Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Mişko

 


Dr. Xelîl Omar

   .Mişko çigara min vêx! ..Mişko qehwa şêrîn ji min re çêk! ..Mişko li telefonê vegerîn! ..Mişko cilan rax! ..Mişko ..Mişko..
– Weyla min di wê rojê de jardaniyê; roja ko tu tê de ji min re bû kevanî! Mişko got û lingê xwe li beroşa malê da.
– Bê bexto tu ji kêza xwe re wisa dibêjî?! Kêzê bi lome lê vegerand û kil û kildanê xwe berra binê çentekê xwe da.
– Kêz xatûnê, ji roja ko lingê te ketiye vî hundurî, tu nema ava zikê xwe vedixuî! Mişko bi nerazîbûn got û teriya xwe libakir.


– Birra bextê mişkan tuneye! ..Te digot: Tê delaliya ber dilê min bî û ezê bi şev û roj terîka xwe di ser hinarên rûkê te re bibim û bînim? Kêzê kelogirî lê vegerand û wextî du hêsirên germ ji çavan bibariyana.
– Kêza pevzeliqî! ..Bi hersê navên Xwedê, ji îro û pê ve, heger  tu ji min re nebe jineke rûnerm, ezê hersê telaqên te di destên te kim û di ku re zirav dibe bera di wi re biqete! Mişko henek ji wê navê hilanî.
– "Heger gur ji baranê bitirsiya, wê ji xwe re kurkek çêkiriba!". Kêzê gefê mêrik nanî ser bazkên xwe û çentekê xwe avêt ser pî yê xwe û bê destûr ji hundur derket û bi terqînî derî li dû xwe girt û berê xwe da mala şojî.
..Simbêlbidon ew jî gellekî tengijî û erdê nema wȋ girt û bi hêrs rabû ser xwe û TV vemirand û filmê “Tom û Cêrî” nîvco hişt û wî jî berê xwe da mala Terrîreş.
* * *
– Ser seran û ser herdû çavan tu hatiye, gurek li ku miribû?! ..Cê te bi me
 gellekî xuyabû û min her roj digot: birakê me li vê derê rûdinişt û li wê derê limêjdikir û li dera hanê lotik didan xwe û min digot, ko ew here `erş, ewê rojekê vegere civata me ya xweş! Terrîreş bi vî rengî kêfa xwe bi hatina Simbêlbidon anî.
– Heger  me dizanîba, ko wê ev zilam jê derkeve, me tu caran kêzê jê re ne dixwest û me ew ne dikir zilam! Diranbivir bi leke got û gepek li penêrê ber xwe xist.
– "Ne eslû kil û kildan e, eslû duhêl û badan e!".Dengê Guhlivê ji wiyalî de hat.
– Kêzê zaro ye, hîna destê xwe yî çepê ji yê rastê nasnake! Terrîreş dilê xwe bi bûkê şewitand û wî jî destê xwe avêt tertiyê penêr.
– Gelo hîna mala Mellê bê pisîk in? Simbêlbidon ji hevalên xwe pirsî.
– Ma wê kulla dilê me çi ba! Terrîreş lê vegerand û inî lê qerçimî.
– Ne pisîk e, bêje xatûn e! Ji roja ko Mencê û çêliyên wê ketine vî hundurî, nanê me li vê derê nema ye! Diranbivir got û du caran paş hustê xwe xurand.
– Mencê! Simbêbidon got û pê re pişkiya û hinek ji lîka wî pengizî ser pişta Terrîreş.
– Şensê Simbêlbidon e! ..Ta berî çend rojan me ling davêt ser ling û me penêr û kurtêlên nên bêtirs ji mala Mellê didizî û di ber re me ji xwe re tûtina qaçax veduxwar û me qala xelkên bi nebaşbî dikir! Diranbivir xêr û bêra ko li wan çûye gilî, di bîra xwe û hevalan de anî û bê yî ko li ber xwe binere, dîsan destê xwe avêt tertiyê penêr, lê mixabin Guhlivê  ji gava din de temsîk ji ber wan hilanî bû.
– Ji aniha de, divê em ji xwe re çarakê bibînin! Terrîreş got û rahişt darikekî ji ber xwe û pê xêzeke girover çêkir.
– Ez dibêjim mirov şiyariyê li ber dergeh bike! ..Em bêjin her danekî, yek ji me? Diranbivir got û çavên wî ma li herdû hevalan.
– Ez dibêjim mirov ji wan re "valium" tevî şîr bike û ha bera di xewê de bimînin û ha bera di temmarê re bimînin! Terrîreş jî nerîna xwe raxist li ber destên hevalan.
– Ez dibêjim, ya baş ew e, ko yek ji me zengil di hustê diya wan ke? Simbêlbidon got û bawernekir ji zȋrekbûna xwe.
– Wê kî ji me zengil di hustê Mencê ke?! Terrîreş û Diranbivir di devên hev de gotin û zoq li jîrikê malê nerîn.
* * *
..Terrîreş ji qehra û kişandina tûtinê û vexwarina "Vîno" bihnfetiskî bû û mir!.
..Diranbivir got: tiştên dest dike, dê û bav nake û dest bi ziyanan û diziya çekuran kir!
..Simbêlbidin piştî hatina Mencê û asêbûna kêzê li mala şojî, dinya li ber çavan reş bû û dest bi derxistina pasportê kir û qet di kêşeyên vîza de nefikirî!
* * *
..Bihnçikandî Simbêlbidon derbasî hundur bû û kire hewar: Haho, bi min ve werin, çekur di ber Diranbivir de maye! ..Textor ez gorî, yan tu bigihê ser yan tu negihê ser!
– Ev ne tu xeber e! ..Law Rûkenê, ka ecele tu wî çentî û wê berdilkê ji bavê xwe re werîne! ..Hema mal nedûr be? Hekîm ji Simbêlbidon pirsî û sîgara xwe da destan.
- Na ez benî mal nedûr e! Em hemû li bajarê mişkan in û mala Diranbivir bi xwe, dibe li kolana rehmetiyê Terrîreş! Simbêlbidon got û simbêl lê ricifî û pê re çavên wî tije hêsir bûn.
– Rebeno Diranbivir! ..Zor e, ko mirov ji xwarina penêrê terr dakeve asta çekuran! Hekîm bi zikêşî got û herdû destên xwe di berdilka gewr re derbaskir. Dîna ko dît, bê çawa Simbêlbidon dixanê di herdû firnikan re derdixe. Ronî di çavên Hekîm de nema û bi hêrz sîgara xwe ji nav diranên mişk derxist û li şûnê çentê dermanan da dest û herdû ciwamêr ketine rê û tu li ku û kolana rehmetî li ku.

<><><><><><><><><><><><><><><

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark