Konê ReşBeriya Mêrdînê bi bûyerên xweş û nexweş dagirtiye.. Li gor salên dîrokê gelek rûdan û bûyerên wê nehatine nivîsandin. Bi min xweş e ku ez vê bûyera komkujiya gundê (Hazda Jorî), ya ku di sala 1926an de lê qewimî ye, hema wilo bi kurtî, ji bo we bêjim. Erê ev bûyer gundê Hazdê yek ji bûyerên Beriya Mêrdînê ye. Ev gundê ku dor 5 km Rojhilatî Amûdê dikeve û dor 20 km Rojavayî Qamişlo ye. Sala ku ev bûyer lê qewimî ye, gundekî ava bû.. dor 60 malî têde hebû.
Di destpêka çerxê Bîstan de, gundê Hazdê bi serokatiya
malbata Delî ji gundên sereke yên eşîra Mêrsîna dihat hejmartin, digel
gundê Topiz bi serkatiya malbata Xello. Di wî serdemê de, ev gundên
eşîrên ku li Beriya Mêrdînê di herêma Amûdê de bûn, hem bi navê xwe û
hem bi navê eşîrên xwe dihatin naskirin, wek ku çawa Amûdê bi navê
Deqorya, Zorava bi navê Bûblana, Xerabkortê bi navê Temika, Moza û
Gundor bi navê Milanên Xidir Axa, Sinceqa Hecî Saadûn bi navê Badîna,
Sebahiyê bi navê Gabara û Hazdê jî wek ku min got bi navê eşîra Mêrsîna
dihat naskirin..
Wek ku diyar e artêşa tirkan Alayê Mêrdênê di Sibata
1926an de, gundê Alaqemşê şewitandin û di encam de gelek mêr, jin û
zarokan hatin birajtin û kuştin.. Seydayê Cegerxwîn di pirtûka xwe
(Folklora Kurdî) de, hejmara wan kuştiyan digihîne 1431 neferî, hem jî
helbesta (Pîra Torê), li dor wan nivîsandiye.
Piştî ku ew artêşa
tirko di dawiya Gulana 1926an de, bi paş de vedigere Mêrdînê. Di vegerê
de digihêje rastî gundê Hazda Jorî û serleşker nas dike ku gundekî kurda
ye, kurd tê re derbasî Serxet û Binxetê dibin, emrî leşkeran dike û
gund didin ber topan û guleyan.. Di encamê wê êrîşa wan ya bi kîn û
hovitî de 22 kesên kurd yên bêrî têne kuştin û gelek birîndar dibin.. Di
nav wan kuştiyan de Hisênê Eliyê Delî û birayê wî Mehmûd, Mele Hamid
bapîrê nivîskarê Kurd Bavê Nazê û hin ji xirîstyanên gund, digel ku
gelek jî birîndar dibin, wek Emso Meyrmçî ji xirstyanan.
Hêjaye
gotinê ku yekemîn car seydayê Cegerxwîn di vî gundî de melatî kiriye û
Mîr Celadet Bedirxan di dawiya sala 1932an de, hatiye vî gundî ji bo
dîtina wî -Melayê ku helbestan bi Kurdî dinivîsîne-. Li vir ev pirs tê
bîra min; çima Cegerxwîn tiştek li dor Hazdê jî nenivîsandiye, wek ku li
dor Alaqemşê nivîsandiye?!
Qamişlo 14/1/2023