Hesen MukeremVekişiyana Amerîkayê ji “Afghanistan”ê zirarên qerebûnekirî li îtbar û bandora hêza wê li deverê de xist. Amerîkayê bi vekişandina hêzên xwe ji wî welatî, encama şerê xwe yê 20 sale yê li dijî terorê û anîna wê hemî hêza leşkerî û lojîstikiya xwe bo “Afghanistan”ê, pûç û bê sûd kir û meydan bo Îran û hevpyêmanên Îranê fireh kir. Hikûmeta Îranê dema ku dît Amerîka û Taliban piştî 20 salan şer û pevçûnan li hev kirin, wî jî hewl da ku digel girûpa Taliban hinek rêkkeftin an jî peywendiyan pêk bîne.
Şem`ixanî sekreterê Şêvra Bilind a Ewlekariya netewî ya Îranê, li sala
2018`an di dema serdana xwe li “Afghanistan”ê, digel berpirsên wê demê
yê wî welatî komcivînek pêk anîbû û ji wan re ragihandibû ku ev
piştevaniya girûpa Taliban dikin û çek û teqemeniyên wan dabîn dikin.
Lê, dibe ji ber aloziyên berê yên di navbera her du aliyan de çêbibûn,
ev peywendiyane zêde dom nakin. Di heyama dehkên 90î de Îranê li bakûrê
“Afghanistan”ê, piştevaniya girûpên li dijî girûpa Taliban dikir û di
sala 1998`an de jî dema ku Taliban êrîşî li ser bakûrê “Afghanistan”ê
kir, vir heşt dîplomatên Îranê kuştin û di hember de jî, dewleta Îranê
hêzeke bi qasî 70 hezar kes li ser sînorê bakûrê “Afghanistan”ê ya di
navbera herdu welatan de cihgîr kir û manhoreke mezin li wir bi rê ve
bir. Sedema sisiyan jî, her di demên aloziyên berê yên di navbera du
aliyan de, Taliban hinek ji endamên neteweya Hezare ku hemî Şî`e meseb
bûn komkuj kirin. Herwisa di heyama çend rojên derbazbûyî de sermokarê
Îranê û serkirdeyên dewleta Taliban diranên xwe li hevdu tûj kirine.
Îbrahîm Re`îsî serkomarê Îranê di heyama komcivîna “Shanghai” a
“Tajikistan”ê de, digel “Imran Khan” serokwezîrê “Pakistan”ê civiyabû û
gotibû dibe ku em hewlên xwe bidin da ku li “Afghanistan”ê, hikûmetek
berfireh û hevpar ji hemî xelkê wî welatî pêk bê, li hember wan gotinên
tûj yên serkomarê Îranê de jî, “Muhammad Jalal” yek ji serkirdeyên
hikûmeta Taliban, li ser rûpela tora civakî a xwe ya “twitter”ê wuha
bersiva wî dabû: Serkomarê Îranê di demekê de ku azar û eziyeta piraniya
xelkê xwe dike, daxwaza desthilateke berfireh li “Afghanistan”ê de
kiriye, lê “Afghanistan” ne Lubnan e, û ne jî Hizbullaha duyem li
“Afghanistan”ê de dê hebe. Her ev kiryarên han dibe bibin sedema
bidawîbûna peywendiyên Îran û dewleta nû ya “Afghanistan”ê. Lê, tevî wan
hemî pirsgirêkan jî dîsan hikûmeta Îranê dibe di bin siya hevpêymanên
xwe yên mîna “Russia” û “China”ê hewla berfirehkirina nifûza xwe di nav
netewe, êl û eşîrên Şî`e meseb ên wî welatî de bide. Her ev rêbaza ku li
“Syria”yê bi piştevaniya “Russia”yê bi rê ve biriye dê vir jî bişopîne.
Ji
bo mînak li “Syria”yê, di heyama deh salên derbazbûyî de hikûmeta Îranê
bi sûdwergirtin û zêdekirina navendên mesebê Şî`e yan cih û pêgeha xwe
di wî welatî de binecî xurt kiriye herçend ku têkiliyên di navbera Îran û
“Syria” de vedigire bo serdema “Hafez al-Assad”ê bavê “Bashar al-Assad”
yê sekomarê niha yê wî welatî. Lê, di serdema “Hafez al-Assad” de, Îran
bona ku xwe ji dijayetiyên welatên Erebî ku ji aliyê “Saddam Hussein”ê
serkomarê Îraqê yê wê demê ve dihatin tûjkirin biparêze, hewl dida
têkiliyên xwe ên bi “Syria” re xurt bike û niha jî ev rêbaza hikûmetê
berdewam e, lê, bi rengekî tewaw cuda. Di heyama salên 1970î de ti
navendeke propagendeya mesebê Şî`e li “Syria”yê de tunebû, lê niha aliyê
kêm 70 hewzeyên Êlmiye li wî welatî ji aliyê Îranê ve hatine avakirin.
Hêjayê basê ye ku ev Hewzane ti emrekê li Wezareta Oqafa “Syria”yê
wernagirin, bi tewahî di bin çavdêriya Îranê de kar û çalakiyên xwe bi
rê ve dibin û hemî emr û destûrên xwe li Îranê werdigrin. Herwisa di
sala 2014`an de “Bashar al-Assad” serkomarê “Syria”yê ji Wezareta Zanist
(Me`arf) a “Syria” re emr kir da ku dersa lêkolînê ya li derbarê
mesebê Şî`eyan de wekî parek ji dersên xwendinê, di bernameyên
xwendingeh û zanîngehên seranserê wî welatê de dê bicih bikin û hikûmeta
Îranê jî her di rasteya wê nifûza xwe ya di karûbarên Perwerde û
Hînkirina fermî a “Syria” de, hewl da ku di nav kom û refên ciwanên
“Syria”yê de girûpên bi navên “Pêşengên Îmam El-Mehdî û El-Lolaye” ava
bike û ev girûpane jî di bin çavdêriya tewaw a Spaha Pasdaran de
bernameyên perwerdehiyê yên xwe bi rê ve dibin û her di bin birêveberiya
Spaha Pasdarana Îranê de jî, devrên leşkerî dibînin û piştre tevlî
milîşên girêdayî Spaha Pasdaran dibin û di çeperên şerê bedel yê
Hikûmeta Îranê bo berjwendiyên Îranê tên bikaranîn. Her ev milîşane dem
bi dem bi danîna bombe an jî avêtina rakêtan, hêzên Amerîkayê û hêzên
din yên biyanî niqîze dikin. Roj nine ku ev milîşane di şerê bedel yê
Spaha Pasdaran li welatên herêmê jiyana xwe wunda nekin. Berê hejmara
welatiyên “Syria” û “Afghanistan”ê yên ku di heyama salên derbazbûyî de
tevlî milîşên Îranê bibûn, 10 hezar kes bûn, lê niha Spaha Pasdaran a
Îranê bi sûdwergirtin ji rewşa xerab a jiyana welatiyan ev hejmara
gihîştandiye 25 hezar kesî û hemî mesrefa wan jî, ji aliyê Îranê ve tê
dabînkirin. Eva di demekê de ye ku li Îranê de, ji ber nebûna hêlên kar,
betalbûna karxaneyên pîşesazî, saziyên avedaniyê û givaşên navendên
nizamî yên hikumetê yên hakim li ser welatiyan de, rewşa jiyan û aboriya
wan rastî karesatên mirovî hatiye û tevî wan arîşeyan jî, hikûmet hemî
serwet û samana wî welatî li “Syria” û welatên deverê de bo alîkariyên
mîna beşdarîkirina di pirojeyên bînasazî û çêkirina avahiyan û
birêvebirina devrên leşkerî û dana heqdestê bo milîşên xwe mesref dike.
Spaha Pasdarana Îranê ji rêya milîşên xwe ve şer û aloziyan di welatên
herêmê de diafrîne û bi sûdwergirtin ji vê rêbazê, welatiyên desteng û
bê ti bijardeyek din yên welatên mîna “Yaman”, “Syria” û “Afghanistan”,
“Iraq” û “Palestine”ê bi danîna mercên mîna guhertina mesebê Sunî bo
mesebê Şî`e, û dana heqdestekê bi wan bi perê xelkê Îranê, wuha wan
neçar dikin da ku tevlî refên milîşên wan bibin. Hikûmeta Îranê bona
pêkandina çend armancên qirêj ên xwe di deverê de wan alîkariyan dide
xelkê “Syria” û welatên din, yek ji aliyekî dixwaze bineçarkirina ereban
bi guhertina mesebê wan, demografiya herêmê biguhere û ji aliyeke din
ve jî, bi vê rêyê şerê xwe yê bedel di derveyî sînorê Îranê bi rê ve
bibe. Herwisa bi niqîzekirina hêzên Amerîkayê ji rêya milîşên xwe ve,
dixwaze Amerîkayê neçar bike daku hêzên xwe li deverê vekişîne û derfetê
bo cih û nifûza xwe di nav welatên herêmê de fireh û xurt bike û bi
derxistina hêzên Amerîkayê bikare kiryarên têkderane û dije mirovî yên
xwe bi bê tu metirsiyekê bi rê ve bibe. Ji bo mînak di 11`ê Tîrmeha sala
2020`an de milîşên girêdayî Spaha Pasdaran êrîşî li ser meydana neftê
ya bi navê “El-Emer” ya li nêzîkî Dêlezorê kirin û ev kiryara pareka
piçûk ji êrîşên wan çekdaran bû ku li dijî hêzên Amerîkayê hat encamdan.
Her Çavan Hikûmeta Îranê li “Syria”yê şerê xwê ê nerm bi rê ve dibe,
her ev rêzbaza li “Afghanistan”ê de jî li dar xistiye. Li “Afghanistan”ê
Hewzeyeke bi navê “Hewzeya Xatem El-Nebî” ava kiriye, ev hewzeya bi
destê kompaniyayeke hevpar a “Iran” û “Afghanistan”ê hatiye çêkirin û
herwisa ev hewzeya di bin berpirsatiya “Ayetûllah Şêx Asef Muhisnî”
berpirsê giştî yê melayên Şî`e ên “Afghanistan”ê li bajarê “Kabul”ê
dihate birêvebirin, li gor gotina Muhisinî eva mezintirîn hewzeye ku li
Rojhilata Navîn de hatiye çêkirin û vir hevdem 1500 xwandekar mejûlê
hînbûna desrên mesebî dibin. Navbirî di axavtinên xwe de dabû zanîn ku
welatiyên “Afghanistan”ê hem ên Sunî meseb û hem jî ên Şî`e meseb bi
hev re vir mejûlê xwendina desrên olî dibin. Herwisa bo çêkirina vê
hewzeyê bi qasî 13 milyûn Dollar pere hatiye serfkirin, ev pereya ji
aliyê hikûmeta “Afghanistan”ê ve nehatiye dabînkirin. Ayetûllah Muhisnî
bixwe yek jî Şî`eyên girêdayî Îranê bû û Hikûmeta Îranê li rêya Alyetûla
Muhsinî û vê hewzeyê karî welatiyên “Afghanistan”ê ên Sunî meseb, bi
dana soz û qewlên cuda heta qasekî hem meseb bi wan bide guhertin hem jî
demogirafiya welatê wan biguhere. Ji aliyekî din ve jî her ji rêya vê
hewzeyê ve welatiyên “Afghanistan”ê ên desteng û hejar bi dana pereyek
kêm, wan li welatên mîna “Yaman”, “Syria” û “Iraq”ê bo şerê bedel ê xwe
bikar tîne. Hikûmeta Îranê piştî ku di şerê rasterast ê xwe li Syria û
welatên herêm de zirarên canî û zirarên lojîstîkî dîtin ev rêbaza şerê
nerim girte ber xwe û hewl da li her welatî de malbatên desteng û bê
çare bi mercê guhertina meseb, ciwanên wan li hewzeyên Şî`eyan de
werbigire û heqdestek kêm jî ji wan re diyarî bike, bi wî rengî wan bo
berjewendiyên xwe yan hemen şerê bedel bikar bîne.
Di encamê de
hikûmeta Îranê di bin siya birêvebirina kar û çalakaiyên çandî û kultûrî
de, di welatên herêmê de hem destêverdanê di karûbarên welatan de dike û
hemî demogirafiya welatan bi sûda xwe dide guhertin û ji aliyekî din ve
jî, hem şerê nerim û hem şerê bedel yê xwe di herêmê de berdewam dike.