
Di 29ê tîrmeha salإشa 2023an de, li hola Efrîn li bajarê Qamiþlo,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kongirê xwe yê sêyem bi amadebûna endamên li hindurê welat û bi beþdariya endamên herdu nûneratiyên li Kurdistan û Ewrupa di riya hevgihîniya Zoomê re lidar xist.
Kongir bi rawestana xuleyek bê deng li ser giyanên pakrewanên kurd û hemî pakrewanên azadî û pênûsên azad li gel sirûda netewî Ey reqîb û piþtî hilbijartina komîteya birêvebir,kongir dest bi kar û barên xwe kir.
Qonaxa lidarxistina kongir qonaxek gelek nazik û hestiyar e ku gelê Kurd li hemî parçên Kurdistanê û li deverên dî jî tê re dibihûre, ji ber hewildanên rêjîmên herêmî li Sûriya, Îraq, Îran û Turkiya di
jinavbirina gelê Kurd di warên konevanî û abûrî de hê jî berdewamin,bi
ser ku birînên gelê Kurd ji tund û tûjiya Da`iþê hîn ne daxemirtine û
hêjî pîlanên ciyawaz û awarte di derheqê vî gelî de didomin, nemaze
hewldanên çewisandina zimanê wî ku bi rengekî fermî di zanko û
peymangehan de tê qedexekirin (Ji bilî herêma Kurdistana federal) ya ku
îro destkeftineke netewî mezin tê nirixandin, ev ji bilî dijberiya bê
hempa li hemberî vî gelê aþtîxwaz ku tê bikaranîn, di encamê de bandorek
neyînî li nivîs û weþanê dike.
Piþtî bidestpêkirina karê kongir,
serokê berê yê yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif gotinek berfereh bi navê
desteya birêvebir pêþkêþkir û tê de hemî çalakî, kar û xebatên herdu
salên bihûrî destnîþankir û hemî zehmetî û astengiyên dibin rêgir rûbarî
nivîskarê Kurd anîn ziman û daxwaza guhdanek awarte bi wêje û zimanê
Kurdî bibe, her weha Yûsif anî ziman ku bi ser hemî astengiyan de
Y.N.K.S bi dehên pirtûkên bi zimanê kurdî yên endamên yekîtiyê û yên
serbixwe jî çapkirine, ji bilî kovara Pênûsa Azad ya werzî ku di dema
xwe ya destnîþankirî de tê weþandin.
Endamên kongir bi berpirsyarî
dan û sitandin li ser xalên girêdayî pêvajoya yekîtiyê û paþeroja wê
kirin û giringiya pabendiya nivîskar bi doza gelê Kurd a netewî, nemaze
di berhemdariya wêjeyî û çandî de, her weha guhdana bi pênûsên ciwanan .
Bi
berferehî kongir reþnivîsa tozika hundirîn ya ku komîta asayî pêþkêþkir
guftûgo kir û piþtî biryar bi guhertina hin xalan da, komîteyek
destnîþankir ji bo serastkirinê li gorî pêþniyarên endamên þax û
nûneratiyan.
Di dawî de desteyek birêvebir nû ji bo qonaxa bê re hate
hilbijartin ku wê di civata wê ya pêþî de serok û cîgirê wê bên
hilbijartin.
Qamiþlo
3.8.2023
YEKîTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRIYA






