Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: REWÞA ZIMANÊ KURDÎ DI ROJA ZIMANÊ DAYÎKÊ YÊ CÎHANÎ DE

 


Hiþmend Þêxo

Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêþxistina Zimanê Kurdî dibe.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê welatên ku Kurdistan dagîr kirine ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi þanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew yek jî di dewlemendiya zimên de ya hemû warên zimanzaniyê de berçav e. Zimanê Kurdî wekî hemû zimanan di qonaxên derbasbûyî de bi gelek alfabeyan þaristaniya xwe aniye ber çavan lê ji ber rewþên cihêreng rastî gelek astengiyan hatiye û ew astengî bûne sedema aloziya ku îro zimanê me tê de dijî.


Di 21’ê Sibata sala 1952’an de hejmarek ji xwendekarên Bingladiþ li zanîngeha Pakistanê xwestin ku bi zimanê xwe yê dayîkê baxivin, Lê rastî êrîþa polîsên Pakistanê hatin. Piþtre wan êrîþên polîsan þermezarkirin û dest bi çalakiya girava birîçbûnê kirin. Lê vê carê polîsên Pakistanê bi guleyan êrîþ xwendekaran kirin û di encamê de hejmarek ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Lewre di sala 1999’an de Rêxistina Navnteweyî ya Cîhanî ( UNESCO ) roja 21’ê Sibatê weke roja zimanê dayîkê yê cîhanî diyar bû.

Zimanzan wiha pênasiyê bi zimên dikin : 
Ziman ne tenê ji bo axavtinê ye , Lê belê ziman emrazekî têkilî , û danûstandinê ye. Ziman emrazeke ji bo pêþxistin û parastina çanda netewî ye.

Zêdetirî Þeþ hezar û Hefsid ziman di cîhanê de hene. Heya salên 1950 ji zêdetirî 200 ziman li vê herêmê û 184 ziman li cîhanê bi awayekî herî kêm ji aliyê 10 kesan ve hatiye axaftin. 

Netewa Kurd jî xwedî zimanekî dewlemend e di dîroka Rojhilata Navîn de Heya niha jî zimanê kurdî rastî êrîþan tê. Zimannasên Zimanê Kurdî diyar dikin ku dagîrkerên Kurdistanê  herdem xwestine rê li ber pêþkertina zimanê Kurdî bigrin û bidin piþaftin.

Zimanê Kurdî zimanekî Têr û serbixwe ye , Herwiha gelê kurd xwedî dîrok û çandek kevin e di nav gelên Rojhilat de.
Zimanê Kurdî ji çend zaravayên weke Kurmanciya Jorîn , Kurmanciya Jêrîn , Naverast û Goran.
Lê heya niha zimanê me di aliyê nivîskî û wêjeyî de nebûye zimanekî hevbeþ.

Di vê çarçewê de Lêkolînerên zimanê kurdî wisa dibînin û dibêjin :
Ji encama sedemên xaknîgariya welatê me hêþtiye Kurdistan ji aliyê deþt û çiyan ve were dorpêç kirin. Herdem Kurdan xwe parastiye û tevlîbûna xwe ya ji bo derve kêm çêkiriye. Ji ber vê yekê þêwaz û axaftina herêm û navçeyan ji hevdu cuda ne. 
Di aliyê Rêzanî de jî parçebûna Kurdan yek ji sedemên bingehîn û serekeye ku zaraveyê Zimanê Kurdî ji hev cuda bûne. Heya niha jî Kurdistan ne bûye xwediyê standartekî Rêzanî. 

Di dîrokê de tu caran êrîþ û dagirkerî li ser gelê Kurd û Zimanê Kurdî kêm nebûye. Lê herdem gelê Kurd bi vînek ji polat li dijî van êrîþan xebat kiriye û li berxwe daye.

Rewþa Zimanê Kurdî li her parçeyekî Kurdistanê 

Li Kurdistana Bakûr dewleta Tirk siyasteke hovane li ser gelê Kurd dida meþandin û peyva Kurdistan qedexe kirî bû.
Lê piþtî damezrandina Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê dest bi xebat û têkoþînê bû , Niha li Bakûr zimanê kurdî heya bi astekê cihê xwe girtiye , û gelek Rojname, Kovar û Tv bi Zimanê Kurdî hene. 

Li Kurdiatana Rojava jî tevî siyasetên Erebkirin û tunekirina kurdan di vê rewþa zehmet û dijwar de gelê kurd û Tevgera Netewî ya kurdî bi hiþmendî xebata xwe dikir û zimanê xwe parast û bi taybetî piþtî bayê guherînê li Rojhilata Navîn destpêkir û giha Sûriyê gelê me di aliyê zimanê kurdî de gelek deskeftiyên mezin bidest xistin, ji dibistanên seretayî de heya bi zanîngehê.
Hêjayî giyanêye ku li hersê herêmên kurdî Efrîn , Kobanî û Cizîrê peymangeh û zanîngeh hatin vekirin.
Her wiha Rojname , Kovar û pirtûk bi zimanê kurdî çap dibin.

Li Baþûr û Rojhilatê Kurdistanê jî têkoþîna gelê Kurd berdewam bû di aliyê xwendin û nivîsandina kurdî  de. Bi hezaran pirtûk, kovar, rojname bi Zimanê Kurdî hatin çapkirin.
Piþtî raperîna Baþûrê Kurdistanê gelê me deskeftiyên mezin pêkanîn. 

Di rewþa niha de li her çar parçeyên Kurdistanê girîngiyeke zêde bi Zimanê Kurdî heye. Niha di hemû astên jiyana rojane de weke Tendrustî, Rêzanî, Ragihandinî, Aborî, û Hunerî de zimanê Kurdî tê bikaranîn.
Lê ji ber ku Kurdistan çar parçeye û heya vê kêliyê jî siyasetên tunekirinê li ser gelê me dimeþînin û zimanê me didin piþaftin , Lewre Kurd di welatê xwe de mane dîl û lawaz û ji ber vê yekê heya niha jî standarteke Zimanê Kurdî nehatiye diyarkirin. Mixabin Ev jî pirsgirêk û derdekî mezine.

Li dawiyê Ez Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî li tevahî gelên Cîhanê û gelê Kurdistan pîroz dikim û bi taybetî Ez li Hevalên xwe yên Mamoste , Nivîskar , Zimanzan û Zimanhezên Zimanê Kurdî pîroz dikim û dibêjim : Ber bi xebateke zêdetir ji bo parastin , geþkirin û pêþxistina zimanê kurdî ji ber ku :
Hezkirina zimên 
ji hezkirina welête 
Parastina zimên 
ji parastina welête.

Bijî Zimanê Kurdî

Hûn tev bijîn di evîna welatê xwe de xwe

20 / 2 / 2020 

Hiþmend Þêxo 
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark