
Bîst û pêncê vê mehê, sêyemîn salvegera roja dîrokî ye, ya ku tê de gelê me li başûrê Kurdistanê ji sedî 92 zêdetir deng bi (Belê) da bû ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Îraqê, ku bi keyfxweşiyek mezin bersiva partiyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Mesûd Bazanî hate dan, bi destnîşankirina 25ê îlona 2017an wekî roja referenduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê.
Gelê me yê Kurd li Çar perçên Kurdistanê hîn jî biryara referendumê wekî
biryarek mêrxasî û dîrokî dibîne, ku derbirînê dike ji hez û vîna gelê
me yê Kurd yê azadîxwaz, û ji mafê çarenivîsê xwe û avakirina dewleta
xwe ya serbixwe wekî hemû gelên cîhanê û bi rengekî demokrat bi rêya
sindoqa dengdan û giştpirsiyê û bi beşdariyek navnetewî, ji bo biryar
bide li ser çarenivîsa xwe û avakirina dewleta xwe ya netewî piştî
sedsalan ji têkoşîn û fedakariyên mezin ji bo bidestxistina azadiya xwe
ji destên dagîrker û stemkarên desthildar li ser gelên herêmê, ku rêjîm û
hukûmetên dagîrker bi hemû awayan bi rêya dorpêça aborî û asmanî û bi
planên xwe yên reş, hevdem digel bêdengiya cîhanî û herêmî li dijî vîna
avakirina dewleta kurdî rawestiyan, ji bo betalkirina vî mafê rewa yê ku
hatiye pejirandin di hemû tekst û belgename û peymanên navnetewî de,
yên taybet bi mafê çarenivîsa gelan, ku ji hêla hemû konferans û forûmên
navnetewî ve di vî warî de hatine pejirandin û piştrast kirin.
Hevkarî
ya partiyên Kurdistanê li Almanya piştgiriya xwe ji bo îradeya gelê me
yê mezin li başûrê Kurdistanê di roja referendumê de ji bo serxwebûna
kurdistan û ragihandina dewleta kurdî dupat dike, û bang li civaka
navnetewî, gelên Amerîkî, Ewropî yên aştîxwaz û demokratxwaz û hemû
saziyên mafên mirovan dike ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û rêzê
bigirin li îradeya gelê Kurdistanê û piştgiriya mafê çarenivîsa wî bikin
ji bo avakirin û ragihandina dewleta xwe ya serbixwe bi berçavgirtina
qurbanî û fedakariyên mezin yên gelê kurd dayîn li dijî terorîzmê.
Hevkarî ya partiyên Kurdistanê li Almanya
24ê îlonê 2020