Diya Bêkes dixuyê ku qedandin li vî bajarî nemaye bavo, ma çi qewimîye!?Ka fincanek qehwe vê sibehê bide min û peyre ezê bi rexê sinceqê ve dagerim! ji dostekî, ji hevalekî yan jî mirovekî, ku bi deynê xwe çend qurûþekî bidê min, bi hêvî me ku ezê bikaribim kirya þandina van pirtûkên xwe bînim û rêkim welatê biyanî yê?
Ew camêrê Ferhad xwe daye ber belavkirin, û frotina wan li wêderê!! Tu
zanî bê çiqasî ez westîyame ji belavkirina vê pirtûkê, ji alîkî ve û di
dîtina karekî, ji alîyê din ve jî? bawer bike tu kes nemaye li vî bajarî
ku min xeber nedanîye cem û min jêre negotiye? Û tanî îro jî; kesî
negotiye were bi çerxîyekî jî kar bike!? Vaye dîsa dawîya mihê, hat û
krîza kirya xanî û av û elektrîkê wê dest pê bikê.
Rengên buharê di
riya di navbera wî bajarî û devera wî de, ne bi rengînî xuyanî dikir, û
ramanên wî jî tevlî hevdibûn! mij û dûmanê reþa xwe li pêþeroja wî di
pêça, gelo kû ne nivîskarek ba lê belê hostayê xanîyan, yan jî ên patoza
ba wê jiyana wî ne tekûztir û çêtirba?
Dilê wî bi belengazî di
sebeta sînga wî de lêdida, û melûlî di herdû çanvên wî, bi hesanî
dihatin xwendin…. Pêlên germî û sarîyê canê wî di sipartin hev û
heyecanê di kûranîya xemgînîyê de ew perçe perçe dikir! Jiyan di rûbarî
herdû çavên mest û melûl bi rengekî reþ û ne zelal, û nejî sazkar û bi
ronahî, dihate xuyanî kirin û di vê derheqê de xameya xwe tawebar û weke
polekî bê nirx didît! Û weke seqetekî ku nama xwe nikaribê
bighînê û di nîvê rê de, beravêtî bibê, qurmiçî, û nîvco bimînê? Dîsa didît?
Û
ew peyva ku digot: Hêza xamê ji a çek û sîlehan bêhtire? di wê kêlîyê
de ne gelekî tekûz û dirist didît!!?? (Tevlî ku di jiyana xwe a nivîsînê
de û bi xama xwe û li ser rûpelan, sînor û dezgeh, tevde derbas dikirin
û tu rûbarî li pêþ wê nedidît).
Moralê wî di riya vegerê de ku
dostekî wî ne bitenê ew qedandibû, lê belê, firavîneke xweþ û bi tewaþ
jî dabû yê, û ew bi kêfxweþî rêwingî ber bi bajêr ve kiribû; hebekî hate
guhertin û rengên wênê, pêre pêre ew jî li pêþ çavên wî, dihate
guhertin û nûjenkirin? Rengên reþ û domanî dest bi zelalbûnê û
xweþikbûnê dikirin, û Aso yê jî nûve xwe li pêþ çavên wî, eþkere dikir.
Zinglê
telefûnê di bêrîka wî de bi xurtî lêdida, dema bi peyatî û li bayê
lezê, riya di navbera Termînala otobîsê û çarçiya bajêr de bi kinayî qut
dikir……
Elo diya Bêkes çiye? Tu li kûye? Va ez gihiþtime bajêr? Û
berê min li cihê þandina pirtûka ye? Bi lez were mal!... yan tu bighê
ser Bêkes yan na? û dest bi girî kir….
Di cihê xwe de sekinî û
qederekê ma sar û bê deng!?...Destê xwe avête pakêta çixarê û ji bêrîka
xwe kiþand, çixarak jê anî der, pêxist, û dinav diranên xwe de
cût!…Agirê wê di miza yekemîn de weke pizotekî sor bû, û nîvê wê
þewitand!?.Domanê xwe hilda jor, û dû li jorê û li pey; xwe ber bi ba
kir û belavkir… Aso ….ji reþî û domanî yê, vê carê, bi temamî li pêþ
çavên wî nema dihate xuyanî kirin, û bêhemd ber bi malê de vegerî û
bezî.
Di wan çend roj û þevên ku bê rawestan, li nexweþxanê û li ber
serê Bêkes qedandin, û bi zehmetî bijîþkan, ew ji mirinê
vegerandin!?...Bavê Bêkes, ne tenê kirya þandina pirtûkên xwe, li ser
kir, lê weke wan jî bi ser de deyn dikir!?.
