Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Avabûna zanyarî pêşeroja heyînê ye

 


Rêber Hebûn

Zanyar îro bêhtir dikarin rewşa çavbirçîbûnê a ku çavên xelkê kor kiribû kedî bikin û ev wana li sirûştiya malgirtin û desteserkirinê dihêvoje, û bi rêya li peyketina bi dû banga zanînê a mirov dihêle ku rastîn be, û ewa pêşî û berî her tiştî berketina xêrê ye û xebat e ji bo dehfandina wê mîna erkek î zanyar aramanca wêna başkirina dîmenên jiyanê ye.


Û zanîn yê em wê binav dikin ewa tekûzkirina têgehî ye a ku bîrnasê xuristî pê mijol dibe, di pêraxistinê de , ji bo pêkanîna xwestekên xwe yên berketî, yên meyldariyek e dijwar ji guhertinê re aşkere dikin, û dûrketin ji çi tiştê ku mêjî tevlîhev dike ,û dihêle ku bi şerûdiyên sertiyê bê kelepçekirin, û bandorkirina ne berketî bi kesên din, yên mijol dibin bi belavkirina nirxên neyînî yên ziyander û rewayî dan e bihaneyên bêkêran beranberî dûrketinê ji giyanê tevgerê , berhinde alava mediykar dixebite, ji bo belavkirina raman û ecnîdeyên xwe yên taybet ,bi kontirolkirina mêjî û kedîkirina wî, bi encamê wêna mêjiyek stûxwar dikeve dewsa mêjiya şîrovekar, yê guman dibe û dikare tiştan ji hevdû veke, mêjiya stûxwar yê tiştê ku alava mediya bi zîrekbûn û jîrbûn belav dike werdigre, û rastiya ku zanyar berz dikin di henas de cîgir e, û dikare tiştê ku ji derveyî gumanbûnê pêkbîne, eger ji henas re zemînek e sirûştî û hêsan bête peydakirin, ta bibe rêgir li pêş girêdankirina berketinê bi nediyarkirinan, yê desthilata serkotker xebitî li ser sepandina wê li ser bijardeya ciwan , ta ku wan têxe di xefka tembelîbûn û pêşwazkirina ramanên yên xizmeta wê dike û nakeve di karguzariya mirovê yê berve baştirînê bi hemî raberî û berketiyên xwe diçe, berhinde yê zanînê û pileyên wê ya xuristî digre, bêhtir dikare wateyên xwesteka sirûştî têbighe, a tê berzkirin bi seyrana derbasbûnê berve baştirînê, û malgirtina bedewbûnê bi rêya ramandinê rehetiyek e mezintir li pey heye,û nêzikbûna ji nû û şoreşê li ser her tiştek î tebitî û asêmayî ewa bîngeha zayîna ramanên baş û nû ye, û bi rêya hebûn û evînê em xwedê nas dikin, û em dinasin ku çawa bi erka mirovî rabin, û di zanînê de armancên bilind pêktên û koçeriya xelkê û dirindeya wan tê jêbirin û dîtinên wana balatir dibin berve jiyana sozdayî bi hemî xêr, maf û bedewbûnê ve.

Tiştê herî ku ziyanê dide mêjiya xuristî dema bi hebûnê dirame ewa tiredînkirina tiştê nû ji ramanan û biçûkirina nirxê karkeran ji bo tevgera guhertinê li pêş dehfdin.

Û pêvajoya girêdana xebat bi nirxê ve, beranberî wê ye girêdana di navbera zanista a ku ranaweste heta sînorek î û rewişta a ku nêriya çavbirçîbûn û xwedîtinê li cem afrêner kedî û celew dike û bi awayekî xuristî û bi xwe wî berhelist dike, ta guman neke ku tiştê ew diafirîne nikarbûnek e wekî wê çênabe.

Û tiştê baştir timî armanckirî ye ji komên yên ji rêbazbûna lêkolîner ve xizan in, û ev tişt ji lêkolînerê meraqdar jiyanîbûnê distîne, dema bi tilîlî û çepikan tê xapandin, bê ku li berçav bigre ku afirandina zanyarî geregiya wê bi bêalîbûn û babetiyê ve heye ,wî dihêle bighe li tiştê ku ji maf derdikeve, û herwiha destkeftî bi serdikeve ligel berdewambûna nameya hiş di ronakbûnê de, bê ku xwe deyne ji mirovên yên ku ti nirxî nadin başiya afrêner û bi nirxê afirandinê û berdewamiya wê bi derbasbûnê felekan hest nabin .

Û zanîn bîngeha wê tûxim û giyan e yekgirtî ne ji bo afirandinê, herdû jî evînê pêktînin di henasê mirovê hişmend de, wisa em dibînin ku evîn ew xwegêra a ku pêradixîne ji bo afirandina rêxistina nirxên rewiştî bi giştî, û rola mirovê zanyar ku bibe yek ji berzbûnên şaristaniya gerdûnî avadanî û giyanî ji bo rizgarbûnê ji perestî, efsanîbûn û bêcaniyê.

Têgihiştina rewşa mirovî bi pêdivî û sazîbûnên xwe yên civakî, dîrokî û aborî peywerek e pêşî ye ji hurmetbûna hemî taybetmendiyên mirovî ne û bi zanînê çêdibe ku hatinrêz bên e çalakirin ne qelskirin û dorpêçkirin bi rêya zorengên berdewam yên nayên rawestandin an cîgirkirin, û bi rola a ku li ser milê zanyar, çêdibe ku girtinhevî tenê di çarçova têkoşînkirina paşdemayîn, sertî û nexweşiyê de be.

Zanyar dibînin ku yasekirin karekî berketî û xuristî ye ji hebûn , evîn û zanînê re, berhinde yaseyên xuristî a ku ji pêdiviya pêşîn hatiye wergirtin beşdar dibin di binyadkirina jiyana bi armanc a ku xelkê dihêle ku heyînê nas bikin û piştre berketkirina xwedê bi rêya evînê û vekolîna daçûnên wê.

Û ramanên herî kirdeyî ew ramanên yên ji rewşek e cawîne zayîn dibe, û kêşeya mezintirîn yên li pêş zanyaran disekine ew biveya a ku gefê li ser pêşeroja hebûnê dixwe bi sedema cengên yên xwediyên diravê û hatina diravî saz dikin, û encam bi diyardeyê ve girêdayî ye, û tiştê ku diqewime di destpêka çêbûna diyardeyekê bi encamê ve guhertinên çêdibin li ser cîhanê teva û pêşî bi parçeyên wêna destpê dibin, û armanca erênî a ku bi encamê ve felsefa cudabûnê derdikeve, ew tiştê ku zanyar hewildidênê taku encamê wê çinî bikin mîna têgehên nû dewsa têgehên têkdan, dûrkirin, gelemperatî û setemkariya zordar, û alava sincî a tebitî li ser saxkirina giyanê hezkirinê a ku di berketina baş de cîgirbûyî ye û ewa raya zanînê di jiyankirina hebûn û avakirina wêne talankirin û gemarkirina wê , û parastina rêbaza zanyar ew tek hêvî ye ji bo rizgarkirina destkeftiyên şaristaniyê a ku zanyar mizgînî pê dan ji kevinê kevin ve.

Û jiyan heye bi rêya berketina mirov jêre û zanîna wî, û peywendiyê bi a din re ewa destikek e ji têgihiştina pêwîstiyan bi giştî û qedandina wêna.
 

Û lêgerîn ji henas re bi rêya zanîna hebûna dewlemend e a şaxdayî bi bedewbûn , pirsîn û mijolbûnê ve pêktê, û ewa ji taybetmendiyên zanînê ne a bi rêya wê mirov encam ji rêyên jiyankirina hebûnê digre, ji ber vê yekê yekem diyarbûnên mirov bi qonaxa meyînê destpêbûn e an ketina ramanê ji bo diyarkirina tiştan, û ligel mijolbûnê mirov gîhiştibû diyarbûna êgir û bi rêya ji xwe pirsînê felsefa xuristî çêbû ,bi nasîna her çar hêmanên hebûnê ji av,ba,agir û ax ve , û xweda nas kir piştî ku bi hebûnê ve ramî bi rêya naskirina parçeyên hebûnê ta gîhişt e tek xwedayekî, cîhanê afirandibû, bi rêya mijolbûnê yê ku rê vekir ji bizaftina tevger û yekîtiya jîrbûna dîtinî bi a kirdeyî re.

Û zanyar evînê dibînin rastiya xweda di hebûnê de, û ewa xwestek û dilhilavêtin, û hêvî ye bi guhertina tiştan ve , û şoreşê li dijî hestbûna bi mirin, reşbînî û radestbûnê, û afirandina jiyanê her car ji bo naskirina zêde ji nepeniyên heyînê û nehêneyên wê bi rêya zanînê û xwe bi çekirinê bi evînê, û ev yeka aloziya a ku ji tevlîhevîbûn û rewrewkan encam dide qelstir dike, û hezkirin encamekê tîne holê ku mirov rehet e û hebûn jî rehet e eger armanc wergirtina pileya rabûna lutkeya a ku naqede be û ewa zanîn e.

zanyar berve xewinê diçin taku pêkbînin , ji ber ku ewa bîngeh e ji tiştê ku pêdivî çêbibe, û dibînin ku ti rê ji bo jiyanek e nû nîne ji bilî azadiya xwestin û xewinê ji bo pêşveçûnê, ji ber ku evîn nirxek î bê sînor e ji hebûnê re tê standin wekî zanînê , û rêjeyî di hinira a sînordar de ye li cem takekesan in bi gîhiştina rastiya hebûnî ve, û rastîbûn ewa yek ji mezintirîn çêkirinên mirov yên tewrî ne, û tişt peyda dibin bi rêya baweriya a ku mirov bi rêya wê nîşan dide koka yê ku rastiyê dîtiye û pê bawer bû ye, û madem mirov pîvanan diafirîne û hinekan jê nevêtî dike tê wateyê ku ew dikare çareyan berdewam bîne ziman ,û pirsînan bi rehetî berde, taku sazbûnek e nû ji ramanên nû û zanînî piştrast bike, ji ber ku zanyar ji kevin ve cîgirbûna çi ramanê bê a din nikarîbû piştrast bikra, û ramandin û afirandin li cem pêxemberek an ramanyarek an feylesofek î ranewestiya, û hebûn timî perde radike ji ser tiştê veşartî ve bi dîmenek î pilepilebûyî, zanyar hewil didin berdewam wêna aşkere bikin.

Rewşaniya a ku gelek têgehên gotûbêjî berhem dabûn, dibû encama hewildana mirov ji bo rizgarbûnê ji kedxwarî, û mizgîndanê bi rola evînê di berhemdana têgehên hêza zanyarî a bi armanc ji bo vekolîna navdariyên heyînê ji bo rabûna bi bermaya şariştaniyên dewlemend ve bi herdû hêzên xwe yên tûximî û ramanî ve yên li dor wê zanyar dicivin mîna sînacekê li dor hebûnê, bi rêya rêxistinkirina a ku mirov ji belavbûn û windabûnê diparêze, û encamgirtin ne ji nivîsandina şîretnameyan li ser depan e bi qasî ku em bi rêya wê gewrebûna hebûnê dibînin bi herdû şaxên xwe yên beranberî hevdû : evîn û zanîn ê .

û gelek caran em dibînin pêkanîna rêgezek e rewiştî an hînkerî dadmendiyê dide tiştê ku em pê bawer dibin, û pêwîst dîtin û kar hebe, û zanyar kerkerê jiyanê ne bê dep û xemilandin, ji ber bawer dibin ku ew hinirek e sîndordar in bin siha civaka a ku bi xwe pêkanînek e bin sihwana hebûnê , û xwestin ew

zanîna hewildar e berve parastina heyînê a ku divê hemî zanyar ji bo wêna bikevin pêşbirkê ta ku bihêlin bedew bimîne, û ev pêşbirka dan û standina xweş berve sivîlbûnê diyar dike û pêkanîna hemî pêdiviyan ji bo qurbaniyên şer û bobelatan ji bo avakirina bîngehên şaristaniya zanînî li hemî deverên cîhanê..

û xwesteka zanînî her dimîne bi berdewamkirin û hewildana zanyaran berve têkoşîna li hember sitemkar û tundirewan yên wêranî û çavbirçîbûna wan gîhabû her avabûnê, lê çi tişt ji bermaya bedew ji neviyan re di hebûnê de hiştin ?!

Û hebûn şopa hewildaran ji bo avakirina wê ezber dike, û hemî bergirê erdê ji destpêka dîrokê ve mirin ji bo wê biparêzin, ewan yên ragihandibûn diyardeya zanînî a wateya wê serxwebûn û azadî ye, serxwebûna ramandinê, taybetmendî û rengê civakî berve pêşveçûn û cudabûnê a ku li ser hemî komên mirovî tê sepandin, û mercên jiyana rastîn piştrast dike,ji ber ku pêşdebirin diyardeyek e xuristî ye bi hemî jindaran ve peywendîdar e, ji derve û naverok de ,di çarçoveya pêvejoyek e giştî geşepêdana biyolocîk û deronî li xwe digre bi pergalê yekgirtina rewan bi naverokê re..

û bawerî bi jiyanê nîşana xwe perwerdekirina henas e li ser nûnertiya yeksanî û jinavbirina têgehên pevçûn û durûtiyê û afirandina rêgeza jiyana nûjen di bawerkirina evînê mîna ku Zerdeşt li pey ketibû, û sofîkar Mihyadîn lawê Erebî 1 navdartirîn mizgînvanê bi diyarkirina bîrdoziya ketîbûnê a tê naskirin bi yekîtiya hebûnê û a dibêje:

Ez bi ola evînê bawer im eger li ku be
gavên wê ewa ol û baweriya min e

û hemî zanyar bin siha hebûnê pabendî evînê mîna olek e giştî dibin, ew ola a ku pêdiviyên ramandin û mijolbûnê ji hebûn û zanîna wê kom dike bi rêya felsefa tevgerê, ji ber ku jîndarê mirovî di nav de berketî rewş û sazîbûnên civakî dibe, li gor gengeşeya jiyan û zorengê berve baştirînê , bi rêya pêgirtinê bi rastiya hatinrêzê ji welatê mezin re a tê diyarkirin bi heyînê, û jêbirina şerodiyên zordariyê.

-----------------------

1- Mehemed kurê Elî kurê Erebî a Hatimî Etaeî Endelûsî , û navdar e bi Mihya dîn bin Erebî, yek ji navdartirîn sofîvanan e , û bi Eşêx Elekber ji aliyê alîgirên xwe ve hatibû naskirin.

Ji ber vê yekê divê tolhildanîbûn û rewanê tolhildanê bête jêbirin, û bawerî bi zanînê bê kirin ji ber ku ew dermana ku me ji wêranî, talankirin, û cengên valahî rizgar dike, yên bi sedema wê gelek qurbaniyên belengaz jiyana xwe ji dest didin, û bicîkirina têgeha jiyanê û parastina wê ji bo hêza a ku jiyanê dike piştgir ji bo têkbirina sazîkarên mirinê û tunekirina wan bi rêya şerê dijî wan bi eynî alavên yên ew bikartînin, yên bi rêyên wê stonên jiyana şad wêran dikin, û belavkirina azadiyê bi jiyankirina çi tiştê ku jîndarê mirovî razî dike, bi rêya jinavbirina kedxwariya saziyên fermandar bi navê ol, berjewendiyên aborî, û parastina pir netew û pêkhatiyan, ji wan hêzên yên ceng û aloziyan ji dewletan re dişînin taku destê xwe deynin li ser wan, û xebatê ji bo cîgirkirina nasnama zanînî a cîgir di naveroka şaristaniya zanînî de li cem gelan bi rêya çalakirina hinirên wan ji bo karguzariya jiyanê , û qonaxa a ku bi rêya wêna zanyar mizgîniyê didin ew qonaxa a ku bidawî tîne li vemirandina hizr ji bo belavkirina zanînê bê malgirtin an cudakirin di navbera civakê de ji bo dewlemendkirina jiyanê û pirrenga têgehên bala , ev yeka avakirina bîngehên nasînê diyar dike û pêşeroja hebûnê binav dike.

https://youtu.be/BUpCC64cJnA


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark