Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Sekinek piþtgîriyê

 


Di dîroka / 26 / 3 / 2023an de li taxa Eþrefiyê û li ser daxwaza hevbeþ a rêxistinên herdu partiyên "Pêþverû , Yekîtî" li Helebê sekinek piþtgîriyê bi xudiyên me yên li Efrîn û Cindirêsê û pakrewanên agirê newrozê re bi rêve birin.
Çalakiyê bi rawestandina xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Newrozê û pakrewanên azadiyê û di ber sirûda netewiya kurdî re (Ey Reqîb) destpêkir , piþtre daxuyaniya hevbeþ a herdu partiyan bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin ev deqa wê ye :


Daxuyanî ji raya giþtî re
Ji dema dagîrkirina Turkiyê ji herêma Efrînê re 18.3.2018an. Z, tawan û binpêkirin û siyasetên Turkirin û Erebkirinê di dermafê gelê me yê Kurd de li herêmê ranewestiya ne, û ya dawiyê jê komkujiya þeva Newroza 20.3.2023an. Z li bajarê Cindirêsê bû, dema ku giropeke çekdar ji milîseyên "Artêþa El`þerqiyê" (ya bi ser Hemahengiya Sûrî ve û girêdayî dagîrkeriya Turkiyê) bi mebesta vemirandina agirê Newrozê êriþî ser malbata "Pêþmerge" kirin û bi kîndarî û xwîneke sar ew qurþîn kirin, û di encamê de çar endamên malbatê þehîd ketin, û ew jî ev in:
- Nezmî mihemed Osman (53) salî
- Fereh eldîn Mihemed Osman (45) salî
- Mihemed ferh eldîn Mihemed (19) salî
- Mihemed Mihemed Osman (38) salî
Û ev jî birîndar bûn
- Lawê pakrewan Nezmî/  Mihemed Nezmî Osman.
- Xwediyê pêdewîstiyên taybet "Fîras Ebdo Xelîl".
Em rêxistinên herdu partiyên "Pêþverû û Yekîtî" li bajarê Heleb van kiryar û tawanên hovane yên di dermafê gelê me de li Efrînê têne kirin þermezar û le`inet dikin, û ji Civaka Navdewletî û bi taybetî dewletên xwedî rol û bandor "Amerîka û Rûsiya" daxwaz dikin, ku zext û fiþarê li Turkiyê bikin, da ku van binpêkirin û kiryarên hovane û teror rawestîne, û dagîrkeriya xwe ji herêma Efrînê û bajarên din ên Sûrî re bi dawî bîne.
- Rûreþî û serberjêrî ji dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê û kujeran re.
- Hermayîn û serbilindî ji Pakrewanên Cindirêsê û hemî pakrewanên Kurd û Kurdistanê re.
Heleb - 26 Avdara 2023an. Z
 Rêxistinên herdu partiyan li Heleb:
-Partiya Demokrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê.
-Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Di dawiya çalakiyê de spasiya beþdarbûna partiyên siyasî hate kirin û bi taybetî Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî , û Partiya Komonîst a Sûrî ya Yekbûyî. Herwiha spasiya hemû beþdaran hate kirin.














 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark