Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Þevên geþ

 


Alan Hemo

Ev çi qelebalix û galgalên pûçin, vê þevê li dor serê min
Mane em li ser soza þeveke geþ bûn
Perîcanê li dilê min miqate be
Keçê dilê min eynika te ye
Tê dunyayê tê re bibînî
Gotinên reþ dil tomar dike


Arþîveke giran lê bar dike
Bela þevên geþ pir bin
Her wê xwîna min biçirûse
Ma ne ji þevên geþ ba
Wê bedena te þîn biba !?
De here serê wî qelçê han
Û heta ba here sînga te bikþîne, û biqîre û bêje:
Þevên geþ her hebin
Þevên geþ ên ku memikên min biþkivandin
Ên ku çîmên min þayîk û mermerî kirin
Ên ku sal ber bi xêr kirin û xunav li newalê herikandin
Tilyên min gelkî pisporin, rêya xwe dinasin û gelek bîranînan vedikolin
Dema ez herdû lingên xwe li hev diçivînim
Wek ku careke din ji dayik dibim
Xelk bi rojbûnekê ne
Ez her þeva geþ ji dayik dibim.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark