Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bb Eser! Ez Cahda xwe ji Beriya Mrdn, Drika iyay Maz iyayn Barzan Tnim

 


Konê Re

Di roja 21/2/2023, 24 sal di ser banga Saziya UNESCO, ku 21ê Sibatê ji her salê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” be, derbas bû. Bi vê helkeftinê min careke din ew gotarê ku nivîskar Bûbê Eser, bi navê: (Konê Re vê cahdê ji ku tîne?), nivîsandibû, xwend.. Bi xwendinê re, ez pêre pêre li bajarê wî Dêrika Çiyayê Mazî, vegeriyam; Qedrî Can -nûxuriyê kovara Hawarê- û herdu nivîsên wî, di hejmarên 1-2/ 1932an de ku, dûrbûn û bêrîkirina xwe ji Dêrikê re diyar dike û Apo Osman Sebrî lê vedigerîne, di ber çavên min re derbas bûn..


Ev gotina ku Cegerxwîn di Jînenîgariya xwe de wiha pesnê Dêrika Çiyayê Mazî daye hat bîra min: "Bi rastî jêderê ristevaniya min, Dêrik (ebextan) bû; jêder peyxam û pêveçûna torevanî û ristevaniya min bû. Wê, jîn, evîn û vîn raçavî min kirin. Wê, ez ji kuncê xwendegehên olperesî dûr xistim. Wê, ez ji taristana hovîtî, nezanî derxistim û gihandim gulena mirvperwerî; jîna civakî, bi min pîroz kir..". Û gelek tit û mitên din ku bi Dêrikê ve girêdayî ne hatin bîra min, wek navên wan malbatên kurd yên ku di Beriya Mêrdînê de dijîn û bi navê Dêrikî an Dêrî didin naskirin. Ew jî di ber çavên min re derbas bûn û min di dilê xwe de got; xwazî carekê, min serdana Dêrika Çiyayê Mazî kiriba.
Dêrika Çiyayê Mazî; ev bajarokê biçûk yê ku têr welatperwer û rewenbîrên pêeng e; di serê wan de Qedrî Can bavê helbesta kurd ya nûjen, Reîdê Kurd, Elyas Efendî, Edip Karahan xwediyê rojnameya Dicle-Firat û.. û nivîskar û romannivîs Bûbê Eser xwediyê van pirtûkên giranbuha: Barzan digirî, Gardiyan, Dîroka Rûre, Qêrîna Barzan, Enfal û Jenosîd.. Berî çend salan dema ku min pirtûka wî (Barzan digirî), xwend, niqutî dilê min ku ez gotarekê bi navê: (Jana ji Dêrika Çiyayê Mazî ta Çiyayê Barzan), binivîsim, lê sed mixabin ji ber rewa awarte nesîb nebû.. Va îro bi min xwe e ku van gotinan dinivîsim.
Bûbê Eser; yê ku salên dirêj ji temenê xwe di zindanan de derbas kiriye.. Min û wî sê caran hev dîtiye; cara pêî di festival Cegerxwîn de bû li Hewlêrê, sala 2008an, cara dudoyan di Festîvala Feqeyê Teyran de bû li Wan û Miksê, sala 2010an û cara sisyan di Festîvala Duhokê ya Rewenbîrî/5 de bû, sala 2022an. Di van hersê caran de, em ji hev qut nedibûn û ji hev têr nedibûn..! Dawî, ew vedigeriya Swêda xwe û ez vedigeriyam Qamiloka xwe.. Erê birako! Ew jî ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Fermo gotarê mamoste Bûbê Eser bixînin:
(Konê Re vê cahdê ji ku tîne? Heger mirov ne hezkirê yekî/ê be mirov nikare her roj behsa wî/ê bike. Ji ber vê ye hezkirin titekî xwe zayî ye. Ne ku mirov bi zorê an jî ji bona berjewendiyekê jê hez dike. Mirov dil digire û her ku dihare ew dildariya mirov li hember hezkira/ê me re zêdetir dibe. Naxwasim zêde bi dirêjayê behsa evîn û evîndariyan bikim. Ji xwe her kes vê dizane. Mesela min û mijara vê nivîsê ev e ku vî camêrê evîndarê zimanê xwe, welatê xwe û hêjayiyên gelê xwe, çawa dikare ewqasî behsa wan bike û li ser wan binivîsîne. Heger mirov ne evîndar be, ne pêkan e ku mirov bikaribe ewqasî binivîsîne û hema bêje di derheqê piraniya meselan de me û gelê xwe agahdar bike. Belê ev camêrê ku ez behsa wî dikim brêz Konê Re e. Min û wî me hevdu sala 2008an li festival Cegerxwîn de li Hewlêrê hev dîtibû, ez û brêz Konê Re jî vexwandibûn wê festîvala ku me hevdu li wir nasîn. Me bi hevre gelek caran dûr û dirêj sohbetên xwe kirin. Me bi hevre wêne kiandin û mala wî ava be carna bi belavkirina wan wêneyan ew wan rojan tîne bîr min. Ez wê demê bi nasîna brêz Konê Re gelekî kêfxwe û ad bû bûm. Lê min nizanî bû ev camêr deryayek ji derya wêjeya kurdî û xebatkarê wê ye. Heger ew ne evîndarê edebiyata xwe ba, wê nikarîba ewqasî binivîsanda. Wê nikarîba hemî ev û rojên xwe ji bona vê xebatê terxan bikira. Brêz Konê Re bi hebûna te dilê me xwe, çanda me ge dibe. Bila tu her hebe û vê xebata tu ji bona gelê xwe dike berdewam bî. Heger îro ev xebatana neyên dîtin dê sibê, li her çar perçên Kurdistanê gelê te xelkê te, dê behsa te bikin). Serbilindî û anazî ev e û te ev bi xebatên xwe yê hêja kire malê xwe. Loma careke din te pîroz dikim ku tu ewqasî ji gelê xwe, ji edebiyata wî û ji hebûna wî hez dike).
Mamoste Bûbê Eser! Ez vê cahda xwe ji wan kesên ku bi zimanê Cizîrî, Xanî û Mîr Celadet Bedirxan diaxifin tînim, ji daxwaza xelkên Qamilo û Amûdê, Amedê û Sêrtê, Zaxo û Duhokê, Ormiya û Mehabadê ku azad û serbest bijîn tînim.. ji hisreta wan lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welat de rijandin tînim, da ku careke din berfa li ser çiyayê Agirî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn û Dêrika Çiyayê Mazî bi xwînê sor nebe, tînim.. Erê birako! Da ku keç û xortên vî welatê birîndar bi atî û aramî bijîm û her yek li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, li ser Zîna xwe, Xeca xwe stranan bibêjin û Edûla Temir Paayê Millî, bê tirs li ser Derwêê Evdî binihirîne.
Erê, ez hêz û cahda xwe ji gul, kulîlk û nêrgizên Kurdistanê distînim, ewên ku ji zimanê dayka min û te fam dikin, ewên ku, ez û tu û wan bi yek ûrî dikevin û bi yek ûrî radibin, ewên ku ne ji wan be ez tu tine ne û em û hebûna xwe di hebûna wan de dibînin.. Erê birako!! Ez cahda xwe ji Beriya Mêrdînê, Dêrika Çiyayê Mazî û Çiyayên Barzan tînim.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark