Çanda cudabûnê kedek e zanyarî ye biciyawazî û berzkirinek e
bedew e ji pinca hatinrêziyên bala , û afirandinên bi nirx re , û
derpirandinek e bêtir e ji dayîn û pêkanînan re û parastina jêgirtiyê yê
ku bi rêya wê qameyên jiyanê li cem gelan bi rêya afirandinê aşkere û
pirreng dibe, bidawîkirina sitemkariyê, û parastina mafê mirovan.
Û
ramandin ji navdariya berketvan e ji henas re û ji gewrebûna hebûn û
hinirên bedewbûnê , û çi rê ji bo yekbûn û yegirtina civakan re nîne ji
bilî bin siha zanînê ,û yekbûna a ku em binav dikin wateya wê nemana
sedemên awanteyê û wêraniya nirxî ye, û ne watekirina wê, rakirina
rolên bijarde ,reng û pêkhatiyên civakî ne yên ku bi taybetmendiyên xwe
ve ligel hevdû jiyan dikin.
Ew bend dihêlin ku barê jiyanî bêhtir
bibin, ji ber ku tof, rageh ,ol û netew rengên ku dilxwazê dadmendî û
rehetiyê dikin , eger ku em sedemên çêbûna wana di nav xelkê de bi
rastî vekolînin, ji ber vê yekê zanyar dixebitin li ser aşkerekirina
zanînê mîna tevinekê van rengan dinixumîn e ta bihêle bêhtir bedew,
çirûsîn û zelal be.
Fermandariya comî zêde sitemkarî û
bindestkirinê ji bo bijardeyên civakî re diçîne, û fermandariya ragehî
nezanî û gelaciyê tîne, û fermandariya olî tund û tojî û sertiyê tîne, û
rê ji bo azadîbûna vînan ewa zanîn e, û zanyar dikevin e pêşbirkê ji bo
gîhandina evînê a ku nûnertiya zanîn û hebûnê û doza hezkirina wê dike.
Zanyar
li ser hizirkirina hebûnê, û vekolîna zanînê û berdana hezkirinê di nav
xelkê de li hev dikin, ji ber ew rêyek e ji bo vegera mirovê hişmend li
şaristaniyê, cudabûn û hatinrêzê, û ji ber ewa tek tiştek î lihevhatî
ye, berhinde xêr ji hebûnê ye û bedewbûn zanîn û evîn e .
Nexwe evîn perestoya nirx e û ji hebûnê re vedigere yê jê zanîn dibişkive a ku zanyar armanca wê dikin.
Zanyar
têkilek e ji cotbûna evîn bi hebûnê re bi rêya mirovê berketî û çaxê
ku alavên xwe bikarbîne ji têgihiştina vê felsefê wê bê naskirin bi
mirovê zanyar û wê bibe ji rêxistina zanînê, ji ber hinirek e naye
tunekirin ji avakirinê û sîstemê saz dike.
Mirovê niha baweriya
xwe bi evînê nema ji ber wê dest bi darêjdankirina wê kiribû, lê zanîna a
ku li ser hezkirina heyînê avakirî ye me dihêle ku em bi dû ramanên nû
bikevin ji bo jiyana me, ji ber ku bîngeha a em ji xwe re ava dikin
bîngehek e rastîn e.
baweriya a ku bêcanî û winda nabe û yê ku
timî diyar dimîne bi ferehiya gerdûn û jiyanê: ewa zanîn e a ku asoyên
mirov vedike û dihêle rewanê wî nêzî sirûştê bibe, sirûşta a ku Zerdeşt 1
hezkiribû û vê yekê Nîtşa behsê kiribû di pirtûka xwe yê ciwan de bi
navê ( wisa Zerdeşt axivî) , û evîn nemir e, nemiriya yekbûna tûximê bi
giyanê ve, û ew di zanînê de cîgir e û bi yekbûna hebûnê diyar e .
Zanîn
ew nirxa bilind e a bi rêya wî bangên mirovahiyê teva bi yek dibe, û
bîrdoziya gelemper e ji ber guherbar û guherî ye, lê bîrdoziyên
cîgîrbûyî dîlgirtî serdem, kom, û bijardeyê xwe ye , yên di
berjewendiyên xwe de girtî ne, û ew bîrdozî tim rastî xirakirin û
xarbûnê tê.
Binema li ser zanînê radibin, zanebûna a ku hinira
guhertinê sînordar nake, û ne mebest bi binemayan helwestên niha ne , yê
cîgirbûyî di evînê de ewa dayîn e, ji ber ewa navdariya hebûnê ji me re
ye, û em fêrî dayînê bi zanîn û evînê dibin.
Evîn ew zanîna a ku
namiçiqe, û rê ji bo jiyana nû li gor dîtina zanyaran ewa lêkolînkirina
mirov e û xwarinkirina wî bi sedemên hezkirina wî ji hebûnê re, heta ku
mirovê zanyar eger naverokî an zanyarek î giyanî be , herdû jî bi
xuristî û lihevhatina evîn û xweda bawer in ji ber ku ew dûmahîka
têgihiştina gerdûnê ye, û zanîn di henasê zanyaran de lagirtin,
goşegîrkirin û bikevirbûnê têkoşîn dike.
---------------------------
1-
Zerdeşt li navçeyek e ji rojhilatê kurdistanê ji 3500 sal jidayik bûye,
û pirtûka pîroz ji ol re binavê Ebistaq an Evista ye, bi zimanê kevin
hatibû nivîsandin û jê zimanê Kurdî pêkhat.
Zanebûn mirov ji
lawazbûnê balatir dike , ew şoreşek e li hember darêjdankan e, û
afirandina alavên yên pêşketina karbînîbûyî diafirîne,û ji mirovahiyê re
ragehên jiyanê û reftarên wê berhem dabû, lêbelê beranberî vê yekê
ramandin û dagihêjî kiribû jêre bîngehekê ji bo berdewamkirina jiyanê û
ewa felsefa bi armanc e ji azadiya mirov û diyarkirina rastiya şadiya
wî re bi rêya yekgirtina mêjî û dil yê ku ramanên pak tînin.
Û bawerî bi evîn, hebûn û zanînê ji bo zanyaran e û her zanyarek î ji xwe re rêbazek î hildibjêre ji bo bişanhildana evînê.
Ji
ber ku zanîn ji berhemê keda mirovahiya hişmend e, û pergalên netewî yê
ku li ser rêbazek e ronakbîrî diçin lê bîngeha xwe li ser dûrkirinê
cîgirbûye, û netewbûna erdnîgarî lawaz e di hundirê kesên xwe de tiştekî
neçandibû ji bilî dûbarekirina sloganan û razana li ser xewinên lawaz û
pesinvaniyên donkîşotî , û rewanê zanînî girstirîn hinirek e ku dikare
jiyanê ji nû ve weşan bike di giyanê netewên xwe radestkirî ji temara
serberjêrbûnê.
Şofînizma netewperestan û nijadperestiya wan
ziyanên bi du hevdû ji netewan re anîn û ew netew ranabin bê hezkirin û
hevnasînê di vê hebûnê de, û zanîn xwenasînek e zanyar e ne ya netewek î
bi xwe ye ji bilî ya din, û ewa xebatek e bi rêk û pêk e û şoreşek e
keftikî ye dijî ropartên derewîn bi hatinrêzên sexte ve, û rabûna
netewan e bi serhildana wana li hember binaxkirin , mirin û sitemkariyê,
û dijwartirîn girêdan ew a , girêdan bi zordarek î re , û sertirîn
koldan e , koldanbûnên me ji bo gurandina gelên yên berketî şiyarbûnê
bûn piştî serdemên razan û xumamiyê.
https://youtu.be/aGFMM0--CTw