Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tehil ū Žźrīn3 ū xeleka Mala me

 


Idrîs Hiso

Zincîrediramaya Tehil û Žêrîn werzê 3 li ser ekranê telvizyona WAR tê nimayižkirin, wekî carên berê, ev zincîredirama di her xelekekê de behsa mijarekê ji mijarên civaka Kurdistanî dike.
Dibe ku ev yekemîn pirojeye wisa maweyê 3 salan berdewam dike û bi hunereke ciwan pirsgirêk û kêžeyên civakî tîne ber çavên bîner û roniyê tîne ser wan bi mebesta zêdekirina asta hožyarî û zanînê di nav civakê de, û pižtre guhertina riftarên nebaž û bažkirina rewža civatê û çûna ber bi pêžve, an jî agahdarîkirina berpirs û aliyên pêwendîdar ji hin metirsiyên rijd li ser civak û welatê me, ji bo wilo jî helbet her aliyê beždar di vê pirojeyê de hêjayî spasiyê ne.


Di xeleka 17ê de bi sernavê Mala Me, behsa mirovekî dike mala wî mezin e, lê kevin e, biryarê dide ku hemî jiyana xwe ya mayî di vî xanî de derbas bike, xanî gelek ode têde hene, herwisa li ber malê bexçeyekî mezin heye, jina wî dibêje; bila em xaniyekî nû bikirin û ji vî xaniyê kevin derkevin, lê ew ji jina xwe re dibêje; tu buhayê vî xaniyê ku ji serdema bav û bavpîran hatiye avakirin nizanî, lewma qet behsa firotina wî neke…
Ew jî diçe û tê dibêje xanî her ê me ye… yekem cîranê wî tê odeyekê kirê dike, pižtre xwediyê dikanê jê re dibêje; nebaž e mirov xaniyê xwe ku têde dijî bide kirêçiyan, lê ew her wek xwe dike, pižtre mirovekî din jî tê û odeyekê kirê dike, zarokên xwe tînin nav xanî û dibe qerebalix û gelemže, Sêrwan jî ku xwediyê malê ye dibêje; xanî her ê me ye … tevî ku êdî nema kare bihna xwe di nav xaniyê xwe de vede…!!
Dema xwediyê dikanê dibîne ku Sêrwan odeyên xwe dide biyaniyan bikirê, jê re dibêje; cîran ma çima tu odeyekê nade min jî ez dê wê bikim enbar jibo kelûpelên dikana xwe, ew jî bi bihaneya ku dixwaze qezencê ji perê kirê bike, odeyekê dide xwediyê dikanê jî.
Pižtî demekê bexçe jî bi kirê dide, pižtre kirêçî daxwazê jê dikin ku xanî bo wan nûjen bike, ji ber bane wî kevin e û di werzê Zivistanê de dê dilopan bike, lê ji ber pereyên wî nînin, ew pera ji kirêçiyan distîne û pê xanî çak dike, û wisa dibe deyndarê kirêçiyan û di konekî de di nav bexçe de rûdinê, lê her dilê xwe bi gotina “her Xanî xaniyê me ye.” Xwež dike!...
Ev xelek behsa rewža welatê me dike ku (mala me ye) , bitaybet mirov dikare vî tižtî li navenda bajarên mezin li Herêma Kurdistanê bibîne, herwisa heman tižt li seranserî Kurdistanê têdîtin, lê bila em bêjin ev xelek behsa Herêma Kurdistanê dike, û em gotara xwe arasteyî vî bežî bikin çimkî ev bež, ango para herî mezin ji vî bežî(Bažûrê Kurdistanê) di bin desthilatdariya hikûmeteke kurdistanî de ye…û em dê bajarê Hewlêrê wek nimûne bibin. Biyanî li nava Hewlêrê û li cihê herî xwež dijîn, bazirganî û karê xwe dikin, weberhênanê dikin, çanda xwe li nav Hewlêrê de belav dikin bêyî ku ti siyaseteke nižtimanî zelal hebe taybetmendiya vî bajarî biparêze, êdî mirov hêdî hest bi wê yekê dike ku Kurdistanî û bitaybet Kurd li vî bajarî biyanî ne.
Goranîbêj Ereb in, xwaringeh Erebî, Tirkî, Farsî û Ewropî ne û xwaringehên Kurdî ango Kurdistanî hema mirov nabîne, navên mêvanxaneyan, navên gorepanan, navên gundên gežtiyarî û nižtecîbûnê Italî, Amrîkî, Kûrî û Ispanî ne, û navên xwaringehan hemû navên bêgane ne.
Mirov biçe nav markêtekê, nav xwaringehekê an nav molekê yan jî bêhtirên wan, heger tu bi tenê bi Kurdî bizanibî, karê te bi serî nabe divê tu zimanê biyaniyan jî zanibîm tu dibêjî belkî ew xwediyê male ne û tu biyanî yî…!?
Ev çend nimûne ne û gelek ên din jî hene, û em jî dilê xwe bi gotina ev welat welatê me ye û dê bimîne yê me xwež dikin!
Ez ne rexnevanê hunerî me, lê bi tenê bînerekim, û bi min wek bînerekî ev xeleka Tehil û Žêrîn zengilê metirsiyê lêdide, û ji me re dibêje erê xanî yê me ye, lê cihê me têde nemaye, û heger wisa berdewam bike em dê ji destbidin û rojek dê bê em dê li wî xaniyê bibin biyanî.
Hewlêr 14.04.2023z

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark