
Seîd Yûsif
Di nîvê sedsaliya (18)an de dema beşek ji Rojhilatê navîn di bin desthilata Împratoriya Osmanlî de bû.
Keşeyekî Dêrek Îtalî Domînîkanî, serdana Herêma Kurdistanê dike, weke endamekî, di nav şandeyek olî de, bo çalakiyên mizgîniya Xiristiyaniyê.
Ew kesayet dengvedaneke fireh li Ewropa yê distîne, û navê wî tê ser Zimanê hemî kesayetên rewşenbîr û nivîskar û zanistvanan û tê naskirin weke Bavê "Kurdlociya" û rêzimana Kurdî.
Gelo ka em binerin bê ew kesayet kî ye û ji bo çi ew nav hilgirt û deng stend?
Maurîzo Garzonî (1734-1804)
Garzonî
di sala (1762) an de dighê bajarê Mûsilê, bi beşdarbûna şandeke
Xiristiyanî û hevaltiya dostê wî pêşî : Dominiko Lanza.(1718-1787)an de
ew bi xwe jî keşe û dîroknasekî Îtalî ye û xwedî pirtûkeke giring e bi
navê "Musil di sedsala 18"an de ji weşanên çapxana Necim-Mûsil 1951.
Û dostê wî paşî yê biçûktir Giusseppe Campanile (1762-1835)an de weke oldar û dîroknas û Isnolocî tê naskirin.
Campanile
jiyaneke dirêj li Mûsilê derbas dike û pirtûkeke pir giring bi navê: "
Storia della Region del Kurdistan e delle di religion ivi esistenti" li
pey xwe dihêle.
Çapxaneya Napolî- Îtalya (1818)an de tê de diaxive li ser dîroka herêma Kurdistanê û olên miletên Kurdistan.
GARZONÎ : "25" salan li navçeyên Kurdistanê bi cih dibe, bi taybet Amêdiyê û Mûsil.
Di
wan salên dirêj de, xwe fêrî zimanê kurdî dike, bi kûrahî, û firehbûn,
ta gihîşt Asta herî bilind, ku Kitêbekê bi hêsane biweşîne bi navê :
"Grammatica e vocabolario della lingua Kurda". Bi kurdî : "Rêziman û
peyvên zimanê kurdî".
Û ferhengekê pê re belav dike ji (4500) peyvên Kurdî pêk tê li beramberî wan peyvên Îtalî ne.
Lê
weke hûn dizanin ku Ehmedê Xanî yekmîn Ferheng nivîsandiye di dîroka
Kurdî de bi navê "nû buhara bi Çûkan"bi zimanê Kurdî û Erebî sala
(1683)an.
Û bi vî awayî û bi vî karê giring û balkêş Garzonî hêja ye
ku navê "KURDLOCIYA" hilgire û bibe yekemîn kesayetiya sazimanê rêzimanê
Kurdî.
Li gorî agahiyên, peydabûne ta nuha.
Lê mixabin piştî derbasbûna sed salî zimanasên Kurd dest bi karê giramêr û rêzimaniyê kirine.
Kitêba Garzonî tê weşandin ji aliyê çapxaneya bi navê "Sacra congrégazion di propaganda fide" Li Romayê- Îtalya.
Pirtûka Garzonî ji (288) Rûpelan pêk tê tê de şirove dike giramêr û rêzimanê Kurdî bi mînak û nemûneyan.
Çapa resen, ji pirtûkê parastiye, li pirtûkxaneya Zanîngeha Oxford, li London – Birîtanya yê.
Carekedin, Pirtûk, hatiye çapkirin di sala (1826)an de.
Û
gelek kopî jê tên firoştin,, li bajarên mezin di wê demê de wek :
Îstanbul, Bexda, û Ameda Kurdî. û ji bilî Çapek jimarî, parastiye li :
Peymangeha Kurdî li Parîsê.
Hinek lêkolînas, di baweriya wan de, dîroka zimanê kurdî vedgere sedsaliya (13) an.
Lê
li gorî agahiyên li ser jiyana "Ibin Wehşiye". Dema ew li bajarê "Şam"
bû, Di Qirnê (9)an de. du pirtûkên Wî tên dîtin, nivîsîne bi Zaravên
Kurdî, yek ji wan li ser karê çandiniya Nibtiye, û a din li ser karê, av
û avdanê ye, ew herdu kitêb tên Wergerandin bi zimanê Erebî, di
destpêka sedsaliya (19)an de. Lê kiye wergêr..? ew ne diyare..!
Ji bilî herdu pirtûkan gelek kitêbên "Ibin Wehşiye" hene…lê mixabin agahiyî kêmin yan winda ne..?
Lê hinek kesayetên din, dîroka zimanê kurdî vedgerînin, berî Zayînê, dema ku bi tîpên "MISMARÎ". dihat nivîsandin,
Anjî tê gotin, ku kevintirîn nivîsandina Kurdî, vedgeri "KITÊBA REŞ" a taybet, bo ola Êzîdî…!
Giringiya kitêba Garzonî :
Ji
bilî cîgirtina pirtûkê, weke bawernameyek zanistî, û agahiyên giranbuha
û Ronak… kitêba Garzonî gellek nîşanan diyar dike: Piraniya miletê Kurd
di wê demê de wek Miletkî resen û kevnar di herêma xwe de dijiya.
Firehbûna Cografya Kurdistan.
Giringiya zimanê kurdî û pêdiviyên axavtinê bi zimanê Kurdî çi ji aliyê civakî yan abûrî û bazirganî.
Ji
ber van girîngiyên taybet hat xuyakirin ji aliyê Garzonî ku karê wan tu
sûd û amancan bicih nîn e ger ew fêrî zimanê Kurdî nebin.
Garzonî
tekez kiriye di raporek xwe de û gotiye: Tev ku hemî niştecihên
Xiristiyaniyên herêma Kurdistanê bi zimanê xwe yê taybet diaxivin,
dinivîsin û dixwînin, lê belê bi giştî ew nikarin jiyana xwe ya rojane
berdewamkin û têkiliyên xwe yên civakî û aborî, avabikin bêyî zimanê
Kurdî. Her weha pirtûka Garzonî dîsa dibêjim ew belgeyeke dîrokî ye û
pênasînek bo nasnameya miletê Kurd yê resen eşkere kiriye xwedî Erd û
kultûr û ziman û niştecihên herêma Kurdistanê ne ew ne Ereb ne Faris û
ne jî Tirk inweke dagirkerên Kurdistanê û şofîniyên wan eşkere dikin.
Wisa
tê naskirin ku Garzonî pirtûka xwe amade kir ji ber ku hîç karê wî û
hevalên wî bê yî zimanê Kurdî tu berjewendiyên din nîn in.
Lê çi mebesta Garzonî be ew hêjaye ku bibe: Bavê Kurdlociya û Rêzimanê kurdî.
Mixabin
çima Garzonî di dîroka Kurdî de winda ye û weke wî gelek kesayetên
kurdlocî navên wan winda ne weke hevalên Garzonî, Lanza û Ciussppe
Kampanile Xwediyê pirtûka: " Ansiyatîv û Olên Miletê Kurdistanê".
Giring
e ku navendeke Istiratîcî amade bibe, bo Lêkolîn û arşîfa kitêban û
berhemên Kurdlociyan, û wergêrkirin, bi Zimanê Kurdî.
Aştî bo Canê Garzonî, û hevalên wî.
Jêderên gotarê :
- ماوريتسيو غارزوني، صهيب سيدا، /مدارات كرد، ٥/5/2013/.
- الأب ماوريتسيو غارزوني، رائد النحو الكردي، صحيفة روناهي، ١٧/8/2020/.
- الإيطالي غارزوني، مؤلف أول كتاب عن اللغة الكوردية، ترجمة طارق كاريزي، گولان ميديا، ٨/2/2019.
- بحث عن اللغة الكردية wikiwiki. Com.
بواسطة محمد سليمان.
Têbînî, jêder hemî bizimanê Erebîne.