E. Nesîn wilo şirove dike: Dema ku mirov bûyer û çîrokan dubare û
sêbare dike, îca ji xwe bawerdike, ta ku demek tê ev mirov dibîne ku ew
çîrok dibin bûyerin rast û ji xwe bawerdike wek ku rastî yekê.
Gelek Hunermendên me jî bûne nola wî girtîyê zindanê! Mixabin.

Diziya Awazan, stranan (çi perçek jêbe, çi hemî be) di dîrok û qada hunerî de ne tiştekî nû ye.
Çi
li rojhilata navîn be, çi li Ewropa be û çi li seranserî Cîhanê be, ev
tişt çêbûye, çêdibe û ewê hê di pêşerojê de jî çê bibe. Li her deverekê
bi rengekî tawanbar dibe û cuda cuda mafê Hunermendan tê standin an jî
binpê dibe. Di dîroka hunera Erebî de ev tişt gelekî balkêşe û pirr çê
dibe, ji dema ciwanîya Hunermendê bi nav û deng M. Ebdulwahhab ve û ta
îro, gelek çîrokên wî jî derketin. Em ji wê ne dûrin.
Tê bîra min bê
çawa Hunermendê Kurd, yê bi nav û deng, Şivan Perwer gef li Ibrahîm
Tatlisis dixwarin, çima ku Î. Tatlisis stranên wî guherîne an jî gotine û
Şivan agahdar nekirîye, dixwest wî bikşîne Dadgehan, û ev tişt kir.
Şivan di virde xwedî maf bû û gerek her hunermend doza mafê xwe bike.
Mixabin li alîkî din em dibînin ku Hunermend Şivan Perwer, Gulîstan
Perwer, Aram Dîkran, Seîd Yûsuf, M. Eli Şakir, M. Ezîz jî di vî warî de
kêmanî kirine, û wan jî mafê Helbestvan û hunermendan binpê kirine, çi
kêm çi pirr.
Di virde min, wek nimûne, navên çend hunermendên kurd
anîye ziman, ew yên ku gihiştine asteke bilind û cihê wan di nav gelê
Kurd de jî pirr xuyaye, li xwe danîn û mafê Hunermendan xwarine, çi wek
Helbest, an jî wek Awaz, mixabin! Ev Hunermend dibin nimûne ji
hunermendên nûhatî re, ev tiştekî ne raste bi nerîna min.
Çavreşî û
zikreşîyek pirr mezin di nav hunermendan de ava bûye, bê ya sitar! Tu
kes ji wan li xwe danayne vê rastîyê bibêje û wilo dighê asta ku mafên
Henermendên ne pir nas binpê bikin.
Bi bawerîya min gelek sedem bo vê
pirsgirêkê hene, belê di civata mede, civata rojhilatê de, çi cihana
Erebî, tirkî û wilo jî kurdî, vedigere bingeha civatê wek civateke
fewedal, ku hê jî di bin bandora eşîret û malbatê de ye. Civat bi çend
rewşenbîran, an jî bi çend Partîyên siyasî, nagihêje asta ku mafên
mirovan bên parastin û rêzgirtin. Çi bingeh hê di civata kurdî de çê
nebûye ku wek sazî û ragihandinên civakî bên bi karanîn û bibin rêbaz bo
parastina civatê bi giştî. Ya hê giring jî eve, ku zagon û dadgeh nayên
bi rêvebirin bi rengekî serbixwe û azad. Piranîya pirsgirêkên civatê
yên civakî bi hesanî di rêya xal û xwarzîtîyê re, yanî malbat û eşîretê
de tên tevdîrkirin, yan jî bin pêkirin.
Ev demeke dirêje, ku min
dixwest, zelal bikim û bidim xuyakirin, ji dema ku Hunermend Sefqan
hevpeyvînek li gel Henermend Faris û kurê wî Osman, di Bername ya xwe
de, Awazên Rojava kiribû, li Qamişlo di sala 2021 de. Mijar hate ser
çend stranên xweş ku Hunermend Fariso ji zûve belakirine bi dengê xwe.
Min ji berê ve bihîstibû ku çend Stran hene bi navê Hunermend Fariso
hatine tomarkirin û qeydkirin, ew stran ne yê wîne, li wî pîrozbe
tomarkirina wan stranan, belê bo çi mafê dahêner tê xwarin! Tev ku
Sefqan di vê şevbuhêrkê de tekez kir û pesenê evan stranan jî da, lê
dîsa Hunemed Faris tekez kir ku ev stran yê wîne, wilo!
Ew Stran jî evin:
Koça barkir

Canê çima ji min xeyêdî
Ezê bêjim bibilînim her seatê li ser te.
Gelo ev helbest û stran kîjan hunermendî afirandiye û kengî?
Wek
hemû dizanin, ev her sê stran bi dengê Hunermend Faris bavê Firas
hatine tomarkirin û belakirin jî, ev tiştekî ne veşartî ye.
Ev her sê
stran, hêjano, çi Awaz û çi Helbest ew yên Hunermend Bedran Derwêş
Faris in, ku ji Gundê Gulîca ye û bi ser Amûdê veye. Ev stran, Hunermend
Bedran bi devê bi xwe ji min re tekez kirî ye, ku di sala 1978 an de
hatine amadekirin û bi awazkirin. Û bêtir ji carekê Hunermend Fariso bi
xwe hatîye Gulîca û ev stran xwestine.
Hunermend Bedran xwedî
dîrokeke nas û paqije, û ew ji kesên pêşî bû ku li Amûra Cimbişê dixist û
li Amûdê û der û dora wê naskirî ye. Gelek caran dide xuyakirin, ku ew
bi xwe ji stranên M. Arif, Aram, Mehmûd Azîz fêrbûye û stranên wan
gotine.
Ev her sê Stranan xwedî bingeh û çîrokin, ku çîroka wan ya
evîneke seqet bû, ku bi serî nebûye. Hunermend Faris bavê Firas vê
çîrokê dizane, mixabin.
Di bawerîya min de eve erkeke mêranî ye ku
Hunermend Fariso xwe rexne bike û vê rastîyê bîne ziman. Herdû hunermend
jî bi nav salan ketine, Xwedê temenekî dirêj bide herduwan, wek ku ez
dizamin ev demeke dirêje tendurustîya Hunermend Bedran gelekî aloze, ne
başe, nikare bipeyive.
Ez hêvîdarim tu kes vê nivîsa min bi rengekî kesayetî negire û armanca min pêşketin û parastina mafê Huner û Helbestê ye.
koça bar kir:
https://www.youtube.com/watch?v=9Y8-35QbpMIEzê bêjim bibilînim:
https://www.youtube.com/watch?v=WXA2o_HcGfgCanê çima ji min xeyêdî:
https://www.youtube.com/watch?v=Gbf5uH4AgMU