Elî Cefer 28. 02. 2022
Duh li bajarê Essen Elmanya di hola komela ( Hêlîn ) û ya ( Yekîtiya Giþtî ya Nivîsevan û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ) ahenga pîrozkirina 70 saliya hevpîþeyê me lêkolîner Heyder Omer lidarket. Aheng ji layê herdu nivîsevan Dr. Mihemed Zeyno û Elî Cefer ve hatibû pilankirin.
Li ba miletên þûnketî û bindest piþtî kesayetiyek, emekdarek û xizmetkarek diçe ser dilovaniya xwe, tê bîranîn û li ser ked û emekê wî tête nivisandin, lê miletên zindî hîn kesayetiyên xwe yê wusa di xweþî û jiyana wan de xelat dikin û ahengên rêzlêgirtinê bo wan lidar dixin. Bi vê çalakiya xwe, me xwest xwe nêzîkî miletên zindî bikin.
Ahenga me bi vî awayî derbas bû:
Destpêkê hevalê me Dr. M. Zeyno
bi dilxweþî xêrhatina mêvanan kir. Pêre jî xudiyê vê nivîsê jînenîgariya
Heyder Omer pêþkêþ kir. Piþtre Gotinên pîrozbahiyê hatin pêþkêþ kirin,
ew jî bi vî awayê jêrîn bûn:
- Nameyek pîrozbahiyê bi dengê
rojnamevan û lêkolîner Dr. Ebdilmecîd Þêxo hat pêþkêþkirin. - Dr. Hikmet
Þikakî gotinek pêþkêþ kir. - Gotina Yekîtiya Giþtî ya Nivîsevan û
Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ji layê Ilwan Þivan ve hat pêþkêþ kirin. -
Rêzdar romannivîs Helîm Yûsiv gotinek pêþkêþ kir. - Gotina Partiya
Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê rêzdar Selah Elemdarî pêþkêþ kir. (
ENKS re jî hatibû vexwendin, lê amade nebûn?! ). - Nivîsevan û
siyasetmedar Feteh Tîmer ( Bakurê Kurdistanê ) gotinek pêþkêþ kir. -
Nameya Pîrozbahiyê ya lêkolîner û helbestvan û wergêrê naskirî Calal
Zangabadî ( Ji Baþûrê Kurdistanê ) hat xwendin. – Nivîsevan û lêkolîner
Idrîs Omer gotinek pêþkêþ kir. - Çalakvanê naskirî Celal Minle Elî
gotinek pêþkêþ kir. – Derman-nas Kîbar Yûsiv gotinek pêþkêþ kir. –
Nivîsevan Ebdella Cindî ( ji Baþûrê Kurdistanê ) gotinek pêþkêþ kir. –
Nivîsevan Baranê Cûmê gotinek pêþkêþ kir. – Hunermenda þêwekar Cîhan
Birahîn tabloyeke xwe yê ciwan û watedar diyarî Heyder Omer kir. –
Hunermend Zubêr salih helbesta Milayê Cizîrî ya bi navê ( Sebahulxeyêrî
Cana min ) istira. – Dr. Beþar Mistefa ji Berlînê (25) wêne yên nexþeya
Kurdistanê, diyarî beþdaran kir. Ev nexþe bi awayê beþ bû, ku zarok
dikarin wan beþnan bidin kêlek hev, û nexþeyê jê peyda bikin.
Hêjayî
gotinê ye ku çend nivîsevan û kesayetiyên dîtir nikarîbûn beþad bibin,
lewra silavên xwe ji beþadran re rêkiribûn. Herweha kenala ( Rûdaw ) û (
Kurdistan 24 ) soz dabûn ku beþadar bibin, lê ji ber êrîþên dewleta Rûs
li ser Ukranya peyanmêrên wan çûbûn Ukranyayê, vo lomê amade nebûn. Lê
ragehêner rêvbirê kenala ( CODÌ4 ) Hesen Mecîd rêwresmên ahengê li ser
kenala navborî zindî weþnd.
Gotina dawiyê ya hevpîþeyê me lêkolîner
Heyder Omer bû. Ewî hemî pilankar, xeatkar, beþdar ên vê ahengê spas
kirin, û hinekê li ser xebatên xwe yên nivîsînê, rewþa lêkolînên wêjeyî û
dîrokî yên Kurd, û rewþa nivîsevanên Kurd axifî.