Seîd YûsifHelbestvan û wêjevanê kurd melle Nayifê Hesso ji rojavayê Kurdistanê ye, bi navê Seydayê tîrêj tê naskirin. Ew nav ji aliyê dîroknas û xebatkarê Kurd Hesen Hiþyar hatiyê lêkirin.
Sala, (1923)an Ji dayik bûye. Li gundê Nicmok yê nêzîkî Qamiþlo ye. Piþtî 6 salan li gundê Tûkê ew niþtecih bûye. Di pey re li gundê Sêmitikê Newaf, yê nêzîkî bajarê Amûdê. Li wî gundî hînî Quran û zanyariyên olî û zimanê Erebî dibe, li ber destê Melle Brahîmê Golî.
Di sala (1937)an de diçe Bajarê Amûdê û 5 salan li dibistana desthilata Sûrî xwendina fermî dike.
Li
Amûdê gelek kesayetên balkêþ û giring nas dike wek helbestvanê mezin
Cegerxwîn û gelek kesayetên din yên bi nav û deng weke Osman Sebrî,
Reþîdê Kurd, Qedrî Can, Hemza Beg, Nûredîn Zaza û malbata Bedirxaniyan.
Ew di tevgera "Xweybûn" beþdariyê dike û "Komela Ciwanên Kurd" li Amûdê.
S. Tîrêj xwedî rûmet û di nav dost û hevalan de cihê rêzgirtinê bû.
Di
sala (1952) an de Hêza ewlehî ya rêcîma Sûrî êrîþ dike mala Seyda û
hejmarek ji helbestên wî yên ne çapkirî binpê û talan dike û di encamê
de wî dikiþînin Zindanê.
Di sala (1973)an de li bajarê Hisiça
niþtecih dibe û tê gotin ku demek dirêj ji jiyana xwe bi hoza Eþîra
Cibûriyan ya Ereb derbaskiriye.
Lê belê S.Tîrêj li bajarê Hisiça
koça dawî dike û diçe ber dilovaniya xwedê. Di roja 23.03. 2002an de û
di 25.03an li Gundê Gir Keftar tê oxirkirin û veþartin. Ew jî li gor
temînîya Seydayê hêja bû.
1- Dibistan û bandor:
S.Tîrêj þa`irekî
ji peyê dibistana Kurdî ya kilasîk e, ew dikeve bin bandora gelek
helbestvanan weke Mellayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyran, Pîrê merd û
dostê wî yê þêrîn li ber dilê wî û hevalê rê û rêwîtî yê " Cegerxwîn" .
S.
Tîrêj dijî helbesta azad bû û þert û merc ên helbestê li cem wî ev in:
Kêþ, pîvan, naverok, awaz û sîstem… Ew di baweriya wî de ew kesê van
mercan bi cih nîn e, ew ne helbestvan e û bera dev ji xwe biqere ji xwe
re karekî din bibîne.
S. Tîrêj wêje û toreya Kurdî vejîn û geþ
kiriye û parastî ye û tomar kiriye … Di helbestên xwe de weke Siyamend û
Xecê… Sîpan û Perwîn…
Ew bi helbestên xwe li hemî dever û war û
þûnwarê Kurdistanê geriyaye û nivîsiye ji Dicla û Ferat re û Derya Wanê
û Urumiyê û hemî bajar û çiyayên Kurdistanê, çi Barzan û çi Agirî û
Dêrsim… û weke wan bo bajarên Kurdistanê weke Mehabad Û Silêmanî û
Duhok….
Straye ji balandiyên Kurdistan re Bilbil û Þalûr… û helbesta
wî ya ciwan û naz bo teyrê Quling.. Mi di vîdyoyekê de bi dengê wî yê
resen û awaz lê guhdar kirîye ji ezber bi serbestî û hêrs ew dixwîne.
S. Tîrêj zor hezkirîye ji Mirovan …û Jina Kurd.. Û Þehîdên Kurdistanê…
Helbestên
Seyda bûne sitran bi dengê gellek hunermendên Kurd weke Seîd Gabarî,
Remedan Necim Omerî, Þivan Perwer, Beha Þêxo… û ji aliyên gellek komên
muzîkî ve weke Koma Orkêþ û Xelat û koma Þoreþ…
Sala (2001) an de li
ser daxwaza kurdên koçber Serdana Almanya kiriye û li wê derê hinek
êvarên helbestî lidar xistine bi beþdariya Þivan perwer û Ciwan Haco.
Seyda
hatiye pîrozkirin û bexþandin sê caran.. cara yekem di roja helbesta
kurdî de ya sûriyê sala (1995)an û cara duyem bi bûneya sedsalîya
rojnema Kurdî li Erbîlê û cara sêyem ji aliyê koma Helebçe ya folklora
kurdî li Sûriyê sala (2001) an de.
2- Kar û berhemên S. Tîrêj :
Seyda helbest nivîsîne bo gelek Kovarên kurdî weke: Hawar, Ronahî, Roja nûh û Stêr. Berhemên wî yê çapkirî ev in:
1- Xelat yekem dîwan e sala (1989).
2- Zozan… 1990.
3- Cûdî. 1998.
4- Serpêhatiyên Kurdan. 1992.
5- Pirtûka wî ya mewlida Pêxember amade ye bo çapkirinê.
6- Cildê duyem bo filoklorê kurdî reþnivîs e ne çapkirî ye û hinek helbest jî…
Dilovanî li giyanê S. Tîrêj.
- Jêderên agahiyan :
- Dîlawererebî.Wordpress. Com.
- www.r_enks.net. 23/3/ 2018/
- Rudaw. Net. Þêrîn Dawûd. Erbîl. 2015/2/24/.
............
Têbînî :
jêder hemû bi zimanê Erebî ne, wergêr bo zimanê Kurdî
Seîd yûsif. Hisiça 2021/3/25/.