Konê Reþ Ev helbesta xwarê bi navê Newroz, ku di pesnê cejna Newrozê de ye Apo Osmn Sebrî, di roja 21-3-1957an de li Þamê nivîsandiye. Ev helbest di pirtûka wî ya bi navê (Derdê Me) de hatiye weþandin. Herwiha ev yekemîn helbeste ku di nav kurdên Rojava û Bakur de, li dor cejna Newrozê hatiye nivîsandin, ez nabêjim ku di pey re kesî din helbest li dor Newrozê nenivîsandine, belê hene û pirr in.. Jixwe piþtî vê helbestê bi dor Sê heyvan (14/6/1957), Al-Partî di nav kurdên Sûriyê de hat damezirandin û biryar hat standin ku her sal di roja 21ê Adarê de Newroz wek cejn netewî kurdî, bi þahî û dîlan bê pêþwazî kirin..
Ta berî hingê hayê kesî ne ji kurdên Rojava û ne kurdê Bakur ji
cejna Newrozê nebû.. Ji ber vê yekê dibêjim; ev helbesta yekemîn e ku
di pesnê Newrozê de hatiye gotin. Bi helkeftina ku di roja
(05/01/2022)an de, 117 sal di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re derbas
dibe, wî bibîr tînim û vê helbesta wî bo we dikim diyarî. Erê, werin em
wî bibîr bînin! Bîranîna wî, ji min û te tê xwestin..
Apo Osman di pêþiya vê helbesta xwe de wiha dibêje:
"Newroz:
Îsal hin hevalên hêja xwestibûn ku wek birayên xwe kurdên Îraq û Îranê,
li ser rêzana bav û kalan biderkevin çolê û cejna xwe bi kêf û þahî,
dîlan û govend bikin. Heye ku ev cara pêþîne, hin kurd ji Sûriyê cejn
Newrozê vedijînin. Roja cejnê em birrek heval di geliyê Bedera de li
qehweke havîngeh civîn û me cejna xwe bi xweþî kir. Ji ber ku nîrê em tê
de, ne ew çend çak bû, hevalan roja cejnê minasib ne dîtin ku gotar û
xweþxan bêne xwendin. Me tenê cejna xwe bi lîz û govend, peyv û sitiran
derbas kir. Ev xweþxana han ji bo ku di cejnê de bixwînim, min nivîsî
bû, heke di cejnê de me nexwend, em dikarin di vê kitêboka han de
pêþkêþî xwendevanên xwe bikin"
Osman Sebrî, Þam 21-3-1957
Newroz çiqas delalî, vedikujînî derdan
Her dem û gav dibalî, tuyî cejna me kurdan
Her sal di vê çaxê de, bîst û yekê Adarê
Bi kêf û lîz û govend, me digihînî biharê
Gul û kulîlk û çîçek, dibiþkivin di baxan
Çem û cobar tijî tên, heya perav û þaxan
Berf li çiya dihele, bes dimînin belekî
Wekî çînên reþbelek, dil geþ dikin helekî
Rûyê erdê ji rûkî, giya dertê kes û þîn
Nêrgiz, gupik û çîçek, ji her alî didin bîn
Di van rojên þêrîn de, welatê kurd ser û bin
Çi keç û xort û mendal, kal û pûr û bûk û jin
Dikin cejna sê rojan, bi xweþû û ken û hang
…….. ……. …….
Tev kêf û saz û sowet, reqs û dîlan û xweþî
Divya tiþtekî bêjim, çend gotinan di Newroz
Zanîna min hinda bû, gelo cejna we pîroz.