Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ENSTÎTUYA KURDÎ YA PARÎSÊ Û SPASNAMEYEK

 


Konê Reþ

Di 18ê îlona 2021ê, di civîna konseya çandî û zanistî de li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, ez layîq hatim dîtin ku bibim endamê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê. Bi vê boneyê, di roja 21 Îlonê/ 2021ê de nameyeke agahdariyê ji min re þandin. Ev beþeke ji wê nameyê:  
(Konê Reþ, hevalê hêja û berkeftî! Em dixwazin te bi dilekî germ û serfiraz agadar bikin ku tu layîq hatîyî dîtin ku bibî endamê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.. Te bi keda xwe ya pir giranbiha xizmetên mezin û berbiçav pêþkêþî zimanê kurdî kirine. Ji ber vê jî tu gelekî bi xêr bihêyî navmala Enstîtuyê…
Birayên te: Kendal Nezan û Reþo Zîlan).



  Ez jî, ji dil û can spasiya Dr. Kendal Nezan, mamoste Reþo Zîlan, Dr. Sêvê Îzolî dikim û soz didim ku, her ez ê li ser wê rêbaza ku ji 40 salî ve li ser dilivim, xizmeta zima, çand û rewþenbîriya gelê xwe bikim.. Ev rêbaza ku Enstîtuya Parîsê, ji bo wê endamtiya xwe daye min.. Careke din spasiya tevan dikim.
Enstîtuya Kurdî Ya Parîsê:
  Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di roka 24ê sibata 1983an de hatiye avakirin, saziyeke çandî ya serbixwe, ne polîtîk û laîk e, ku ronakbîr û hunermendên kurd ên xwedî bîrûbaweriyên cihê û pisporên rojavayî yên cîhana kurdî di bin banê xwe de kom dike.
  Armanca wê hiþyarkirina civata kurd e, da ku li ziman, dîrok û bermayê xwe yê çandî xwedî derkeve, alîkariya koçberên kurd ên li Ewropa di civata ku pêþwaziya wan dike de bike û Kurdan li gel ziman, çand, welat û rewþa wan a aktuel bi gellên biyanî bide naskirin.
  Danerên Enstîtuyê entelektuel û hunermendên kurdî yên li Kurdistanê bi navûdeng in. Hin ji wan ev in: Yilmaz Güney, Cegerxwin, Hejar Mukryanî, Tawfiq Wahby, Prof. Qenatê Kurdo, Haciyê Cindî, Remzi Bucak, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Ordîxanê Celîl, Dr. Kendal Nezan, Ismet Þerîf Wanlî..
  Serokê wê Dr. Kendal Nezan e (Fransa); cîgirên serokê wê, profesorê Zanyariyên siyasî li Zanîngeha Swansea Dr. Abbas Valî (Brîtanya Mezin) û profesor li Zanîngeha Amsterdamê Dr. Fuad Hussein e (Holenda). Karê xeznedariyê ji aliyê professora ziman û þaristaniyeta kurdî li INALCO-yê Xanim Joyce Blau ve tê birêvebirin. Hiqûqnas Kamûran F. Çeçen jî weke sekreter kar dike. Desteya birêvebiriyê her wiha jî heft kesayetiyên din ên Kurd li Almanya, li Suedê, li Brîtanya Mezin û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û di çarçoveyeke berfireh de pirrengiya dîaspora kurdî ya Rojava ku nêzîkî milyonek Kurd e, digre nav xwe.
  Bi hesasiyeteke demokratîk, pluralist û beþdariyeke heta ku mimkun be berfireh a ronakbîr, nivîskar, lêkolîner û hunermendên dîaspora kurdî di çalakiyên xwe de, Enstîtuya kurdî ji xwe re Desteyeke Çandî û Zanyarî (DÇZ) daniye ku ew jî ji pênc beþan pêk tê: Zanyariyên mirovî, Ziman û wêje, Huner, Ragihandin û mafên mirovî û Jîndarkirina çandî-civatî.
  Ev beþ biwarên çalakiyên ku ji alî destûra Enstîtuyê ve hatine pêþbînîkirin digrin nav xwe. DÇZ jî organeke hilbijêr a Enstîtuyê ye. Endamên wê, her ji sê salan carekê bi awayekî sergirtî dengên xwe didin û endamên Desteya birêvebir a Enstîtuyê hildibijêrin.
Enstîtuya Kurdî bi piþtgiriya çalak a gellek entelektuelên rojavayî ku destekê didin karê wê pirr kêfxweþ e.
  Bi saya kampanyayeke alîkariyê ya diravî li nav Kurdan û dostê kurdan, Enstîtuya kurdî, ji sala 1987-an û bi vir de, bû xwediya avayiya xwe.
  Bi hesasiyeta ji bo serxwebûna xwe, Enstîtuya kurdî, hemî bexþên ku karibin tesîrê lê bikin red dike. Her wiha jî hemî alîkariyên diravî yên Dewletên ku gelê Kurd di bin zordestiya wan de ye û bi awayekî giþtî jî alîkariya hemî dewletên ne demokratîk red dike.

Konê Reþ/ Qamiþlo 26/8/2021




Nîþe:

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark