Idrîs HisoSiyaset sînoran dinav netewe û gelan de çêdike, çand û keltûr wan sînoran derbas dike wan dighîne hev, di çand û keltûrê de milet nêzîkî hev û hevparê hev in, ji rojhliat heta bi rojava û ti bixwaze heta bi Ostralyia û Afrîka jî. Û çi siyaseta ku piþtevaniya çalakî û bizavên çandî bike ew siyaset bi xwe jî dibe fakterê jihevnêzîkbûn û hevparî û biratiyê.
Xortên xwebexiþLi Berlîna paytexta welatê Elmanya bi maweyê sê rojan ji 27 heta 29ê Gulanê 2022, bi reveberiya hejmareke çalakvanên xwebexiþ ên Kurd û piþtevaniya hejmareke rewþenbîr û çalakvanên Ereb ji çend welatekî, Rojên Çand û Hunera Kurdî hat lidarxistin.
Kurd, Ereb û Elman beþdarbûn
Di festîvalê de, Kurd, Ereb û Elmanî
amade bûn, hejmarek çalakî hatin lidarxistin, wek imzekirina pirtûkan,
smînarên corbecor li ser çan û keltûra kurdî û pêwendî û hevpariya di
navbera çand û keltûra Erebî û Kurdî jibilî, mûzîk û sifreyên xwarinên
Kurdî û kardestên filoklorî, cilûberg û dîlanên Kurdî ku bûn cihê
dilxweþiya mêvanan.
Salihê Heydo hat xelat kirinDi festîvalê de
Helbestvan û kesayetiya navdar a Rojavayê Kurdistanê Salihê Heydo hate
xelat kirin, derbarê xelatkirina xwe Salihê Heydo got: “Ez zehif bi
xelatê serbilind im, çinku ev xelat ji dest dilêþ û berketiyên huner û
çanda Kurdî werdigrim, karê wan li welatên xerîbiyê gelekî girîng e, ew
çand û hunera me þanî cîhanê dikin, bi xelata wan ji min re ew çand û
hunera Kurdî xelat dikin.”
Herwisa got: “Ez dê bi beþê darayî yê vê
xelatê hejmarek pirtûkên xwe çap bikim, ev jî dikeve xizmeta parastin û
belavkirina vî keltûrê zengîn, ku pirtûkên min hemû li ser vê babetê ne,
ez gelekî spasiya wan û keda wan dikim.”
Karên wek vî karî pîroz in,
çinkî ew him çand û zimanê Kurdî bi cîran û hevbeþên me yên welat û
çîranên me jî bi çanda me didin naskirin û sînorên ku di navbera me de
çîbûne diþkînin.
Hêviya berdewamiyêBirêveberên vê vestîvalê û
alîkarên wan ji Ereb û xelkên Sûriyê hêvîdikin ku ev yek bibe nerîtiyeke
salane û hejmara alîkaran bêhtir bibe û berdewam çalakiyên rewþenbîrî
yên Kurdî werin lidarxistin, çinku çand û huner samanê hemû netewe û
miletan e û wan ji hevudin nêzîk dike, di dema ku bi hezaran hokarên
jihevduriyê bandorê li van netewe û gelên hevpiþk û cîran dikin.
Hêjayî
gotinê ye ku ev festîval li sentera Mozayîk û Pirtûkxaneya Qudis hatibû
lidarxistin, ev jî bû cihê spasî û rêzlêgirtina aliyên birêvebir û
mêvanên festîvalê.





















