Hejmara Hejdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Diyaloga çandan) e, Ji ber giringiya wê di pêşxistina peywendiyên şaristanî û çandî û nêzîkbûna tê xwestin di navbera gelên herêmê de bi giştî û karkirina ji bo diyalog û kiryara hevbeş li şûna dûrxistin, cudabûn û dijminatiya di navbera wan de.
Ji pêşekiya hejmarê: "Bi her awayî, nabe ku tu netewe yan jî komeke mirovî maf bide xwe ku destdirêjiyên dermirovahî li dijî netewe yan komeke din pêk bînin, Lê tiştê ku di vê çarçoveyê de tekez e, ew e ku nebûna têkiliyê di navbera netewe, gel û civakan de sedema sereke ya van hemû destdirêjiyan e. Em dikarin bibêjin ku nasîn û diyalog rê dide bawerkirina bi hev û mirov ji ramanên tundrew û hişk dûr dixîne, her wiha berjewendiyên hemû aliyan ku erk û mafên her aliyekî yan her neteweyekê misoger bike, diparêze.
Di encamê de, pêwîstiyeke tekez bi hevjiyan û danûstandina şaristanî di navbera civak û çandên cuda heye.
Siyaseta
parçekirin û çandina nekokiyan di navbera gel û mezhebên herêma
Rojhilata Navîn de ji aliyê hêzên cîhanî yên serdest û hin rejîmên
desthilatdar ve li herêmê tê meşandin û ev yek bandoriyeke mezin li
demografî, erdnîgarî û hebûna gelên resen dike û metirsiyê li ser dîroka
çandî û şaristanî ya herêmê pêk tîne. Di nava du serdeman de, ew
siyaset bû sedema rêdana şerên mezhebî yên bi deh hezaran mirovên
Lubnanî jiyana xwe ji dest dan û nakokiyên di navbera mezhebên Sunî û
Şiî yên li Iraq, Yemen û Sûriyayê kûrtir kir. Her wiha arandineke xurt
li dijî gelên Xiristiyan û Kurd ên li Tirkiyayê, Sûriyayê, Iraq û Îranê
ku ew jî bû sedema pêkanîna komkujiyan û guhertina demografîk li wan
welatan ku heta niha pirsa Kurd bêyî çareseriyeke mayînde li herêmê
maye. Lewma bi gelek hewldan, lêkolîn û teorî hene ku dixwazin rûyê
rastqîn yê dîroka hezar salên dawiyê li Rojhilata Navîn derxin holê.…".
Di
hejmara Hejdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan
nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û welatên erebî, hatine
nivîsandin, hene.
Hejmara Hejdemîn a kovara Şermola 236 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.
Di beşa kurdî de ev berhem hene:
Pêşekî:
- Diyaloga Çandan li Rojhilata Navîn.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Dosyaya Hejmarê:
- Nêrînên nivîskaran der barê Diyaloga Çandan de
Lêkolîn:
- Melayê Cizîrî û Têgeha DIL.. (Diyar Bohtî)
- Mijarên Ziman .. (Berzo Mehmûd)
Hevpeyvîna Hejmarê:
- Li Gel Nivîskar Ciwan Teter e (Aram Hesen)
Pirtûkên Derketî:
- Ehmed Zeredeşt û (Çîrokên hêviyê).. (Reşîd Abas)
- Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Huner:
Pesnê xwe nede .. (Fatma Ehmed)
Jiyana Dînan .. (Alan Ebdela
Çîrok:
- Mamoste Jîn.. (Hind Ebdelo)
Serbest:
- Di Gulistana weşanên Kurdî li Sûriyê (Kovara PIRS û Rojnameya NEWROZ)..(Newafê Bişar)
- Ragihandina Azad û Parastina Hevgirtina Civakî.. (Dilyar Cizîrî)
Nuçeyên kovarê:
- Nameyên zarokan bi weşaneke taybet hatin çapkirin