Rêber HebûnRoman li dor Kobanî dizivîre , behsa dema þerê navxweyî li sûrî dike , û bandorê wê çaxê 2011 li ser rojavayê Kurdistanê, civakê wê û bi taybet li ser Kobanî, nivsîkar Can Dost pala xwe dabû li ser bîr di avakirina vê romanê de, berî xwe da zaroktî, malbata olî û herwiha ronî da li ser bandora reftarên êlî li civaka wê deverê û nerîna wan ji kesên nenas re , yên nav li wan dikirin Mihacir, ango bi kurdî Penaber, helbet þêweya nivîsa wî bala mirov bêhtir dikþîne , bi taybet dema ew xwedevan ji xelkê deverê be, bêhtir wê têkeve kûrahiya hestek e dagirtî arezû û nalîn , li ser çawaniya ramandinê, bandora þer li ser xelkê , têkiliyê ciwanên dilgerm û kêm zane bi hevdû re û herwiha bi xuristiya çaxê, bi berzbûna rewþek e nû û serpêhatiya desthiladariya kurdî yê nû li rojava de, û dan û standina wê bi partiyên ne ligel ramanê wê û herwiha gelek xalên yên bi vê kêþeyê ve girêdayî.
Nivîskar di vê romanê de hewil da li ser gelek kêþeyên hestiyar
raweste , zimanê rewþa wî vekirina kêlên birînê û gera li çareseriyê û
çarenûsên hin kesayetên yên ketibûn e pêla narvîna har û bi dawî ve
hinek ji wan derbider bûn û hin jî jiyana xwe ji dest dan û wisa xwest
bi rêya lehengê vê romanê Hec Mislimê Hemzirav kalemêrê yên di dilê xwe
de barên mirinê kedî kiribû , û bûbû mîna findê þevek e tarî hêdî hêdî
dihele , kes li dora wî nema, jina wî ya a ku pêre xweþî û nexweþî
derbaskiribû , bin batonê de miribû , û keça xwe ya mezin jiyana xwe
bidawî kiribû li Elmaniya yê piþtî kur û hevjînê wê li deryayê Îca tirkî
de xeniqîn, û rewþenê yê ku daiþ serê wê ji laþê wê qutkiribû di êrîþa
li ser kobanî de , herwiha kurê wî yê li pey hezkiriya xwe çibû Reqayê û
li wir hatibû serjêkirin û Metînê yê bi dawî þehîd ket, û bi dawî vê
romanê ew û herdû neviyên xwe û diya wan di þeva Xedirê de jiyana xwe ji
dest dan, wisa roman berve encamek e xemgîn û dilzar çû,roman destê
xwe danîbû li ser gelek deverên þewatê bi awayekî hunerî û diramî,
bandora ol û reweþtên êlî li civakê hatibû nîþan dan , û nivîskar bi
rêya bîranînên xwe yê taybet karîbû têkeve deverên mirovî yên jiyana
demê niha û berê bi hevdû ve girêdide, ronî da li ser malbata xwe yê ji
Amûdê hatibûn e Kobanî û rola bavê xwe mîna oldarekî li Kobanî , û
girêdana wî bi deverê û xelkê wê ,û herwiha Can Dost behsa rola Partiya
gelerî yê desthildar li ser civakê dikir û bi taybet ciwanê wê û rola wê
di þerê Olperestên radîkal yên xwestibûn Kobanî têxin di bin kontrola
xwe de.
Roman behsa bandora þer li ser hizrên civakê dike, û li
ser windabûna ciwanan û koçberiya wanî deronî de , û baþ ji xalek ta
xalek î ve diçû, giranî bêhtir dida li ser pesindayîna deroniya mirov di
wê demê de, û herwiha pesindayîna cih û têkliya mirov bi sêwir û
nîgaþên xwe ve , û girêdana mirovê afrêner bi rewþa xelkên xwe yên di
cengên herêmî de dibin tenê qurbaniya siyaseta çewt , bi vî rengî
nivîskar ezmanek e romanî saz kir ji bihna þer û buyerên qurbaniyan û
çîrokên penaberan , û têde findê hêviyê melûl dibin, wisa ev roman jî
çaxek e girîng ji dîroka gelê kurd ezber dike , ji bo nifþên nû re
nameyên bi êþ rêdike naverokên wan nameyan ewe çîrokên miletê kurd yên
bi serdan salan ve bindest in , parçe ne , ne yek in û herwiha di
talîzoka windabûnê de timî sêwî û pêxwas digerin.