Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Ēīrok: Xatūnź

 


Dr.Xelîl Omar

Hêdî law Misto pižta te ketiye ber te, bera Rizo û Rûto vê mîratê daxînin, jartêketê  weke risasê ye! ..Lawkên min, metika we bi goriya we be, hûnê bi hemdê xwe wê deynin ser blokan! Xatûnê got û hûçikê xwe bi bêvila xwe xist û li dora pîkaba sûzûkî çû û hat.
..Pižtî ko Rizo û Rûto kondîžina avê danîn cî û pižtî ko dilê Xatûnê jî kete cî, kevaniya malê destûra herdû xortan neda û bi serê Mistê sûndxwar, ko ew bê çayê bi tu deveran de naçin û jinikê ha-hakê tejikek li bin wan raxist û du palgehên pembo danî navbera wan û rahižt melkesa xwe û toz bi ser xwe û wan de xist.


Pîroz be diya Misto! ..Xuyaye tê xortê malê bizewicînî? Zeynebê pîrozbahiya cînara xwe kir û destê Cegerê xwe ji kirasê xwe raqetand.   
- Ez nema di ber "anîsata"² û qehwê re digihêm! ..Ma "mi`ažê"³ hermeh bi dest kê dikeve? Xatûnê lêvegerand û bêvila xwe bi hewa xist.
- "Xwezî min dizanîba bê eva qamboncî, serkundirî, bêvilžerbikî, devçapikî, çavželpitî, lingtežî, xwediya pars û pilûsê û kirasê melesî, yê ko tu deziyekî jê bikžîne wê heft pîne jê biwežandin, û bi ser kullan de navê wê Xatûnê ye, eva han li ser çi xwe dibîne?" Zeynebê di dilê xwe de got û cihê xwe li pî Mistefê çêkir.
- "..Xwezî min dizanîba, bê jina Remokê pozkerrimî, xwediyê kofiya rež-belek û žerwalê sefaran, žifêrê tumbila kerrizî û bergîlê pižtkurmî, bavê Fener û Ceger û žež keçên mîna kezikan û nexasim a wan î biçûk î bêvilherrikî, xediya nanê tisî û bûka lastîkî, bê vê sibehê (bi zikê li ber dev) li çî
xwe digere!".Xatûnê jî di dilê xwe de got û melkes ji dest  xwe avêt  û berê xwe da çaydên û paporê.   
- Mala minê, te negot  Misto ji min re simmê xwe difirrîne? ..Here û were, ya wê çaydanekî çayê ji "anîsatan" re amadebike an jî wê qedeheke avê bide destên mamostan û pir-pir nebû, dawiya "dewamê"³ ewê melkesekê bi erda dibistanê xe! ..Te xwelî li serê min kiro, ma ev jî kar e? Zeynebê got û piyê xwe li piyê "miwezif" da.
- Ezê hîna žež kursiyan jî bikirrim; te dî rûnižtina li erdê ji "anîsan" re negelekî durust e! Xatûnê dîsan deng bir cîranê û çaydanê çayê danî ber Misto û fincana qehwê da destê Zeynebê.
- Tu me jibîrnekî xaltîkê! Herdû xortan bi hev re gotin.
- Bi serên we yî delalî, hûn jî li cem min weke Mistefê ne! Xatûnê li wan vegerand û bi çavekî mezin li xwe nerî.
- Tedî "anîse" ne dixun û ne vedixun û bendî bejin û bala we ne! Zeynebê tenaziyên xwe bi herdû xortên rûnižtî kir û dawiya fincana qehwa žêrîn bi ser lêvên xwe de dakir.
- Havîna par, ez çûme "Xasika Mežlo" û nebixêr, min jî hinekî çavên xwe kilkir?! ..Nebixêr û nebhala çavên xelkê weke topan in! ..Tu bawer bikî diya Fener, ji wê rojê de ez nema xwežik ji hev derdixim! Xatûnê got û fincana qehwê bi zêdayî nêzîkî çavên xwe kir û di vê navê re hate bîra wê, bê çiqasî girînge ko çavžînkekê bi mekîna  lawkê xwe veke!  
- Bera tu tenê falan vekî diya Mistefê, tižtên te gotin; rast in û bi cî nin, weke ko tu ji vî destî têxe vî destî! Zeynebê bi heqê cîrana xwe rûnižt û ji bo ko rabe ser xwe, destekî xwe danî ser kaboka xwe û destê din danî ser piyê Mistefê û got: ya Xwedê.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark