Qamişlo : Kemal Şêxo Werger ji Erebî : Hişmend Ebdilmenan Şêxo
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ku yek ji kevintirîn partiyên tevgera rêzanî ya kurdî li Sûriyê ye dibîne ku pêvajoya asayîbûnê di navbera herdu rêjîmên desthilatdar li Enqerê û Şamê bi daxwaza Rûsiya û piştgîriya Îranê ye piştî civîna Sê alî di navbera serokên Rûsiya û Tirkiyê û Îranê de di dawiya heyva Tîrmeha derbasbûyî de .
Ehmed Silêman Endamê Desteya Rêveber di nivîsgeha rêzanî ya Partiya Pêşverû de dibêje : Ew daxwaza diyalogê bi desthilata serok Beşar Elesed re dikin ji bo çareserkirina doza kurdî ya ku em xebatê di ber de dikin. Herwiha ew amajeyê bi yekê dike ku Rêjima Sûriyê bi bijardeya leşkerî rêyên çareseriyê aloz kirin û deriyê destwerdanên derve di welêt de vekirin.
Ew berpirsê partîzan di axaftina xwe de bi Rojnameya Şerq El-Ewset
re tekez dike li ser girîngiya piştrastkirina Tirikiyê ku rewşa hundirîn
di Sûriyê de tu gefan ji ewlehiya Tirkî re nake.
Ew berpirsê di vê
partiya ku ji sala1957an de hatiye damezrandin dibêje : Ew xebta rêzanî
ji bo çareserkirina doza kurdî dikin di çarçewa giştî ji çareseriya
siyasî li Sûriyê di rêya veguhestina rêjîmeke demoqrat pir netew ku
venasînê bi hebûna netewî ya kurdî di destûrê welêt de bike û mafên wî
yên rewa bide.
Di Berdewamiya Yazde salan ji şerê Sûriyê Partiya
Pêşverû gelek hevdîtinên rasterast bi rayedarên hikometa Sûriyê re li
Şamê pêkanîne û di zêdetirî babetekê de. Di vê derbarê de emê hin xalên
hevpeyvîna ku roja Şemiyê ya ku li nivîsgeha Partiya Pêşverû bi berêz
Ehmed Silêman re hatiye kirin ji we re biweşînin :
P-1 : Çima kurdên Sûriyê ji nêzîbûna di navbera Tirikiyê û Şamê de ditirsin?
B-1
: Her pêşketinek di pêvajoya peywendiyên Enqerê û Şamê de herî zêde wê
di berjewendiya rêjîma Sûriyê de be. Em bi peywendiyên xwezayî re ne di
navbera Sûriyê û dewletên cîran de û Tirkiyê jî di nav de , û em aliyê
Tirkî piştrast dikin ku rewşa hundirîn di Sûriyê de tu gefan ji ewlehiya
netewî ya Tirkî re peyda nake lê divê ne li ser hesabê berjewendiyên
gelê Sûrî be , û bi taybetî gelê kurd , ji ber ku her kes dizane daxwaza
Tirkiyê ya yekem û ya dawiyê tunekirina kurdan e , û rê li çareseriya
doza kurdî li Sûriyê bigire , û eger Enqere bi Şamê re bighê
lihevhatinekê wê Enqerê tekez bike ku aliyê kurdî hemû destkeftiyên xwe
yên rêveberî û leşkerî zirar bike û şiyan û Hêza Sûriya Demoqratî (HSD)
lawaz bike.
P-2 : Hûn dibînin ku ev yeka metirsiyekê li ser gelê kurd û doza wî ya netewî peyda dike?
B-2
: Piştî serê Kobaniyê sala 2014an û piştre dagîrkirina Efrînê sala
2018an û Serê Kaniyê sala 2019an û koçberbûna bi hezaran ji gelê kurd
ber bi dewletên cîran û Ewrûpa de , ji hêzên kurdî dihat xwestin ku
parastina biryara rêzanî ya serbixwe bikirana û bimana li ser wê
zargotina rêyalîst ji tevgera xwe ya rêzanî re û xwe biparastana û
neketina nav wan nakokiyên herêmî û navdewletî , û tevî ku hin partiyên
kurdî destkeftên tektîkî bidest xistine jî , lê belê ew bûne sedema
têkbirina derfetên çareseriyê ji çareserkirina doza kurdî re û bûn beşek
ji nakokiyên aliyên herêmî û navdewletî yên ku bûne pirsgirêk ji
çareserkirina qeyrana Sûrî re. Lewre her aliyekî navdewletî ku li ser çi
çareseriyê lihev bikin wê li ser jimêra gelê kurd û doza wî be di
Sûriyê de ji ber ku kurd xeleka herî lawaz û kêm bandorin li ser van
dewletan.
P-3 : Ji destpêka şerê Sûriyê de û (Partiya Pêşverû) banga
diyalog û danûstandinên rasterast bi rêjîma desthilatdar li Şamê dike.
Hûn dikarin helwesta xwe şirove bikin?
B-3 : Em ji wan kesên ku
banga diyalogê dikin û dixwazin li ser maseya danûstandinan bi rêjima
desthilatdar re rûnin ji bo lêgerîn û ravekirina çareseriyên pêkan ,
Herwiha çareserkirina doza kurdî ya dadmend a ku em ji bo wê dixebitin ,
lê hilbijartina rejîmê ji bijardeya leşkerî û ewlehî hişt ku rewş
aloztir bibe , û egerên gihştina çareseriyeke niştimanî zehmet kir , û
ji wê xirabtir deriyê destwerdanên hêzên derveyî vekir û piştî
derbasbûna hemû hêzên navdewletî û herêmî û belavbûna wan li ser xaka
Sûriyê bi artêşên xwe yan bi rêya çeteyên ku piştgiriya wan dikin hişt
ku meydana Sûrî zêdetir aloz bibe û sedema vê yekê jî tunebûna
pirogrameke niştimanî li cem sûriyan (Rêjîm û Rikberî) tu asoyên
çareseriyê li cem herdu aliyan tune ye û ji wê xirabtir vîna çareseriyê
jî li cem herdu aliyan nîne.
P-4 : We tu hevdîtinên rasterast bi rayedarên rêjîmê û hikûmetê re kirine?
B-4
: Erê , partiya me hevdîtinên rasterast bi rayedarên hikûmeta Sûriyê re
li Şamê kirine li ser daxwaz û vexwendina wan , û hin caran bi daxwaz
ji (Partiya Pêşverû)de. Hevdîtinên me di zêdetirî babetekê de pêkhatine ,
û hevdîtina herî dawiyê di navbera me de di destpêka heyva (Nîsana)
borî de bû. Em di wê baweriyê de ne ku diyalog bi rêjîmê re pêwîstî bi
yekrêziya aliyên kurdî û avakirina helwesteke yekgirtî di derbarê mafên
kurdan de heye , lewre partiya me serdana Şamê kir û tekezî li ser
têgihiştina mîkanizmên pêwîst ji vekirina şivêleyek rasteqîn ji diyalogê
re , û têgihiştina helwesta desthilatê bi şêweyekî zelal û nêrîna wê
ji çareserkirina qeyrana Sûrî re bi tevahî û ji çareserkirina doza kurdî
re bi taybetî.
P-5 : Ji bilî we partiyên kurdî yên din hevdîtinên rasterast bi rayedarên rejîmê re dikin?
B-5
: Patiya Yekîtî ya Demoqrat bi berdewamî hevdîtinan bi rêjîma
desthilatdar re dike ji bo hemahengiya ewlehî û leşkerî ji ber belavbûna
hêzên hikomî di herêmên wê de , sebaret bi serkirdeyên (Encûmena
Niştimanî ya Kurdî) endamên wê di komîteya distûrî de hene û ew bi
şêweyekî rasterast nûnerên rêjîmê dibînin weke ku çawa di pêvajoya
Cinêvê de dibe.
P-6 : Gelo şiyanên Partiya Pêşverû hene ku navbênkariyekê di navber rêjîmê û partiyên kurdî de bike ?
B-6
: Em tekez dikin ku gotûbêjên me bi Şamê re negihaye asta danûstandinan
, em dizanin û têdighên tunebûna helwesteke kurdî yekgirtî dihêle
bandorek neyênî di diyalogan de bibe , û di hevdîtinê de me ji rêjîmê
daxwaza pirojeyeke niştimanî ji çareserkirina qeyrana Sûrî re xwest ,
Herwiha me jê xwest ku nerîna xwe ji çareserkirina doza kurdî re pêşkêş
bike. Em di Partiya Pêşverû de çareserkirina doza kurdî di çarçewa
çareseriya siyasî de dibînin di rêya rêjîmeke demoqrat pir netew û
venasînê bi hebûna netewî ya kurdî di destûrê welêt de bike û mafên wî
yên rewa bide.
P-7 : Hûn dixwazin doza kurdî di çarçewa niştimanî de were çareserkirin an di rêya pêvajoyên navdewletî de?
B-7
: Çareserkirina doza kurdî li Şamê ye û eger em neghên wê baweriyê wê
tu çareserî ji doza kurdî re li Sûriyê tune be. Em xêrhatina rola
Neteweyên Yekbûyî û navbênkariyên navdewletî dikin û nemaze rola Rûsiya
ya bi bandor di rêya peywendiyên wê bi rêjîmê re û alîkariya wê ya
leşkerî û siyasî jê re , Rûsiya bi rolekî girîng rabû di pêkanîna
hevdîtinan di navber hin aliyên kurdî û hikûmeta Sûriyê de û di
sala2017an de li Mosko têgihiştinek bi partiya me re bû ji bo vexwendina
aliyên kurdî yên sereke ji bo (Himêmîm) bi armanca avakirina şandeke
kurdî yekgirtî da ku diyalogê bi Şamê re bikin. Lê ew hevdîtin têk çûn
bi sedema nerazîbûna Encûmena kurdî ji beşdarbûnê re û bêkoliya Partiya
Yekîtî ya Demoqrat ji bo ku şand nûnertiyê bi navê rêveberiya xweser
bike , Herwiha rêjîm jî ne amede bû ji tu diyalogên rasteqîn re.
P-8 : Gelo ji ber van sedeman (Partiya Pêşverû) li derveyî çarçewên kurdî ye ?
B-8
: Partiya me ji damezrênerên Encûmena niştimanî ya kurdî bû û me herdem
tekez dikir li ser girîngiya lihevhatineke rêzanî bi aliyê din re
Partiya Yekîtî ya Demoqrat wê demê di bin sîwana (Encûmena Rojavayê
Kurdistanê) de kar dikir, mixabin hemû hewldanên me ji yekîtiyê re
têkçûn , li beramberî wê rewşa rêxistinî di hundir encûmenê de û şêweyê
standina biryaran û hin xal din hişt ku partiya me biryarekê bide û di
sala2015an de ji encûmenê vekişiya , û sedema sereke di wê demê de
rêxistinî bû ne siyasî bû. Ji aliyekî din ve me gelek civîn û hevdîtinên
du alî bi (PYD) re kirin lê me tu gav erênî ji bo hevparek siyasî
rasteqîn ji wan nedît.
P-9 : Tu nerîn Partiya Pêşverû hene da ku karibe herdu cemserên tevgera kurdî ji hev nêzîk bike ?
B-9
: Em xwediyê vê baweriyê ne ku bêyî hebûna navenda biryara kurdî ya
Sûrî ya serbixwe wê tu rol rast ji tevgera kurdî re tune be çi ji bo
pêkanîna mafên netewî û çi li ser asta niştimanî, tunebûna yekrêziya
rêzanî bandorek neyênî li ser rewşa tevgera kurdî kir , û çawa girtin û
desteserkirina biryara sûrî li ser asta leşkerî û rêzanî heye , herwiha
desteserkirina biryara kurdî jî heye û bi taybetî li cem herdu cemserên
tevgerê.
P-10 : Helwesta we ji rikberiya Sûrî çiye ?
B-10 :
Partiya Pêşverû ji roja damezrandina xwe de helwestek dijber girtiye û
em daxwaza peydakirina azadiya giştî û pêkanîna rêjîmeke demoqrat
hemereng dikin û ne pejrandina siyasetên partiya Bas di dermafê kurdan
de dikin , ji ber vê yekê em herdem beşek bûn ji rikberiya Sûriyê , û
sekreterê partiya me nemir Ebdilhemîd Hec Derwîş piştî damezrandina
(Ragihandina Şamê) di sala 2005an de bû cîgirê serokê wê ragihandinê û
di gera wê ya duwem de serokatiya şanda tevgera kurdî li Cinêvê kir.
Piştî rêketina tevgera sûrî ya dijber di Buhara sala 2011an de em li rex
rikberiya dîmoqratî bûn ji bo pêkanîna dîmoqratiyet , azadî , wekhevî û
peydakirina çareseriyeke niştimanî ji doza kurdî re.
P-11 ; Lê hûn xêr ji (Hemahengiya niştimanî ya hêzên şoreşê û dijberiya Sûriyê) ya ku Tirkiyê piştgîriya wê dike vekişiyan ?
B-11
: Piştî ku “Encûmena Kurdî” di sala 2013an de tevlî rêzên hemahengiya
dijberiyê bû, rêkeftineke hevbeş pêşketî li ser asta niştimanî ya Sûrî û
di derbarê mafên gelê Kurd de hate îmzekirin , piştre xuya bû ku Ji ber
fişarên dewleta Tirk hemahengiyê pabendî bi vê belgeyê nekir. Bi rastî
dijberiya Sûrî hîn negihaye bernameyeke siyasî ku pêkhateyên gelê Sûriyê
dilniya bike. Rewşa îro ew e ku hemû aliyên opozisyonê bê pirojeyek
niştimanî ne û baweriya hemû pêkhateyên sûrî pê nemaye û ji ber van
sedeman em li derveyî çarçewên opozîsyona Sûriyê ne.
Ji Rojnameya Eşerq El-Ewset hatiye birin.