Dr. Ibrahim MahmudBang li her kurdekî dilsozê netew û welatê xwe; her kurdekî ku baweriyê bi serxwebȗna Kurdistan ê tîne, ku hersal roja 25.09. (Ilunê) weke roja danîna kevirê bingehîn yê dewleta kurdî jibîr nekê, pîroz bikê ȗ bi der-dora xwe li her cihê ku lê dijî bide nasîn ȗ pê serbilind be!
Birsiyar dikare we re kirinê, ҫima?
Bêgoman bersiva vê pirsa girng a ku gelek aliyên wê yên dîrokî, siyasî. civakî, netewyî ȗ navneteweyî hene; dixwazim bi gurtî di ҫend xalên jêrîn de bidin, bi hêviya bi bîrxistina salvegera 4 min a vê bȗyera yekemîn ȗ herî giring di dîroka xebata rizgarîxwaz a gelê me de:
1- Cara yekem di dîroka kurdan de, rêveberiya parҫekî Kurdistanê
(Bașȗr) bi serokatiya pêșmerge Mesud Barzanî bi zanebȗn, serbixwe ȗ
vîneke pola, bi milyonan bi șêweykî azadî, dêmoqratî, șaristanî ȗ bi
cejin berê xwe dane sindoqên dengdanê li ser pirsa Serxwebȗn ȗ avakirina
deweleta neteweyî!
2- Encama dengdanê di wê cejna neteweyî de, a ku
bi saya pêșketina mêdiya serdemê, cîhan hemȗ bȗ șahidê ku Rȗniștvanên
Kurdistanê zêdetir ji 92 % bi azadî dengê xwe dane serxwebȗn ȗ rizgariya
gelê kurd ji bin destên dagîrkeran!
3- Vê bȗyerê ȗ encamên wê
tirseke mezin xiste dilê neyaran ȗ careke din, hovîtî, naheqî, ҫavsorî ȗ
nașaristanîya dewletên dagîrkerên Kurdistanê ȗ rêvebirên wan, ji
dunyayê re eșkere kir! Em hemȗ dizanin, bê dujmnan ji her ҫar aliyan ve
bi ҫi hovîtiyê hewildan ȗ hînjî didin daku vîna gelê kurd ȗ dengdana wî
pȗҫ bikin!!
4- Dengdana kurdan jibo serxwebȗnê ȗ bersiva dujminan a
hovane, careke din tegez (îsbat) kir, ku jiyana biratî, aștî, wekhevî ȗ
dostane di nav wan dewletan de, nayê pêkanînê?!!
5- Dengdan ȗ
encamên wê bȗne belgename ȗ dokȗmênteke pirr giring jibo pêșeroja
avakirina dewleteke neteweyî ȗ tu hêz nikare wî dengî winda bike.
6-
Proseya rapirsînê, tevî nakokiyên navxweyî ȗ dijayetiya hin aliyên
Kurdistanî (beșekî YNK, Goran ȗ komela Islamî), dazanîn, ku pirraniya
gelê Kurd jibo mafê serxwebȗnê yekdenge ȗ avakirina dewleteke neteweyî
êdî nema xewne!
7- Rapirsîn ȗ dengdana kurdan jibo jiyaneke serbixwe
îro bȗye hêza bingehîn a pêșdeҫȗn, serketin ȗ rêzlêgirtin li serokatiya
herêma bașȗrê welat li navҫeyê ȗ Cîhanê jî! Tenê jibo nemȗne; Pêwndiyên
navnetewyî, mezinbȗna rola herêma Kurdistanê ȗ pêșwaziya gerim ȗ dostane
li serokên Kurdistana bașȗr li gelek welatan, vê rastiyê dide zanîn!
8-
Rapirsîna serxwebȗnê a 25,09,2017 li bașȗrê welatê me, dikarim bêtirs
bêjim, ku zêdetirî 90% hemȗ kurdên cîhanê li hev civandin; cara yekembȗ
di xebata rizgariya me de, ku hewqas ҫalakiyên hevbeș di nav Kurdan de
bi dilxweșî ȗ serketin, têne li darxistinê!
9- Rapirsîna kurdan jibo
serxwebȗnê careke din da zanîn, ku parêzer ȗ piștgirên rast ȗ dilsoz yên
mafê gelan kêmin; tenê perjewendiyên neteweyî ȗ navnetewyî di rojevê de
ne ȗ cihê danȗstandinê ne!
Di dawiyê de, pêwiste bê gotinê, ku
baca rapirsînê jî mezin bȗ; dujminê kurd ȗ Kurdistanê (bi taybetî rêjîma
Iranê ȗ hevalbendên wê yên Iraqî) ji mêjve pîlan ȗ dafk jibo
dagirkirina herêma bașȗr amadekiribȗn. Wan proseya Rapirsînê ji xwe re
kiribȗn bihane ȗ hincet ȗ weke derfetekî zêrîn bi karanîn ȗ êrîșên mezin
ȗ dijwar anîn ser xaka Kurdistan ê… Sedcar mixabin, li vir gerekê bê
gotinê, ku dîsan xwefiroș ȗ xaiynên netewa xwe (Taximê herdu birazayên
Talebanî: Araz ȗ Lahorê Șêx Cengî) di 16. Cotmeha 2017 an de, serê xwe
hildan ȗ jibo berjewendiyên Malbatî ȗ navҫeyî bȗne destek ȗ alîkar jibo
bicihanîna pîlanê dagîrkirina axa kurdistana azad; ȗ di rastiyê de jî,
bajarê Kerkuk ê ȗ 50% ji navҫeyên Kurdistanî ketin bin destê Hukumeta
Baxdayê! Bêgoman di derheqa bȗyera xiyaneta 16î Oktoberê de, pêwiste
gelek lêkolîn werin kirinê… Heger ew bȗyera dilșewat ȗ bêbext rȗ nedaba,
wê rewșa Gelê Kurd ȗ Kurdistanê roja îro bi șêweyekî gelekî baștir ba
ye!! Lê di derheqa vê bȗyerê de pêwiste bi kurtî be jî, ez bêjim: heger
ne zanebȗn, dilsozî, hișiyarî ȗ xemxwariya Rêzdar Serokê Kurdistan Mesud
Barzanî ba, wê șerê birakujiyê ȗ wêraniya hemȗ kurdan destpêkiriba ȗ
pîlanên dujminan jî bi cih dibȗn!