibînin ê li dor cemawerê jihevketî tevdigere û di
nav desthilata totelîter a serkotker de dijî, herwiha di nav sindana
partiyên totelîter de yên herdû cil û bergê desthilat û dijberiyê
lixwedikir, li vir aşkerebûneke zelal e ji kêşeya rêxistinê ve û
neyîniyên ramana bîrdozî ê xwe bi slogan û tixtixkirina hestên cemawerên
sade ve xwe dişon , ên ji dîrokî ve ew ji reftarên ayîndariyan ve
dixwarin ji pîrozkirina deq û reftarên wêna û peyrewiya ji serwer û
melleyên wana re tiştê ku ramana azad vê yekê xweş nabîne, û ew dibîne
yek ji girîngtirîn kelemên ên li hember rêya rabûna zanyarî û ramana
azad li hemî hebûna endezyar radiweste, ji ber ew timî çi tiştê bêcan
nabe,ew hewil dide wêna darêjdank bike, mînaka vê yekê evîn û peywendiya
xuristî di navbera mêr û jinê de, ev hemî ji bo serkeftina ramanên
serokê rêzdar e, berhinde vîna takekesê zanyar li hember metirsî û
wêraniyê radiweste ê ji rêxistina neyînî û netêgihîştina hinirên xortan
yên hizrî encam dide, bi rêya xistina wan ve di zorengên hundirîn de,
hinira wanî afrêner vala dikir û ji wana aramiya jiyana baştir distîne,
herwiha lêkolînkirina serpêhatiyên civakan di rûbirûbûna wê de ji hêzên
leylankirin û nankoriya qezencî ve ,ev rastiyekê dide nîşandan ku
zorengekî giran heye di navbera hêzên zanîn de beranberî nirxên yên li
ser nemana nirxan xwe jiyankirin didin.
Ew nirx dibin bîngeha
hebûna hevgirtina civakan û bilindbûna wan berve pêşveçûn û şaristaniyê,
ji ber ku derketina takekesan an koman ji hundirê partiyekê ve û
damezrandina partiyeke din çalakiya bawerî û destketiyê têkbiribû, li
gel wê bijardeyên pak hîştibû têkevin di tenahiya siyasî de, ê bi rewşên
normal de rewşeke mîna dînbûn û bê aliyê diafirîne.
Derketina
girtinheviya hundirîn bijardeya ciwan fetisandibû, û li cem bilindtirîn
raberiyên wê neman kir, ji rêvebirina jiyanê ve , wisa nîşanên koçberiyê
bi xortî ve diyar bûn û parçebûn di naverokên civakê de destpêkiribû,
tof û bijardeyên wê yên ciwan hatibûn e têkbirin, berve qurzîkbûn,
têkbirin û windabûnê, ligel koçberiya takekesî.
Ew parçebûn bi
encamê kevinşopiya ramanê ve ye li rex zûhabûna giyana afrênerî û
serdestbûna serwer û keysbazan û derbasbûna wan di çi rêxistinekî de, ev
tişt wê hîştibû bi dawî ve bibe dîla hingeme û peyrwiyê, û xortan
hîştibû bibin e ji qurbaniyên vê perçebûna berdewam ve, ji bilî
milhûriyê û pêgirtina desthilatiyê an fermandariyê di vaca civaka bavanî
de yê diyar dibû di naveroka partiya totelîter de û nediyarbûna rolên
ciwanê zanyar ji guhertin û xebata ji bo wê,ev hemî civakê berve
awanteyê biribû û girtina asoyên çareseriyê, ji sedema bêzariya ricîmên
totelîter di pêşkêşkirina çareserî û berdêlên karker de, ji ber ku
çalakiyên siyasî bibûn pirojeyên qezencî dikevin ji wêzimkariya tofa
nepenî a serdest ve li ser naverok û biryarên partiyê, nediyarbûna
demûkratîbûna naverokî tofên cemaweran hîştibûn bimeşin bê ku bizanibin
li ku derê diçin û ne dizanin armanca xebata wan çiye, herwiha bi
rastiya kesên yên wana bi rêve dibin ve nizanin, wisa jorîbûn û
paşguhbûn diyar dibe,ezezî û nezanîkirina giştî berz dibe li rex
paşguhkirina xwestekên xortan û xwîngermiya wana û ne hembêzkirina
hinirên wan an berçavgirtina xwestin û ramanên wana yên nû ji guhertin û
avakirinê ve li rex jihevketina hevalan, herwiha dîlbûn bi encamê
belavbûna nezanî û xizaniyê ve, li rex veguhêztina di bin fişarê rewşên
awerte de, ji kesekî ewlehî wî binçav dike ta kesên din penaberiyê
jiyan dikin , ew hesta penaberîbûnê henasan dagirtibû bin siha tunebûna
azadî û bijardinê, herwiha dûrketina takekes ji sirûştiya xwe ve û
mandelekirina xwestekên xwe ew ligel hewildana rêxistinên totelîter ji
bo valakirina naverok û hinirên takekesên wê ji çi vînekê ve diçe, taku
ji bijardin an rexneya rastîn ve bê par bimîne, herwiha dûrketina
rêxistinê ji armancên xwe yê ji bo wê dixebite dûrî di navbera nifşan de
afirandibû, ew çalakbûna ramandina rexnî bûç kiribû, û afirandinan
belawela kiribû, tiştê ku hîşt takekesan di rewşeke diljêçûn û ne
lihevkirinê de bimînin, penaberî li hemî bijardeyên de belav dibû, xelk
dibûn wisa mîna qaqilkên fişekan li ser erdê belavbûyî, ji ber vê yekê
axaftin li ser kesayetê û dûrketin ji biname û nirxan di kêlîk kiryar de
li ser sirûştiya wê hişmendiya nevêtî ji pêşwazîkirina ramanên baş
aşkere dike, lê ew her zarzar dike ji bo pejirandina wan ramanan bi
rengê gumanên pepûk û sexte ew hîşt civak dîlgirtî darjêdank an
talîzokên tije mij û moran bijî.
2- Civak û gendeliya bîrdozî li Kurdistanê :
Berzkirina
binkeftinê di parastina evînê ew diyarkirineke ji dorpêçkirina civakê
re ye û qayîmkirina bendên nezanîkirinê li dor wê, ta ew dûrbûna
malbatî zêde têkçûn û windabûna girêdanên xuristî di navbera tof û
bijardeyan de çêbike, herwiha ew nîşaneke li ser têkçûna sazî û
rêxistinên wêna bin di bin siha wêraniyê de û nediyarbûna pirojeya wê ya
heyî di guhertinê de ta ji bo sûdwergirtina diravî bergiriyê li
armancên xwe bike, ji ber ew têde hebûna xwe dibîne, her ew sûdê ji
leylankirina deronî ji civakê re dibîne, herwiha dûrxistina zanyarên wê
berdewam, bi rêya şer û paşguhkirina wana mîna ku rêxistina serkotker a
fermandar wêna dike, ligel wê ew mîkrob girstir dibe bi berdewambûna
kêmaniyan ve, ta bileyekê têde koçberî bi dîmenên wê ya takekesî û komî
ve di nav civakê de belav dibe bi giştî ve, li gel wê girêdana windabûna
hezkirinê bi windabûna mafên siyasî ve ew ji bo gîhandina hinek nameyan
e :
• Diyarkirina ku rizgarbûna civakî bi gerentiya mafên
siyasî ve girêdayî ye û berzkirina nasnameya netewî a di çarçiqên
koçberî , peyrewî û destdayînê de binavbûyî. • Berzkirina şêweyên
desthilata serkotker a miqate li ser gurkirina diyardeyên diljêçûnê di
hundirê civakê de bi rêya dehfandina wê di perwaza nezanî, efsanîbûn û
xizaniyê de. • Têkoşîndariya bijardeya zanyarî a ciwan û têkbirina
wê bi rêya dehfandina wê ve ji lêketinên deronî re di navbera wê û
malbatê de û qirkirina wan di warê giyanî û ramanî de û têkbirina wê bi
rêya parastina reftarên heyî li ser bîngeha qezenc,ezezî û sitemkariyê. •
Berzkirina pepûkiya aliyê perwerdehî û tunebûna hebûna alavên çaksazî û
nû derbasbûnên yên rastî zarokan tên sînordar dikin eger li dibistanê
an derveyî wê. • Gendeliya rêxistinên yên ji hilgir giyanê
parçîtiyê ve di hişmendiyê xwe de, û bêzarbûna ji şopandina xwestinên
gel ji rabûn û azadiyê ve, kiryarê wê bi desthilatiya a ku li dijî wê ve
radiweste bi rêya dûrkirina wê ji xortan re ên ji bo guhertina naverokî
hewil didin. • Diyarkirina sirûştiya civaka nêrî û sîstema bavanî
yên rêveberiyên partiyên Kurdistanî li Sûrî pala xwe dabûnê û encam û
şopên wê li ser bijardeya xortan , bi palpiştbûn li ser sloganên sexte
ve yên xwediyên tewriya pîlanê berdabûn ji bo veşartina binkeftina xwe
yê ramanî û nezanîbûna wan ya aşkere.
Em serdestbûna peywendiyên
qezencî li rex pêwîstiya komserhevbûyî û êşa kûr dibînin, li gel wê
zehmetiya jiyanê û xizaniyê û gendeliya saziyan û biserveçûna milhûriyê
di malbatê an dibistanê de, ji ber gendeliya saziya perwerdehî bi herdû
şaxên wêna rahênan û fêrkirinê takekesan di rewşeke parçebûnê de
hîştibûn û malbatê jihevxistibûn,li gel wê tirskirin, desthilatbûn û
milhûrî di nav takekesan de belav dibe û tundî rêxistina malbatî
têkdibe, wan ji hevdû ve dûrdixîne, tiştê ku van civakan dighîne
pêkanîna cûreyekî ji tewanbariya xweser ve an li hember a din
birêvebûyî, axaftin li ser xêza zordariyê û encamên wê li Rojhilata
navîn me dibe ji vekolîneke kûr re ji vê diyardeyê ve yê ku ziyanên
dijwar bi ser civakan ve anîbû, berhinde tundî jêre dibe nan û penage,
bê guman ku ji tundî re şaxên dîrokî,civakî,deronî û desthilatî hene,
dihêle civak û rêxistinan wana pêkbînin, li gel wê bihevketin û
girtinhevî herdû rolekî mezin ji çirandina malbatê û jihevketina wê ve
dilîze û desthilatiya serkotker ji bo berdewambûna serdestbûna wê binyad
dike û fermanrewakirina mêjiyê, bi rêya çandina tirsê ve û
perwerdekirina wê di nifşan de bi rêya dibistanê ve, li gel wê diyardeya
tundiyê li hember zarokan tiştekî navdar e ,di her saziyeke perwerdeyî
de, ta yaseyên qedexekirina tundiyê li hember zarokan ma wisa tokelî,
kedxwariya wana bi heman rengî ve ranewestî, ji ber ku komên têkçûnên
deronî rolekê di guhertina kiryarê de lîstibû ji bo roleke neyînî bilîze
di hemî aliyên jiyanê de, mayîna saziya perwerdehî di binkeftiyeke
dijwar de ew yek ji erkên ricîmên totelîter a milhûr ve ye , berhinde
malbat mîna perwazekî biçûk nûnertiya asaîşeke ewlehî biçûk dike ji bo
fermanrewakirina zarokan ji dema ku çêdibin ve.
Zêdekirina rêjeya
nezanîkirin û ne xwendiniyê û şerpezekirina bijardeyên perîşan bi derdê
tundî û desthilatiyê ve, civakê dixe di bin siha dîlgirtin û tenahiyeke
xengoyî de, ji ber vê yekê êdî em tundirewiya olî û netewî bi riwê wê
yên şofînî ve dibînin, ev yeka encamên bobelatî pêkanîbûn ji
pêşesazîkirina hişmendiya zîndanbûyî ve, li gel wê xelkê hîştibûn sertî û
stûxwarî bijîn , beranberî vê yekê em desthilatiyekê dibînin bi dijwarî
ve şîn û işk dişewitîne ji bo di fermandariyê de bimîne, nîşana tundiya
malbatî û binkeftina ji wê peyda dibe rengekî aşkere ye ji rengên
rexnekirina desthilata serkotker ve, li gel wê tunebûna yeksanî û
pîvanên perwerdehî cûreya çêbûna mirovan ji dema zaroktiyê ve piştrast
dike, herwiha windabûna jinê di navbera herdû arçeyên penseya tenahiyê
de û hestbûna berdewam bi pêwîstiyê ve, ji wê temara zorbazî ya
dayikbûnê derdê wê dikşîne encam dide, di qonaxên perwerdekirina wê ji
zarokan re, em li pêş kul û kêmaniyên dîrokî ne bi awayên nû ve,
guhertinekê bi rengê kolebûna xwe de çêkiribû, bi cil û bergeke tenik ve
rizgarbûneke biçimî diyar dikir,sihwana nêrîtiya qezencî derbas nake,
berhinde em wê hevpeymana desthilatî a sitemkar di navbera bilindî
kokelê û biniyê wê de bi rêya tewriyeke nîgaşî ve bi avakirina
hevpeymaneke civakî ve li ser desthilatiyeke xweser ji gel dertê ew
dîtin dikeve cihê gumaniyê ku çara biryar ji gel ve bê ne ji jor ve
hatiye sepandin , berhinde hevpeyman toveke em dikarin alîkar bin ji bo
vebûna wê dema em bi rengekî ramanî ve lê miqate bibin, ne bi rêya
rewrewkirina cemawer ta bighe astê ku em bêjin ku ew raman ji serokê
xêvzana ve bişkivî, lê ew bi rastî li ser bîngeha sirûştineke giştî tê
avakirin, hemî tofên cemaweran têde beşdar dibin bi rêya qonax û rêbazên
ramanî ên cûrbecûr, qayimbûna xwe ji hevgedandin ve di navbera reng û
qatên civakê de werdigre, bi ser heman cudahiyên berketina xwe û cîgeha
wê ya qatî ve, piştî jêbirina baskên nêrîtiya a ku di henasan de
binyadkirî de mabû,ew bi zêdebûna kêşeyên desthilatî û civakî bi
rengekî siwarbûyî ve diyar dibe.
3-Gotûbêja mirov û cih
Vekolîna
li nirxa hatî wergirtin ji bermaya peywendiyê di navbera mirov û cih de
suda wê ku çi hêz nîne dikaribe têkiliyên nehêne di navbera henas û
kokê de qut bike,ji ber ew mîna dîtineke pendyar e ji jiyaneke bedewtir
re, ji ber di pîvana huner û karê afrêner de dîtin ji dem û cih re
bêhtirî rewşê bi giştî ve tête guhertin, ew rêyên zorengê di navbera
mirovan de di çarçoveya qezenc û sûdan de di demeke nêzî hevdû de diyar
dike, berhinde di hizrê takekes de dûbare dibe pêkanîna vîna xwe a dibe
mîna serkeftinekê ji parçeyekî hindik ji dadmendiyê re, di dema ê
beranber dibîne ku wekhevî ji ber peyketinê bi dû pêkanîna wê parçeyê ve
nehate pêkanîn , çendîn kêşeya hebûn aloz e di warê têgihiştinê de li
gorî suriştiya mirin û mayînê, berhinde takekes bi takekesiya xwe ve
hest dike bi rêya ramandina xwe yê ponijîn ve a wî bêhtir ji firînê re
dehf dide, ji ber ku wateyên cîgirbûyî di hizr de dibin desthilatekî xwe
li ser heyînê sepa dike û li ser pêdivî dikin vê şerê ta dawiyê
berdewam bike, dawî di vir de ew encama dûr e, ji serpêhatiyên yên di
hizr de çêdibin têne wergirtin, ji bo dehfandina ramanan ta bêhtir bi
ponijin û ev yeka huner e yê bi henas û hebûnê re vepeyvîn dike, bi
rêya ên din û livên wan, dûr diçe ji bo ji her bend û baskî an yaseyî ve
rizgar bibe, ew bend û bask li pêş azadbûna tevgera hişmendî li pêş
hizrê bi zanînê ve gurvedayî dibe kelemekî, ji ber vê em dibînin ku
hinira a ku zanyar ji girêdana xwe bi hebûnê re werdigre bi rêya qonaxên
wî yên destpêkê ta qonaxa gîhabûna berdewam diyar dibe , ligel ev
ramandin û rabûna wî pirsîn xuya dibe a ku husteyîya jiyankirina hunera
jiyana veşartî dike, zanyarê afrêner timî dixwaze bi rêya alavên xwe
yên taybet ve beserve wê bibe, em dikarin bibêjin ku ew yekem hewildanên
mirov e ji rizgarbûnê re ji wan bendên gezencî ve ên bi encama
hevpeymana a ku di navbera desthilat û civaka bavanî de durist dibin ,
li gel wê em matmayî dibin bi vê zelaliya dagirtî ve bi servebirina li
ser zikmaka ponijînê ve û kanîbûna wê ku hizr derbas û dorpêç bike bi
hemî hinirên lehiya ramandina berdewam ve a ne pabend ji hemî fermanên
yên hatibûne girtin re, yê ew gurvedanê pûç dike.
Em li ber
xweseriyekê ne , bi rastiya nemana zelal re dibe yek, ku gewdeh dihele û
tiji kurm dibe, ji ber vê yekê hijmara mirovê çavekirî di hilbijartina
wateyê de ye, ji bo wê dijî bi bedewbûneke hilbijartî û pêjineke hunerî
ve, pîvanên ku li ser evînê û qayimbûna girêdanê di navbera mirov û cih
de radibin bîraweriya zanyarî saz û xort dikin, û hemî kedên yên mirov
li ser sehneya cih dide bi wê dawiya gewdehî ve li cem mirov diqede, ew
ked ken û nehêne bi xwe re tîne, li gel wê berketina naveroka nemanê
tiştekî aloz e li ser têgihiştinê , û mirov li deriyên girtî misoger bi
rêve dibe ,herwisa di bin siha feleka kin de ê ku mirov para xwe têde
dibîne, ji ber vê yekê hebûn ew hola bê sînor e a ku mirov têde nemaniya
xwe ya taybet jiyan dike.
Kovaniya mirov bi sîstemê ve bi qasî
kovaniya wî bi wêraniyê ve ye jî, wek ku avakirin û hilweşandin du
pêvajoyên pêrgîbûyî û hemsûyî ne, hilweşîn nîne eger niyaz ji bo
avakirinekê nekeve dewsa wê hilweşînê, berhinde mirov hemû alavên xwe
pêktîne ji bo lingekî xwe bicî bike li rex hijmarê yê hewildide hevsarê
kuntirol bike, cîhana rastî gelek guhertinan û gêrevêrên şaxdayî tê li
pêş çavê bîrawer bûye metirsî û ramanên ku li hember hevdû şer dikin,
berhinde em zanyar dibînin ku ew hêjayê serwerîbûna heyînê ye ji ber ku
şerm nake ku jêre bibe karguzarekî bi rêya bikaranîna wijdan û mêjiyê bi
rengekî bi rêk û pêk ve. Xapandin mîna ragehekî takekesî û
rêxistinî berz û belav bû taku bêhtirî karên nimûneyî binixûmîne, ji ber
ku lîstin ranewestî bin siha bê agahiya xelkê û birçîkirina û
dorpêçkirina wan bi awayekî ramanî ve û mijolkirina wan bi pêşkêşkirina
seqayên guhdan û alîgirtinê ve ji kesên serkêş re , ji ber vê yekê
sazkirina yaseyên sivîl mehderiyê nade wan civakên ên fêrî stûxwarî bûn
e û hertimî guhdanê didin kesên xwedî hêz û tundî, cengên desthilatê bi
dawî nabin, eger me rastiya girtinheviyan di navbera mirovan de şopand
bin navên hênik, wana li karên ne hênik dehf didin , berhinde ti
cîgîrbûn ji kiryarê totelîter re nîne di warê siyasî de tenê bi
berdewambûna nandoziyê ve û çi azadî bin siha bendan nîne, timî pîlan
heye tê pêkanîn ji derveyî kesên din ve yên li gor baweriyên xwe yên
xuristî xebatê dikin , çi sîstemeke totelîter bi çalakbûn ve dilive bi
sedema hebûna kesên bê agahî ji çi xap û lîstokên siyasetvanên yên
cihê herî bilind girtine , ji ber ew li gor baweriyên xwe tevdigerin û
ji bo hinek armancan dixebitin û dimrin,lê bi heman rewşê ve karguzariya
tofeke serdest dikin, ji ber vê yekê dibin agirdûyên hemî cengan bi
derbasbûna dîrokê ve, ew tofên bê agahî yên şer dikin ji bo hinek armanc
bi rengekî hestiyar ve li pey tofekê ketine û di çarçoveya asoyeke teng
de tevdigerin,ji ber vê yekê ceng bûn e ji reftarên yên behsa
rizgariyê dikin, û ji mirin û hilgirtina darbestan re aheng û tilîliyan
saz dikin, herwisa em dibînin ku rastiya girtinheviyê pêşengtiya cûreya
jiyana tofên derdkêş dike , derdê rêbaz û rêya şaş û tunebûna vac û ked
dikşînin, ew çeviya ji desthilatiya bê sînor re hîşt gendeliya
desthilatî zikmakek be ji çi gendeliyeke civakî, rewiştî an rewşenbîrî
re, ti rê ji derbaskirina wê re nîne ji bilî rêya mikûrhatinê bi wê ve, û
xebatan ji bo jinavbirina wê, ji ber ku kiryara ezez serdestiyê li
takekesan bi lez ve dike bi rêya desthilata yê bi aliyê gencîneyê ve
diçe ji bo çespandina wê ji pariyê komê pepûk ve, bin siha nediyarbûna
ramana rêxistinî û zanîna rewiştî, van keleman diyar dibin li pêş rêya
rabûna zanyaran û xwestekên wan berve siberojê, tiştê ku dihêle pêşeroja
nifşan di bin metirsiyekê de be, li gel wê gendelî ji kokê ve naye
hilkişandin , lê çêdibe metirsiyên wê bête sînordarkirin.
Gendelî
bûye alavekî ji kuştina xewin û xwestinên xort, û dibe ku gendelî
xwedayê rêxistin û desthilatan be li rojhilata navîn û cîhana Erebî, ev
tişt ji belavbûna milhûriyê re vedigere bi rengekî rêbazbûyî ve bi rêya
xwarindayîna wê bi bihaneyên ol, netewî û ragehî ve, tiştê ku zehmet
dibe rizgarkirina civakê ji vê awanteyê ve, heta tevgerên dijber ji wan
desthilatan re bêzar in nikarin wan bixînin, ji ber opoziyonên wan
dewletan girêdayî hêzên derveyî ne ew jî kar dikin ji bo berjewendiyên
wana, ezmûna buhara Erebî mînaka herî diyar e li ser vê yekê , ew dibû
mîna zengila agahiyê a renewestî û zengilê xwe lêketibû lê hin gellan
guhê xwe li ber ker kiribûn û hinek desthilatdariyan guhan berçav
kiribûn, û cemawer bi encamê vê yekê ve man li bayê daliqandî, hewildana
ji bo serdestî û tekbûnê ew parçeyekî ye ji derdê ramandina mirovê
rojhilatnavînî re û ev yeka dibe xerabkerê rastîn ji berzbûna çi
rabûneke ronakbîr xwedî çalakî û bandor , serkotkirin û dûrxistin ew ji
parê zanyaran e yên bes nakin ji aşkerekirina kêmaniyên desthilatê û
rola wê ya neyînî li ser jiyan û pêşerojê .
Û dibe xapandina
bîrdozî ya ku slogana sosiyalîzm û wekheviyê lixwekiribû bibû çengekî ji
vê tewanbariya rêxistinbûyî di dermafê civak û tofê wê ya xort de, lê
eger baweriyên xuristî bibin tenê gotin û ropartên çingînî wateya vê
yekê ku mirov çare li pêş wî nema ji bilî tenahî û xemsariyê, ev yeka wî
berve dîlbûna di xelekeke girtî de dibe û li dor wî kes hene sertî û
tundiyê dikin ji bo qelşandin di navbera malbat, jin û mêr de bêhtir û
bêhtir fereh bibe, li gel bê dilovanî, bê hezkirin, lêbelê tundiyeke
berdewam û dûrbûneke mirovî.
|