Bavê ZozanêBavê min hêja Hisênê Es`ed e(1895-1980) serokê êla eşîra (Binyar Alî)bû ku jimara gundên eşîra me dor 52 gundiye li Cizîra Sûrî ku ji gundê (Xrab kurt) dest pêdike ta li (Gir Misîn)di sekine.
Vêce roleke mezinî niştimanî ya vî rêzdarî li Cizîrê hebû ku dijî kolonyalîzma Fransî li Sûriya rabû,ji xwe berî wî jî apê min rêzdar Tahir axa serokê êlêbû ku ew bi xwe jî yek ji welatparêzên kurd bû ku di sala 1942an de çû ser dilovanuya Xwedê .
Rola rêzdar bavê min Hisên ê Es`ed di sala 1942an de û ta serxwebûna
Sûriyê berz û xuyanî bû bi rengekî mezin li herêmê bi tevahî wisa ku
Çek dikirîn ji wan jî(Reşaşe) û ji berxwedana niştimanî ya Sûrî re
dişandin-Rêdikirin- wisa jî cendermê Sûrî yên ku hatibûn dorpêçkirin li
layê Franse ve li baregehên Qamişlo ew bi cil û berk û xwarin dikirin.Bi
şev ew yarmetî bi dizî û veşartî di bin siya tirsa fransa de rêdikirin
û digihişta cihên pêdivîdar.
Hêja ya gotinê ye ku Şêwermendê
Fransî pir aciz bû ji çalakiyên rêzdar Hisên ê Es`ed li Qamişlo û
yarmetiya wî ya nehînî ji niştimanvaniyan re, lome şêwermend ew xweste
bîriwa xwe ,jê xwest ku dev ji vê rola ku pê radibe biqere,
rêzdar Hisên ê Es`ed xwesteka Şêwermendê Fransî bi cî nekir , protsto kir û bi acizbûn ji bal derket.
Careke
din ew xwestin lê vê carê doz ji Kolonêl yê Fransî ji Hisîça hat dîsa
eynê xwestek jê kirin ku xwe ji welatparêzan dûr bikê lê ewî dîsa eynê
bersiv da wan ku ew dev ji rola xwe ya niştimanî bernadê.
Hisên ê
Es`ed wek çavdêr û çavnêr bû li ser hemî bûyerên ku li herêma cizîrê
çêdibûn wek ku kel û pel û xwarin ku dighande baregehên derekan ku
hatibûn dorpêçkirin ji sala 1945 an ta derketina leşkerê fransî di 17
avrêla 1946an de.
Hêja Kazimê Hisên ê Es`ed dibêje -wek dîtin û
nerînin wî- li ser wê qunaxê ku dema firinsiyan xwe amede dikir ji bo
çûnê ji bo derketinê ji Cizîrê ,tevahiya niştimanvaniyên sûriyê ji hemî
êl û ol û netewan ji Hisên ê Es`ed xwestin ku wan û malbatan bi
parêzê ji fransiyan û biradostên wan,dibêje:
Bavê min meznên
(serekên)êlê civandin û bi wan re rûnişt,Şêxmûsê Derwêş,Xalibê
Derwêş,Ferhanê Silêman,Cemîlê Brahîm,Aliyê Dawid,Behrî,Hac Azîz,Hesenê
Ebdulrihman,Mecîdê Brahîm,Es`ed ê Silêman,Brahîmê Silêman,-mezinê
malbata (Miho Teze)
Wisa komên çekdar avakirin bo parastina
hevwelatiyan li bajarê Qamişlo ji wan :Dawidê Hedad,Abdulrezaq Çelebî
Kinco,Mihsin Çelebî Kinco û mixtarê Keyê Qamişlo Kamilê Xetîb,Alî Qencê.
Ew giropên ku hatibûn damezrandin her şev bi erkê parastina milet radibûn ku her nobeteke wan ji du kesên çekdar pêkdihat .

