
JI BO RAYA GIÞTÎ!
Di sala 2016ê de ango di pêncemîn Kongireya xwe de ku li Qamiþloyê li dar ket, HRRKê biryar wergirt ku xelatekê bi navê (Xelata HRRKê ya Afirandinê) damezirîne, û her salekê vê xelatê pêþkêþî dahêner û afirênerekî kurd bike. Nirxê xelatê 1000 dolarê emerîkî ye, ev xelat serê çar salan bi sponserî û alîkariya welatparêz û karsazên kurd berdewam dike. Di sala 2018ê de xelata HRRKê ya afirandinê bi sponseriya Ekremê Gemo þêwekarê kurd Zuhêr Hesîb wergirt û di sala 2019ê de bi sponseriya Kamîranê Hewran Reþîd Sofî û Mihemed Elî Þakir xelat wergirt. Her wisa di sala 2020ê de bi sponseriya Enstîtûya Kurdî ya Brûkselê Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat xelat wergirt.
Îsal jî di 2021ê de, çendîn ragihandina xelatê dereng ket jî lê dîsa
Komîteya Kargêr a HRRKê piþtî gengeþeyên berfireh û dûvdirêj du kedkarên
çand û wêjeya kurdî, du xebatkarên qada afirandin û dahênana bê
rawestan û bê westan ku temenên xwe ji boyî berfirehkirina asoyên
Kurmanciyê û vedîtina kêlîkên wendayî yên dîrok û hiþ û bîr û þopên
talanbûyî yên hest û nestan terxan kirin.. Du þervanên ziman û dîrok, û
du serkêþên gernameya hiþmendiya Kurmanciya me ya birîndar, ku bi dehan
sal in li koþeyên tarî, li gencîneyên veþartî digerin û hewl didin
pêþkêþî me û nifþên nû bikin. Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRKê
herdû xelatgirên (XELATA HRRKê YA AFIRANDINÊ) ya sala 2021ê; Konê Reþ û
Salihê Heydo ji dil û can pîroz dike, serkeftin û berdewamiya
berhemdayîn û afirandinê ji wan re dixwaze. Her wisa Komîteya Kargêr û
hemû endamên HRRKê spasiyên xwe yên germ û dilsojane pêþkêþî sponserê
xelata sala 2021ê karsazê kurd ê ku li Elmanyayê dijî birêz Ibrahîm
Þakir dike, daxwaza serkeftin û jiyaneke xweþ ji wî û malbata wî re
dixwaze. Komîteya Kargêr Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê
(HRRK).
18.11.2021 Qamiþlo
