 Qado ŞêrînAl û ala di destpêkê de, di şer û cengan de wek nîşan û danasîna xelk û grûpan dihatin bikaranîn, di dû re li derveyî şer û cengan, di destpêka sedsala 17an de, bi derketina keştî û gemiyan re, di deryayan de hat bikaranîn daku, welatê xwediyê gemiyê bête nasîn. Belkû berî keştiyên Hollendiyên Pîrat, al li ser keştî û gemiyan nehatibûn danîn û hildan. Al simbol û nîşana komek kes e, grûpek naskirî, êl, civak, Umetek, tîmek gogê, gund û bajar, milet û welatekî ye. Ala niştimanî nûnertiya welat hemûyî dike, ew a li ser dezgehên hikûmetan û hemwelatî di helkeftin û cejnên niştimanî de blind dikin.
Ala neteweyî bi gelemperî bi reng û simbolên xwe bi wateyên taybet têne
çêkirin, dibe ku ala niştimanî ji ya neteweyî cuda be. Al dikare piştî
bûyerên mezin di dîroka welat û miletan de bê guhertin. Carinan al tê
şewitandin yan binpêkirin, ew jî wek simbolîk tê fam kirin ku wê komê ew
welat an pê li serwerî û comerdiya wî welatî kiriye. Ala niştimanî
simbola serweriya niştimanî ye, belkû belge û nîşana serxwebûn û yekbûna
xakê ye. Cara yekemîn di sedsala 16an de, di şerê navbeyna Îspanyol û
Holandiyan de, Holandiyan alek ji sê rengan pirteqalî, spî û şîn
bikaranîn. Wê demê Holanda û gelê Holandî di bin nîrê Îspanyolan de bûn.
Paşê di ala xwe de li ciyê pirteqalî rengê sor danîn. Di şoreşa
Fransiz(1789) de, rengên Holendiyan wek simbol bikaranîn, lê berovaj
kirin. Fransizan di tevgera xwe de nîşan dan û paşê jî, ji xwe re kirin
ala neteweyî ya Fransê. Yekemîn al wek simbola niştimanî ala
Hevgirtina Jack e, vedigere sala 1603an, dema ku şahê Skotlandayê Jamesê
şeşemîn mîrasê şahinşahiya Engilandê û Îrlendayê kir yek, bi vî rengî
taca England û Skotland û Irelandayê kir yek, lê dewlet wek xwe man. Di
12ê Avrêla 1606an de, bi biryarek şahinşahî alek nû ji bo nûnertiya vê
hevgirtina şahinşahiyê bike hat çêkirin. Xaça sor li ser paşek spî, wekî
Xaça Qedîs Gorc tê zanîn, û ala Skotlandê xaça spî li ser paşek şîn, ku
bi navê Saltire an Xaça Qedîs Andrew tê zanîn, bi hev ve hatin girêdan,
û ala Brîtanyaya Mezin û yekem Ala hevgirtinê hat danîn û nîşandan. Piraniya
welatên Ewropayê di pêvajoya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de
ala neteweyî nas kirin û pejirandin. Gelek welatan alên niştimanî li ser
bingeha alên şer ên kevnar çêkirin. Di dawiya sedsala 18an de, bi
derketina hestên neteweperestiyê re, alên neteweyî di warên sivîl de jî
destpêkirin. Mînakên pêşîn ên balkêş ala Dewletên Yekbûyî ye, ku yekem
car di sala 1777an de wekî nîşanek deryayê hatibû pejirandin, lê piştî
Şoreşa Amerîkî wekî sembolek gelemperî ya Dewletên Yekbûyî hat
çesipandin. Tê gotin ku Firensiyan ala sêrengî ji Pîratên Holendî
girtine, dema ku di deryayê de bihêz bûn, ala keştiyên wan sêreng bû, lê
Firensiyan berovaj kirin û ji xwe re kirin al. Lê derketina alên
neteweyî û niştimanî li Ewropayê di dawiya sedsala hîjdan û destpêka
sedsala nozdeyan de bi derketina meylên neteweperestî re bû, ew bû
sedema derketina alên niştimanî di çarçoveya sivîlane de. Her gel, ji
bo nûnertiya rûmet û nirxên xwe yên civakî, wek nîşana serweriya welatê
xwe, sembola parastina azadî û serxwebûna xwe, xwediyê alek taybet e. Alên
ku eşîretekê, partiyekê, şîrketekê, gund, bajar, parêzgeh, yan tîmek
fûtbolê nûner dike, ji ya neteweyekê bi hemû aliyên xwe ve nûner dike
cuda ye. Li Ewropa, her welat, bajar, gund, herêm, tîma werzişê, partî, fêrme, hwd. alek heye, gelek caran ew al wek Logo tê bikaranîn.
Kurd û al Mîna
hemû netew û gelên cîhanê, pêwist e yek al nûnertiya gelê kurd bike, û
wek simbola niştimanî û nasname û yekbûn û yekrêziya gelê kurd û
Kurdistanê bê pejirandin. Cara yekem navê ala Kurd di efsaneya Kawayê
Hesinkar de derbas dibe. Kawayê Hesinkar bi pêşmalka xwe ya di dema kar
de li ber xwe dikir, wê wek alekê berjor û ber li ba dike dema Dehakê
zalim dikuje û ber bi çiyê ve direve daku, mizgîniyê bigihîne xelkê. Hatiye
gotin, lê nikarim piştrast bikim ku piştî Dehak lawê Kawayê Hesinkar
dikuje, Kawa jî ji bo ji bîr neke û tola kurê xwe hilîne, çermê kurê xwe
bi rengên kesk û sor û zer boyax dike û bi dîwêr ve didaliqîne. Gotinek
din, piştî ku Kawa Dehak dikuje, berdilka xwe ya bi her sê rengan
xemilandî wek alê bilind dike, û mizgîniyê dide xelkên ji ber zulma
Dehak reviyabûn ser çiyayan. Di derbarê ala kurdan ya berê de Lokman
Polat wisa nivîsandiye: “Wek tê zanîn Med bapîrên Kurdan in. Medan di
dîrokê de împaratoriyek mezin damezirandine. Wekî her miletî ew jî di
dema xwe de xwedanê ala xwe bûne. Ala wan sembola împaratoriya wan bûye.
Ala Medan weha bû: Li alî jor şerîtek sor heye. di nav vê şerîta sor de
tac heye. Tac zer e. Li navê şerîtek spî heye, di nav vê şerîta spî de
wêneya şêr heye û li pey şêr jî tîrêjên rojê derketine, roj bi rengê zer
e û şêr jî bi rengê gewher e, li alî jêr şerîtek kesk heye. Di nav vê
şerîta kesk de ti wêneyek lê nîn e. Ala Medan ku di dema dîroka qedîm de
bi kar anîne û ala Kurdan ku ya niha wek sembola netewî diparêzin ne
wek hev bin jî, rengên wan wek hev in. Kesk û sor û zer di her du alayan
de jî cih girtine. Alaya Kurdan ya niha de taç û şêr jê derketine. Di
ala Medan de roj nîv roj e, di ala niha de roj bi temamî heye”.

Hin
jî, Ala Rengîn bi rengên baweriyên Kurdan ve girêdidin, bi taybet bi
rengên baweriyên ola Ezdayetî û Zerdeştiyê ve girêdidin. Lê pir vekirî û
xwiyanî ye ku çavkaniya Ala Rengîn û ya Newrozê yek e, û 2600 sal berê,
Împaratoriya Kurd ya bi navê Med jî ev al bikaraniye. Ala
Împaratoriya Med, li bajarê Persepolîs yê kevnar (bi kurdî "bajarê
Farisan" li bakurê şaristaniya Mervdeştê ya li bakurê parêzgeha Faris),
wek mozayîk 6×8 metreyan de fîgurekî wê yê nêzîkî ala kurdan ya îro
heye. Cudahiya wê ji ya îro: li ser zemîna xeta ortê şêrek ku roj li ser
pişta şêr heye û li ser zemîna jor ya sor jî tacek heye. Dêmek yên
ku ala Kurdistan a îro çêkirin, sûd ji ala Medan girtine, agahdar bûn bê
ala Medan çilo û çawa bû. Her wiha haya wan ji alên netew û welatên
cîhanê hebû, reng û form û mebest wek hev in, lê wate û simbol û reng
cuda dibin. Kilasîkên kurd qala alê kirine, qala alê di helbest û
nivîsên xwe de kirine, dêmek têrm û têgeha alê ji berê ve li ba kurdan
hebû. Al wek nîşan û derbirîna taybetiya wê danasînê hebû. Klasîkên
Kurd, gelek helbestvan û nivîskarên kurdan gotina al bikaranîne. Çend
mînak:
Zalimê kuştim şepalê, Nazikê, qencê delalê, Bûn hîcaba zilf û xalê, adek û ala û tox.
Bejn û bala tox û ala Min kirin vêkra mitala Çîçeka terhînî wala Dil ji min bir, dil ji min. (Melayê Cizîrî, 1407-1481)
Lê me hêvî wasiq e ez feqîr Jêrî alaya te bim roja esîr. Ya Reb îmanê dixwazin em midam Jêrî alaya Muhemmed wesselam. (Ji Mewluda Melayê Batê, 1417-1491)
Îşaret wehy-û telwîh û îradet vîn û qudret şîn, Ceman qels û betel merd û lîwa ala, alem nîşan. (Ji Nûbara Ehmedê Xanî, 1651-1706)
Ala Neteweyî Li
gor belgeyên ji salên 1918-1920an gihane ber destê me, tê zanîn ku ala
neteweya kurd, ala Kurdistan di wê demê de, ji aliyê rêxistinên Kurdan
yên wê demê ve hatiye çêkirin û çesipandin. Di 30ê Berfanbara 1918an de
li Stenbolê “Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê” hat damezrandin. Navê
komeleyê tê wateya Komeleya Bilind a Kurdistanê. Di dûv re şaxên wê li
parêzgehên rojhilat vebûn, ango herêmên Bakurê Kurdistanê, bi armanca
avakirina dewletek kurdî ya serbixwe. Têkiliyên vê komeleyê bi rayedarên
dewleta Îngilistanê re hebû, Ingilîz wek dagîker û koledar li herêmê
bûn. Ataturk ji bo rewatiyê bistîne û şerê komeleyê bike, da zanîn ku
armanc ew e ku bi alîkarî û di bin sîwana dewletên biyanî de, komele
dixwaze dewleteke serbixwe ya kurdî ava bike. Bi heman awayî, li gor
raportên aliyê leşkerî yên Emerîkî û Fransî yên wê serdemê, civaka ku
armanca wê avakirina dewletek kurdî ya serbixwe bû, bi tevahî di bin
sîwana Îngilîstanê de bû. Li gor heman agahiyan; bi saya vê piştgiriyê
Îngilîz dixwaze li ser petrola Mûsilê serdestiyê ava bike. Di sala 1921an de bi biryara Meclisa Mezin a Tirkiyeyê xebatên komeleyê hatin rawestandin. Di
wan du sê salên ku komeleya “KurdistanTealî Cemiyetî” çalak bû, kertek
boyî danasîna komeleyê hatibû çêkirin, li ser wê kerta nasnameya
komeleyê "zemîna wê kesk û li ortê jî rojek" alek Kurdî çapkiribûn.
Hatiye nivîsandin ku ev al ji aliyê "Katibê Umûmî yê komeleyê
Zeynelabidîn hatibû çêkirin". Mehmûd Lewendî di lêkolînek xwe de ya
di derbarê alê de nivîsandiye; "bi qasî ku ji belgeyên heyî tê fêmkirin
di destpêka salên 1920`an de ji aliyê rêxistinên kurdan ên wê demê ve
hatiye çêkirin û tesbîtkirin. Mesela, wê wextê “Kurdistan Tealî
Cemiyetî” li ser kerta huwiyetê ya komeleyê (nasnameya komeleyê) "zemîna
wê kesk û li ortê jî rojek" aleke kurdan çap kirine ku ev al jî "Katibê
ómûmî yê komeleyê Zeynelabidîn çêkiriye".  Di
pirtûka "Doza Kurdistan"ê de, Zinar Silopî dibêje: “Teşkîlatî Ictimaîye
Cemiyetî” Ala kurdî yê bi dirêjiyê û sê rengî, wek jorê de sor di navê
de spî û tê de Roj û jêr da jî kesk, qebûl û belav kiribû.". Li gor
Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) ala Kurdî ya ku îro kurd bikartînin, ji
alî “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” hatiye çesipandin ku forma wê wiha
ye; li jor rengê sor, di navî de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê
kesk wek ala neteweyî ya Kurdan çesipandine û ragihandine. Di 1921an
de Mistefa Paşa Yamûlkî li gel hin ji damezerên “Teşkîlatî Ictimaîye
Cemiyetî”; Xelîl Ramî Bedirxan, Kemal Fewzî û Mewlanzade Rifat dixwazin
biçin Kurdistana Başûr, lê Ingilîz nahêlin ew derbas bibin, tenê Mistefa
Paşa Yamulkî ji ber ku ji Silêmaniyê ye, derbas bû. Mistefa Paşa diçe
Silêmaniyê û di hukûmeta Kurdî ya ku di 10.10.1922an de di bin
hukumdariya Şêx Mahmûdê Berzencî de tê avakirin, dibe wezîrê perwerdeyê.
Her wê demê ji alî Şêx Mehmûd ve ala Kurdî hatibû qebûlkirin û pol jî
çapkiribûn. Belge tune bê ka Şêx Mahmûdê Berzencî(Mehmûdê Hefîd
Zade. 1878 -09 Cotmeh 1956) çi al bikaraniye, û ala bikaraniye çawa bû,
lê ji ber ku Mistefa Paşa Yamûlkî yek ji damezerên komeleya “Teşkîlatî
Ictimaîye Cemiyetî” bû ku şiklê ala Kurdî çesipandiye û di hukûmeta Şêx
Mehmûd de bûye wezîr, û berpisiyarê rojnameya nîv fermî ya wê hukûmetê
“Bangî Kurdistan”, ne dûr e ku ala Kurdî ya dewra Şêx Mehmûd jî bi
pêşniyara wî hatibe qebûlkirin. Ronakbîr û siyasetvanên Kurdan yên ku
di salên 1900-1928an de li Kurdistanê û li Îstenbolê di nav komele û
rêxistinên Kurdan de karkirine yan damezirandine, piraniya wan piştî
salên 1925-1930î çûbûn li Sûriye bi cih bûn. Her wê wextê jî bi navê
Xoybûnê rêxitinek avakirine. Ji weşan û pirtûkên ku wê demê li ser navê
Xoybûnê derketine tê fêm kirin ku her ew ala ku di 1920an de hatibû
pejirandin, ji alî Xoybûnê ve jî hat qebûl kirin. Pêwist e û divê
neyê ji bîr kirin ku, du komeleyên cuda hebûn, komeleya “Kurdistan Tealî
Cemiyetî” û “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî”û her yekê ji wan alek ji ya
din cuda pêşniyar û çêkiriye, li gor dîrok û belge dibêjin; ala ku îro
em kurd bikartînin ew al e ya ku “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî”
çêkiribû. Di serhildana Agirî de, İhsan Nûrî Paşa her ev ala kurdan
bi kar aniye. Di sala 1924an de, Îhsan Nûrî Paşa bi piştevaniya
rêxistina Xoybûn a ku li Sûriyê hatibû damezirandin dest bi pilana
serhildaneke nû kir. li çiyayê Agirî serhildana Xoybûnê da destpêkirin.
ji Çiyayê Agirî ta bi Bedlîs, Wan û Gola Wanê çû û bi dest xist. Ji ber
ku Ihsan Nûrî Paşa li ser daxwaz û pêşniyara Xoybûnê dest bi şoreşê
kiribû, helbet wê ala Xoybûnê rake. Hêjayî gotinê ye ku Ihsan Nûrî Paşa
di navbera salên 1929-1930an de Rojnameya Agirî derdixist.
 Îhsan
Nûrî Paşa (1893-1976) Lehengê serîhildana Agiriyê di bîranînên xwe de
li ser ala Kurdistanê dinivisîne. Di 1926an de, Bro Heskî Têlî, ji êla
Celaliyan, li çiyayê Agriyê serî hildide. Di sala 1927an de Îhsan Nûrî
xwe digihîne Çiyayê Agirî, êdî rêberiya şoreşê dike. Ji alî rêxistina
Xoybûnê ve wek serfermandarê leşkerî tê danîn. Di wê salê de ala sê
rengîn ya serxwebûna Kurdistanê, ku di sala 1920 an de ya “Teşkîlatî
Ictimaîye Cemiyetî” qebûl kiribû, rêxistina Xoybûnê ew ala şandin
Agiriyê. Îhsan Nûrî Paşa wê alê cara pêşîn li Agiriyê bilind dike. Îhsan
Nûrî Paşa dibêje:“Min posteke esker ji xortên nebezê Kurdan amade kir,
ala Kurdistanê li serê çiyayê Agiriyê daçikand. Hêzên Romî ku li dora
bajarê Bayezîdê bûn. Pasevanên qaremanên Agiriyê ji dûr ve ji bo alê
hurra dikişandin û li çepikan dixistin. Wê çaxê li Agiriyê teşkîlateke
eskerî, îdareyeke Kurdî hebû."
 Meseleya
li ser berga pirtûka Sureyya Bedirxan ku, ew yek ji xebatkar û
damezerên Xoybûnê bû, ala kurdan bi rengînî hatiye çapkirin û li binê
alê jî bi îngilizî "Flag of Kurdistan" ango Ala Kurdistanê hatiye
nivîsîn. (Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By
authority of Hoyboon, Philadelphila, 1928).
 Nivîskar
û lêkolîner Konê Reş, di derbarê çêkirin û pejirandina ala Kurdistanê
de bi kurtî, xweşik û hindik û rindik nivîsandiye; “Di destpêka sala
1919an de, di civîneke (Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi
serokatiya serokê wê yê duyemîn (Mîr Emîn Alî Bedirxan), (Serok Şêx
Andulqadirê Nehrî bû) biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên
Tirk û biyaniyan rizgar bikin û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin. Ew
Kurdistana azad û serbixwe Alek jêre divîbû, hingî di wê civînê de Emîn
Alî Bedirxan ev rengên Ala Kurdistanê ku bijartibûn, ji hevalên xwe
pêşkêş kir, hevalên wî jî bi yek dengî qebûl kirin.. (Eynê vê Ala niha).
Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan, wê Alê di asmanê
Kurdistanê de bilind bikin.. Cara pêşîn di serê adara 1921`an de bû,
dema ku şehîdê leheng Elîşêr û Dr. Nûrî Dêrsimî ev Al li Emraniya
Dêrsimê, li ser çiyayê Qoçgîrê bilindkirin. Cara duyem di sala
1927-1930an de, di damezirandina komeleya Xoybûnê li Libnanê, bajarê
Bhemdûnê û li ser çiyayê Araratê ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paşa û
hevalên wî ve. Cara sêyem di roja 22 /12 /1946`an de, roja
beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, ev Al ji bi rengekî fermi ji
rex Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ve di navtara Çarçira de hatiye
bilind kirin. Lê yekemîn car di roja 17/12/1946`an de li ser avaniya
tûtinê li Mehabadê hatibû bilindkirin, ji ber wilo ev roj bûye roja (Ala
Kurdistan). cara çaran di roja 9/6/1999`an de, bi erêkirina
serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistana başûr de, bi
rengekî fermî hatiye bilin dkirin. Û her wiha di roja 11.11.1999`an
de birayar hatiye standin, ku roja 17.12. ji her salê (Roja Ala
Kurdistanê) be, ew roja ku yekemîn car li avaniya Tûtinê (Tibix û
Tinbak) li Mehabad hat bilind kirin. Belê di roja 17.12.2010`an de,
hikûmeta herêma Kurdistanê, bi rengekî fermî, keleha Hewlêrê bi Ala
Kurdistanê xemilandiye û bi merasîmekî taybet,. Ji wê roja ve,
Kurdistanî li her çar perçeyên Kurdistanê, Sovyêta berê û penaberiyê 17ê
meha 12 bi aheng û bîranîn pêşwazî dikin û vê rojê bi navê Ala
Kurdistanê nas dikin. Di sala 1932`an de Mîr Celadet Alî Bedirxan
kovara xwe (Hawar), li Şamê diweşand, Mîr Celadet yek ji serokên komela
Xoybûnê û şoreşa Araratê bû, wî di hejmara 5`an de helbestek bi navê
(Ala Kurdan) weşandiye: Alê Kurdan di nav rok Çi bedew û bi heybet Bi çar reng î, rengê te Çi delal û çi xweşkok Xêzek kesk û xêzek sor Nav sipî û nîvek zer Keskesore bi roje Ev li jêr û ew li jor Piştî
helbesta xwe bi çend heyvan, gotarek bi navê (Welat, Welatînî û Al) di
kovara xwe Hawar ê de, hejmara 9/1932 de, weşand û têde got: “Her milet
xweyîyê alekêye, Al nişana milet û welête milet û welate, Tevayiya
heyîna miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet, bextê
miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê
perwa xwe didin kuştin, Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan
de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan
lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe. Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêvêeçûna leşkerî de divekin pêşiyê. Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zarowên wan de hilandî ne. Miletên
dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ko biyanîyan ji welatê xwe
biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve daçikînin.
Ala her miletî bi çend rengan û bi şiklekî dine. Ala Kurdan ji jor ber
jêr ve, ser hev; sor, sip, û keske, di nava wê de roj diçirise. Divêt
zarowên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber bi
ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskînin, welatê xwe ser
avahiya xwe a pêşîn vegerînin û di bin tava wêre bi serxwe û bi kamiranî
bijîn”.  Dema min wêneyê Konê Reş
bi ala Xoybûnê re dît, bala min kişand, ji ber min wêneyê Sînem Xan
Bedirxan li ber eynî alê dîtibû, rabû min ji rêzdar Konê Reş re nivîsand
û pirsî; Gelo te ev wêneyê bi ala ku di kongireyê damezirandina Xoybûnê
de hatibû pejirandin û hildan, li ku, li mala kê kişandiye? Maqûle li
mala Sînem xan be? Lêkolînekê li ser alê amade dikim, min sûd ji gotarek
te dîtiye. Dizanim ew al li ba Sînem xan e.....Û têm çavên te. Konê Reş
wiha bersiv da: “Ev Al Rewşen xanim da min û ģot; Ev Ala a ku di
kongreyê Xoybûnê de hatibû danîn.. Sala 1993an bû nivîskar Mehmûd
Lewendì ji Swêd hat Qamişlo mala min. min ev Al şanî wî da .. wê hingê
wî ev wêne ji min re kişand. Di sala 1999an de Sînem xan Celadet
Bedirxan hat Qamişlo mala min. Wê hingê min ev Al dayê...û niha ev Al li
mala wê li Hewlêr daliqandiye”. Ala li cem Sînemxan Bedirxan, temenê
wê zêdetir ji 100 salan e. Ew Al li yekem kombûna damezirandina
rêxistina Xwoybûn, di sala 1927an de wek Ala Kurdistanê biryar li ser
hatibû standin. Heman Al, li sala 1919 Komeleya Bilind a Kurdistanê li Stenbolê ji aliyê komek ji ronakbîr û sîyasetvanan hatibû çêkirin.  Sînemxan
Celadet Bedirxan, mîratgira Bedirxaniyan ji k24 re axiviye, û wiha di
malpera K24 de hatiye nivîsandin: “ Sînemxanê tekez dike ku Kamîran
Bedirxan, mamê Sînemxanê û ji malbata Bedirxaniyan, ew Ala li sala
1919an weke ala Kurdistanê nîşanî wlatên Ewrupayê dabû. Ev ala rêxistina
Xoybûn, ku weke emanet li cem Celadet Bedirxan mabû, piştî gelek salan,
ji wê heyamê ta niha wek mîratek neteweyî li cem Sînemxanê maye û
parastiye”.
Kovara Hawarê û Ala Kurdî, 1932. Di Kovara Hawarê
de li ser alê gelek nivîs û helbest hatine nivîsandin. Celadet Alî
Bedirxan di gotareke xwe de wiha ala kurdan dide nasîn û dibêje: “Her
milet xweyiyê aleqê ye. Al nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna
miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e.
Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedrbûna ala xwe, beperwa xwe
didin qûştin. Ala her miletî jê re beha ye. Di cejn û şahînetan de kesr,
xanî û qûçayan pê dixemilînin, di ber wêre diborin, silavan lê diqin,
di rêveçûna leşqerî de diveqin pêşiyê. Lê alên miletên dîl, weq ya
miletê me, ji her der biderqirî, lihevtewandî li ser dilên zarowên wan
de hilandî ne. Miletên dîl dixebitin xwîneên xwe dirijênin qo biyaniyan
ji welatên xwe bikewirînin û alên xwe li ser qalat û bajarên xwe ji nû
ve daçiqînin. Ala her miletî bi çend rengan û bi şiqleqî din e. Ala
kurdan, ji jêr ber bi jor ve, ser hev, qesq, sipî û sor e, di nava wê de
Çiyayê Agirî û Roj diçirise”.(Celadet Alî Bedirxan, Hawar, Hejmar 9 (30
îlonê 1932).
 Ala kurdî di 1932an de
li ser herdû bergên kovara Hawarê, hejmara 11an (10 çiriya paşîn a
1932an), bi rengîn hatiye çapkirin. Rengên alê ji jor ber bi jêr ve, ser
hev, sor, sipî û kesk bû, û rojeke zêrîn bi 18 tîrejên xwe hebû.
 Celadet
Alî Bedirxan di gotarek xwe de wiha nivîsandiye: " Ala Kurdan, ji jor
ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise.
(Welat, Welatînî û Al", Hawar 9, 30 Îlon 1932). Ala Kurdî di 1932an de
li ser herdû bergên Hawar, jimar 11, 10 Çiriya Paşîn 1932an, bi rengîn
hatiye çapkirin. Rengên wê jî sor li jor, li navendê sipî û li binî jî
kesk, di ortê de jî tavek 18 tîrêjî an jî stêrkek 18 niçikî heye. Dîsa
di Hawar jimar 5an, 20 Tîrmeh 1932, di rûpela 4an de Herekol Azîzan
(Celadet Bedirxan) helbestek li ser ala Kurdî nivîsiye ku çend malik jê
ev in:
Alê kurdan Alê kurdan di nav roq. Çi bedew û biheybet. Bi çar reng î, rengên te, Çi delal û çi xweşqoq.
Xêzeq qesq û xêzeq sor, Nav sipî û nîveq zer. Qesqesor e, bi roj e, Ev li jêr û ew li jor.
Semyana qeç û lawan, Rûmeta jin û mêran. Neyarên te pir jî bin, Tu dê bidî bera wan.
Qo çirisî roja te, Dê belav bin mij û dû. Rabe ser xwe ser bilind, Nîzing bûya rûja te. Herekol Azîzan, kovara Hawar, J.5, 20 Tîrmeh 1932.
Di
kovara Hawarê de Dr. Kamîran Bedirxan jî li ser alê helbestek nivîsiye û
di malikên pêşîn ên helbestê de, ala Kurdan wiha dide nasîn: Ala kurdan Ronahiya dil û çav; Diyariya dê û bav; Pêsîra wê roj û tav, Spehitiya ax û av
Ala kurdan ser be ser Sor û gewr e kesk û zer.
Kehremanê ceng û şer; Kiblegeha mê û ner; Cayegahê can û ser Afitaba dar û ber
Ala kurdan ser be ser Sor û gewr e kesk û zer.
Rêviya xortan û mêr, Mihreba mizgeft û dêr Şahê evd û şahê şêr B`reng û bihn e zîv û zêr. Dr. Kamûran Alî Bedirxan. Hawar, jimara 8an, 12 Îlon 1932an, R.7an Celadet
Bedirxan li ser mirina Şêx Evdirehmanê Garisî nivîsek nivîsiye û tê de
wiha dibêje: "...Belê şêxê min, min ji te re kefenekî wisa hilbijart ku
hê jî tu kelaş pê nehatiye pêçandin, min ji te re tirbeke wisa kola ku
hîn tu mirî neketinê. Min kefenê te kir, Sor, spî û kesk û zer, ala te û
min tu veşartî nav rûpelên Hawarê û li serê wê kêla te daçikand. Kefenê
te kefenek welê ye, rûjkê bêt, ji te vebit li ser qelat û bajarên te re
li pêl bibit. Tirba te tirbeke welê ye ku ne kêla wê bi birûskên ezmanî
dişike, ne cax û dîwarên wî bi ba û bagerê hildiweşe, ne axa wê bi
baran û lehiyê qul dibe û ji hev dikeve. Tirba te kitêbek e ku nifşên
gelê me deste-desta bikin û her nifş ji nifşê din re heta paşiyê, hinda
rûja qiyametê, ji hevdû re dê bispêrin. Ev tirba te a abadîn e. Min eva
ha ji bona te bijart û koland..." ("Şêx Evdirrehmanê Garisî çû rehmetê",
Hawar, H: 11(10.11.1932), r. 2-3). Nûreddîn Zaza wek çîroknivîsê
kovara Hawarê, di çîrokek xwe de qala ala kurdî dike. Di Hawar, jimar
30, 1/7/1941, R.4-5 de bi navê Keskesor çîrokek nivîsîye. Di çîroka xwe
de qala serdema Şêx Seîdê Pîran dike û qala dibistana xwe dike, paşê ku
Kurd bi ser dikevin û ala Tirka ji dîregê dadixînin û ala Kurdan
hildidin jor ew jî li gel bavê xwe li ber deriyê serayê ye û paşê çîrok
wiha berdewam dike: "...Xelk li dora serayê kom dibûn. Em zaro jî çûn;
ew tiştê rengîn di ser serê me re sekinî bû. Lê ew ne keskesora ezmên
bû. Ez bêsebir bûm... li bavê xwe geriyam. Leşker rêz girtibûn, sitranek
digotin, çavên wan ên tûj têrken bûn. Min ew li ser hespê dît, ez çûm
cem; wî ez danîm ber xwe. Min jê pirsî: -Bavo ev çi keskesor e li ser serayê? -Ev ala me ye kurê min! Ev şan û şerefa milletê Kurd e! -Berê yeke sor hebû, ew çi bû bavo? -Ew
ya neyaran bû. Neyar bi zor ketibûn welatê me. Em Kurd îro wan ji erdê
xwe derdixînin û dibin xwediyê wî. Ha ji te re aleke piçûk! Wê deyne ser
dilê xwe! Heji wê bike û ji bo serfirazîya wê bixebite. Ez bi gotinên bavê xwe bûbûm sermest. Dilê min hildiavêt. Bavê min ez maç kirim û ez danîm erdê......". Pişt
re li gor çîrokê, Kurd ji ber hin sebebên êlitî, ne amade bûn, ,
serkeftina wan gelekî dirêj nekir. Dijmin dîsa dikeve welatê wan, ala
Kurdan ji dîregê datînin û çîrok weha berdewam dike: "...Ala rengîn,
şan û rûmeta me, çirandin avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li şûna wê
ya xwe, ya xwînxwaran danîn........" (Hawar, Jimar 30, 1/7/1941, R.4-5. Mîr
Dr. Kamîran Bedirxan jî, di jimara 8an de ji kovara Hawarê, yek ji hîm û
damezerên komeleya Xoybûnê û berpirsyarekî serhildana Araratê bû, wî jî
helbestek li ser Ala Kurdan belavkiriye: Ronahîya dil û çav Diyarîya dê û bav Pêsîra wê roj û tav Spehîtiya ax û av Ala Kurdan ser bi ser Sor û gewre kesk û zer Qehremanê Ceng û şer Qublegehê mê û nêr Cayegahê can û ser Afîtaba dar û ber Ala Kurdan ser bi ser Sor û gewre kesk û zer Hêvîya xortan û mêr Mihraba mizgeft û dêr Şahê evd û şahê şêr Bi reng û bihne zîv û zêr Ala Kurdan ser bi ser Sor û gewre kesk û zer
Ala kurdî li Komara Mehabadê, 1946. Zinar
Silopî yekemcar di sala 1969an de, bi zimanê tirkî li Beyrûdê qala
serdana xwe bo Mehabad û dîdara li gel Pêşewa Qazî Mihemed û karûbarê
komarê dike. Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) di derbarê ala Kurdî de ya
ku komara Mehabadê hildabû weha dibêje: "Hikûmeta Komara Mehabadê Ala
Kurdistanê ya ku di 1919an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetiyê ve
hatibû tesbîtkirin wek ala ji xwe re pejirand, lê li kêleka roja wê,
rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde
kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî umhurîyetî Kurdistan nivîsîn û
ew wek ala Komara Mehabadê qebûl kirin".
 Di
jimara 9an a rojnameya Kurdistan a Komara Mehabadê de, axaftina keçeke
Kurd “Îşret Azmî” heye, li ser ala kurdî hatiye xwendin û belavkirin. Ji
bo danasîna ala kurdî “Îşret Azmî” di çend rêzan de wiha daxêve û
dibêje: "...Ey Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîşana bilindiya
Kurdistanê!...Rengê te yê sor şahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye
hilgirtin, rengê te yê sipî nîşana dilpakiya Kurda ye, rengê te yê kesk
jî delîla ciwaniya axa Kurdistanê ye".
 William
Aegleton, yan jî William Lester Eagleton (17ê gelawêjê 1926- 27ê
rêbendanê 2011). Karmend û dîplomatekî Karûbarê derve yê Emerîka bû ku
li gelek dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê balyoz bû, di
navbera salên 1959 û 1961ê de wek konsulê Amerîkî li Îranê li Tebrîzê
bû, û balyozê Emerîka li Iraq 1980-1984 û Sûriye 1985-1985 kar kiriye.
Ew di heman demê de nivîskarê Komara Kurdî ya 1946 û "Kurdistana Iraqê"
di Cîhana Îro de ye. Di derbarê Ala Kurdî ya Mehabadê de wiha nivîsîye:
"Di Gulana 1944an de rêxistina Komele, bi alîkarî û hevkariya
hevalbendên xwe yên li Iraqê, ala Kurdî ya neteweyî amade kirin. Ev al
ku ji sê xetan pêkhatibû, her xeteke wê rengek bû. Li jorê sor, li navê
sipî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî bi vajî qulubandineke
rengên ala Îranê, ala Kurdî hatibû çêkirin. Li ser alê roj ku sembola
Kurda ye û li kêleka rojê du simbilên genim, li pişt wan jî çiyayek û
pênûsek hebû"
 "...Serê sibeha
meha Çileya Paşîn a 1946an bû. Tav diçirisî, rojeke xweş bû....Ji gundên
dorê gundî û serok eşîr hemî hatibûn Mehabadê. Meydana Çarçirayê tijî
bûbû. Papûra ku ji herdû seriyên bajêr digihîşt qada Çarçirayê bi alên
Kurdî û bi flamayên sor û sipî û kesk hatibûn xemilandin...". Musa
Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948an de
li gel Yusif Azizoglu û çend Kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de
sûndek jî dixwarin. Ji bo sûndê destê xwe datanîn ser Ala Kurdî û çekekê
û sûnda xwe dixwarin. Musa Anter ji bo vê alê wiha dibêje: "Wezîfa
çêkirina alê li ser min bû. Ez çûm Kapaliçarşiyê min her yek nîv mîtro,
min çar reng qûmaş kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li navê
jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alê jî weha ye; Sipî, aşîtî ye,
sor, xwîn û şoreş e, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj
jî sembola dînê netewî yê Kurdan Zerdûştî ye....".
Fermîbûna ala Kurdistanê. Ala
neteweyî, ala rengîn cara pêşî ji hêla rêber û damezerên Tevgera
Xoybûnê ve, wek me li jor diyar kiriye, ji bo nûnertiya kurdên li
hemberî Imperatoriya Osmanî rabibûn û bi têkoşîna serxwebûnê rabibûn,
hatiye pejirandin û danîn. Di dû re Ihsan Nûrî Paşa hildabû, taku di
komara Mehabadê de, li meydana Çarçira hat rakirin. Lê ji bo ew al bibe
fermî rêz lê bê girtin û li cîhanê bê nasîn û pejirandin, serok û
hikûmet û Parlemanê Kurdistanê gavên pîroz avêtin. Di roja 9/6/1999an
de, bi erêkirina serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma
Kurdistana Başûr de, bi rengekî fermî biryar hat standin ku, ala Pêşewa
Qazî Mihemed radestî nemir Mele Mistefayê Barzanî kiribû bibe ala fermî
ya Kurdistanê. Di roja 11.11.1999an de birayar hat standin ku, roja
17.12. ji her salê bibe Roja Ala Kurdistanê “Ev roja ku Pêşewa Qazî
Mihemed Ala Komara Mehabadê spartiye Barzaniyê nemir.
 Ala
Kurdistanê ya ku biryar pê hat standin û bû ala fermî ya Başûrê
Kurdistanê wek herêmek federal û di destûra Iraqê û li ba UN hatiye
pejirandin, şert û merc û pîvan jêre hene. Ji ber wê ala ku hatiye
pejirandin wiha ye; ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê rûberan pêk tê.
Dirêjî û firehiya her sê rûberan wek hev mezin in. Rûbera li jor bi
rengê sor e, ya navîn spî ye û ya jêr jî kesk e. Firehiya alê 2/3 cara
dirêjiya wê ye. Diametra cerga rojê bi tevî tîrêjên xwe re 1.0 e û bê
tîrêjan 0.5 e. Hawirdorê cerga rojê, bi 21 tîrejên wekhev hatiye
xemilandin. Dawiya tîrêjan tûj e û tîrêj ji herdû aliyên xwe ve bi
xêzeke rast pêk tên. Bingehê tîrêjên rojê bê navber li ser zemîna cerga
rojê digihin hevûdu. Roj bi awayekî endezyaran e cihê xwe di nîvê alayê
de digire. Roj bi awayê stûnî, ku asoyî di nava tîrêja jorîn de derbas
dibe, hatiye bicihkirin. Reng û roj û tîrêjTaybetiya alê ya bingehîn
nîşana roja zêrîn e. Nîşana rojê di dîroka kurdan de wateya xwe ya olî û
çandî heye. Nîşana rojê bi 21tîrêjan, jiyana nû nîşan dide, hejmara 21
di olên kurdan de, wek di Yezdaniyê de, nîşana vejînê ye. Roj û agir
simbola azadî û ronahiyê ne. Herwiha Newroz bi xwe re demsala biharê jî
tîne. Rengê sor, xwîna Şehîd û pakrewanên Kurdistanê nîşan dide. Rengê
kesk siruşt û xwezaya Kurdistanê nîşan dide. Rengê spî jî simbola aştî û
aramiya gelê kurd e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîşk an tîrêjên rojê
guhert, ji 18 tîşkan xistin 21 tîşk ji bo wateya Newrozê û 21 adarê
bide, û tevî ku berya vê alê hin nîşan û alên din ji hêla dewlet û
Mîrekên kurdan ve hatibûn bikaranîn, çi yên kevn û dêrîn mîna: Mîtanî,
Hûrî û Mîdiyan, û yên li çend sed salên borî mîna Şedadî, Dostikî,
Soranî, Erdelanî, Badînî û Bederxaniyan. Hin helbestên di derbarê ala Kurdistan, ala rengîn de.Apo Osman Sebrî, sala 1936an: Min divê her tu bilind bî Ala rengîn kesk û zer Him xweşî him ceng û rûmet Tên zanîn ji sor û gewr Dûr nêzîk ezê te hildim Tu yî xemla banê min Ger bivê derman mirin bî Bo te gorî canê min Sê salan bi te kêfxweş bûm Agrî, Zîlan, Tendûrek Li pêş suhna te bûne ax Leşkerên turk lek bi lek Dêrsim û Sason û Pijder Bo te xwînê dirêjin Herçî xort in, herçî kurd in Bo te layjan dibêjin Leşker im bo te ala min Min divê gurmîn û şer Duwanzde mîlyon bûne pandî Bo te kurdên pir huner Seydayê Cegwerxwîn, sala 1941ê: Ala sê rengî tu Bi nav û dengî tu Nişan û cengî tu.. Îro, me tu kiriye himbêz Rojek wê bê, te bikin rêz Di eywana, li ser bana Rojên şadî tu xemil û xêz Kesik û sor û zerî Ey xortên kurdan Silavê lê bikin... Seydayê Tahayê Mayî, sala 1943an:Kesk û sora roj li nave Sipiye befra li welat Rojeka pir zîv belave Wextekê zêrên helat.. Ala min her dem li jore Şox dibin pê ser çiya Em dixwazin bo te îro Tu bijî bo vê nijad... Seydayê Ehmed Namî, sala 1943an:Pêşkevin em serfiraz in milletê Kurdî Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im Kurdistan êdî menale lawê te hatin Xwendevan xwînfiroşê axa welat in Xwendewan û xwendegeh im bê al û leşker Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim Bi
saya serê lehengên berê û kar û xebata wan a pîroz ji bo kurd û
Kurdistanê, al hat parastin taku bû fermî. Eger Mistefa Paşa Yamûlkî li
gel hin ji damezerên “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” y;n wek Xelîl Ramî
Bedirxan, Kemal Fewzî û Mewlanzade Rifat, her wiha Mîr Emîn Alî Bedirxan
û hevalên xwe rengên Alê danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, û
eger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir
ji bo wê sînorên bi xwîn derbas kiribin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta
berê, îro bi saya welatiyên dilsoz û birûmet ala me li ser xaka
Kurdistana me bilind, bilind li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan
gorbuhiştiyan dibin rastî û xewna me kurdan tê cî. Dîroka ala
Kurdistanê ji me re diyar dike ku, gelek kevn e, û di gelek qonaxan re
derbas bûye. Piştî ku ala Kurdistanê fermî hat pejirandin ji aliyê
herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ve, hat parastin. Berê ala Kurdistanê
di şert mercên zor û gelek zehmet re derbas bûye, û ku di demên dijwar
de û di şoreşên neteweyî de nehata danîn û hildan, belkû aniha ala
rengîn bi şêwazek din ba. Dema ala Kurdistanê bi sirûda neteweyî “Ey
Raqîp” re li komara Mehabadê hat rakirin û xwendin, bihêztir bû, ji xwe
piştî ku Pêşewa Qazî Mihemed radestî nemir nemir Mele Mistefayê Barzanî
kir, êdî zindî ma. Aniha di dilê her mirovê kurdê dilsoz de ye, û li ser
refikê dilê me kurdan tê avdan daku, ta ebed zindî bimîne, û ji bo bibe
ala dewleta Kurdistan a serbixwe, xwe ji bo wê gorî dikin, belê pê
sûnda giran dixwin ku emê wê ta ragihandina serxwebûna Kurdistanê zindî
biparêzin. DawîMîr Bedirxanê ku seranserî Kurdistanê di bin
desthilatdariya wî de bû, xwedî pere û tang û top bû, û ji bo
bazirganiyê li ser Gola Wanê keştî û gemî çêkiribû, û têkiliya wî bi
dewletên Europayê re hebû, û helbet haya wî ji helbestên kilasîkên kurd
hebû, êdî ne maqûle bê al be, lê mixabin belge li ber destê me tune ku
xwedî al û ala bû. Dîrok winda nabe, tim zindî ye û nayê ji bîr kirin
ku Bedirxaniyan hin al çêkirin û hin jî parastin. Zêdetir ji 100 salan e
ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve wek mîrata neteweyî hatiye parastin.
Gelê Kurdistanê jî gelek qurbanî ji bo parastina ala xwe daye ku, li
tevaya xaka Kurdistanê rastî êrîşên dijmin û dagîrkeran hatiye, lê gelê
kurd di bin siya wê alê de bê jimar qurbanî daye daku, xwe û ala xwe ya
rengîn biparêze. Min ji bo nivîsandina vê gotar an jî lêkolînê de,
gelek gotar û lêkolîn xwendin. Hinan bê jêder nivîsandine, û hinan jî bi
belge bîr û boçûn û şiroveyên xwe bihêz kirine û nivîsandine, min jî
baş sûd ji wan girt, na gelek sûd ji wan girt. Vêga, bi hêvî me ku gelê
me sûdê jê bibîne û lêkolîna min bibe jêder û lêveger ji bo wan kesên ku
dixwazin dîroka ala xwe bizanibin. Têbînî: eger hat û malper,
rojname û kovaran ev lêkolîn belavkirin, bila di bîr û bala wan de be
ku, bi lêkolînê re gelek al û wêne hene, wek belge, gerek li cihên
guncaw bên danîn û belavkirin, wek min çawa di malpera xwe ya
taybet(qadoserin . com) de belav kirine, yana wê wate û gelek şirove û
ronîkirin neyên famkirin û têdgihiştin. An jî dikarin PDF a lêkolînê
belav bikin. Qado Şêrîn, 25.11.2021, Hollenda. www.qadoserin.com .
|