Bavê ZozanêÎro 6 Êvareke sar ji wan êvarên Almanyayê di 17 berfanbarê de yan jî- çileyê pêşîn- ji sala 2022an de min tabloyek balkêş li pêşengeha Dr Saif Daoud li Bochum ê dît.
Yekser meteloka kurdî-Zikê têr hayî ji yê birçî nine -anî bîra min,bi rastî tablo bi xwe di axivî, bi rengê reş û gewrê tarî hatibû çêkirin ,tablo di çarçoveya xwe de du mirov hembêz dikirn yek jê mîna kalekî 70 salî xuyanî dikir ku rahiştibû jiyanek tevahî êş û xemdarî û westandin, yê din jî nêzî wî wek gênecekî nû hatî me ew didît ku eynê
temenê kalo bû lê xuyabû ku jiyana xwe di xweşiyê de bûrandibû ,di wê
asta ku ti carî bi rewşa hevalê xwe nabhîze loma hunermened ê me wek
dîwarekî qalind ji reşiyê di nêvbera wan de avakiribû.
Bêguman
pêşengeh dagirtî bû ji tabloyên renge reng ,qeşeng,hemî watedar bûn,her
tabloyek çîrokek wêjeyî ji dîdevanê xwe re digot , ji xwe dive em jibîr
nekin ku şêwekarê me Dr Saif Daoud pêvî ku Dr û endezarê Giyologî ye,
helbestvan û çîroknivîse jî, ku bi navê Lewend Dalînî dinvîse, ji
prtûkên wî yên çapkirî Keziyên mijê Helbest 2019 û Ramenk çîrok 2012.
Ez
naxwazim li ser hemî tabloyan pêşengeha bochum ê bibêjim lê tabloyeke
din jî çîrokek dî ji mere digot ku ew jî mirovê ducanî (avis) bû ku
hevjîna wî biryar dabû: Dive vê carê ew ducanê bibe ta ku mêr jî bi
rewşa jinê bi westandina jinê bi êluezaya jinê bi hese ,wisa jî azar û
êşa zabûnê bibîne ..Wiha jiyana wan birêve çû ta mêr kete mihên xweyî
dawîde, hevjîna wî poşman bû rengê wê hat guhartin, şipê li nik mêrê xwe
ma sekinê xwe di xemuxeyalên kûr de winda kir -çilon ezê vî navê
pîroz(Dê) bi hesanî radestî mêr bikim?.
Şêwekarê me Dr Saif
Daoud di 21 gulana 1960 li rojavayê kurdistanê ji dayik bûye , li bajarê
Qamişlo sala 1978an de lîsa xwe qedandiye, xwendina xwe ya bekeloryos
li zanîngeha Şamê sala 1982 tewa kiriye.Li Sûrî û li welatên kendavê, li
Tirkiyê û li gelek bajarên din kar û xebata xwey pisporî kiriye. Dawî
bawername xwe ya bilind li welatê xerîbiyê stand û niha li Elmanya-
jiyana xwe berdewam dike.
Ji aliyê hunerê ve Dr Saif Daoud
dibêje :Ez xwe di dibîstaneke şêwekarî taybete de nabînim ,ez wek
hunermend şêwazê xwe yê taybet di tabloyên xwede bi kar tînim,ezmûneke
minî cuda di vî warî de çêbûye,qunaxên dirêj ji hunera hevdemî ya
Ewropî bi kar tînim û hunra nûjen jî ya ku piştî modernîtiya Ewropî ez
hayî lê bûme ,ez haj ji van çirokam tevan heme lê wek min got ez bi
rengê xwe êş û azarê miletê we pîşberî şopanvanên xwe li ser bênderê
radixim.
Çîroka şêwekar Dr.Saif Daoud bi dawî nayê di demeke kurte li welatê Almanyayê sê pêşengehên bi rêk û pêk lidar xistin
1-Pêşengeha Köln ê, di bin navê Rewabêjiya rengan di yekê cotmeha 2021 lidarket , du rojan berdewam kir.
2- Pêşengeha Mönchengladbach ê 23 cotmeha 2022 hate pêşendan, di bin navê herkîna rengan sê rojan berdewam kir.
3- Pêşengeha Bochum ê ji 17 çileyê pêşîn 2022 li dare, dor heftîyekê wê berdewam bike.
Ji
xwe berî van jî,şêwekar Saif Daoud du pêşengekên din li welêt ava
kirin, yek li paytexta Sûrî li Şamê û ya din jî li bajarê evinê Qamişlo,
ku nivîskar Xerîb Mela zelal wisa li ser Saif Daoud dibêje: Ew
pêpelûka derkeh dişkîne ta ku li rewanbêjiya cudakina xwe guhdarî bike.
Karê
hunerî ji can û dem û xwînê pêk tê ,loma jiyaneke xweser ji êş û ked û
xemdariyê ew nîşan dide, dive ku pêpelûka dergeh bişkîne dema ku wek
tayekî zirav xuyanî dibe. Yan jî ji şabûnekê , ji bihinkişîneke
evîndariyê ku wî hilde bal ezmanê dehan ve,ez vê yekê dibêjim û ez nêzî
li huner û karê Saif Daoud dikim,ew karên ku li vê pêşengekê pêşkêş dike
ku ew tirsdara liser babetên revandî ji welêt, zindana mezin, wisa nêzî
bûyerên sereke dibe bê ku dûriyê ji wan eşkere bike û bê ku bihêle kar
qeşengbûna xwe winda bike, ew dizane wan çawa hilgire wisa dizane jî ku
bûyerên mezin û sereke karekî hunerî mezin çênakin loma bi hayjêbûn
nêzî wan dibe wek ku ewan di nêv karê xwede direvîne…
Bi navê
yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriyê çilo me gurzek
gul ji rengê xwîna kesk û rojê ji hêja Saif Daoud re diyarî kir wisa jî
em serkeftineke gulgulî jêre dixwazin bi hêviya jiyaneke xweş û
temenek dirêj.