Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mile Ehmedê Batî(Hesen Husên) 1417-1491(1495)

 


Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Ehmed li gundê Batê,li navçeya Hekarî di sala (1417) an de ji dayik bûye,ew ji êla Ertoş e,lê li vir pêwîst e jî ku em nirîna lêkolînerê dîroka Kurdî Ebdilreqîb Yosif jî dermafê navê helbestan Mile Ehmed jî bidin xûyakirin,ew dinivîse:Riya min bi herêma Hekarî ket,min ji hin kesên  malbeta Batî pirsî ku navê vî Meleyî çî ye?Ewan gote min:Şêniyên wê herêmê ji wî re dibêjin Husên.Lê  di vê derbarê de lêkolîner Feqî Husên Saniç jî dibêje:Navê vî helbestvanî ya rast Hesen Husên e,lê Ehmed jî nasnavê wî ye.


Rojhilatnas A.Jaba dinivîse:Dîwanek mezin ya Mela Batî li ser evîndariyê heye,lê Prof.Qanatê Kurdo dibêje:Em jî du destanên wî nas dikin(1-Zembîlfiroş).(2-Mewlûda Pêxember).Divê em li vir jî bi bîrhûnin ku Kurdnas û folklorzan Jakêlin Museliyan di sala (1978) an  de bawernama Doktoriyê li ser destana(Zembîlfiroşê)li Lênîngrada berê,(niha Pêtirsburg)wergirtiye.
Herweha jî divê em destnîşan bikin ku(Mewluda Pêxember),hîn di sala (1907) an de li Stembulê  bi navê Hesenê Ertoşî hatiye weşandin û ewa  carek din jî di sala (1992) an de  li Stembulê ji aliya weşanxana Firatê hatiye çapkirin.
Di dîroka wêje de hatiye nivisîn ku Mele Batî li gel Mîrê Meksê xwendiye,lewra jî ew herdu dibin  destbirayên hev,ew di  dawiya jiyana xwe de demek dirêj li nik Mîrê Meksê dimîne,lê gava ew vedigere mala xwe û ew hîn li ser  rêve bû ,berfê li zozanê pir lêdikir,lewra ew ji serman re dimre û terma wî ta Buharê li wir dimîne,lê gava hin kesan terma wî  li wir  vedîtin, ewan  vê helbesta jêrîn di gêrfanê wî de dîtin.

Li Çirya paşiyê pê de
Melayê Bateyê konê
Sefer kêşa bi Meksê da
Li ser weqtê Zivistanê
Zivistanê evî yalê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derholê
Xûnavê girtî kêstanê
Xûnavê girtî Nesrînê
Cemed çêbû li sewlînê
Girya me tê ji bo asmînê
Zerî nayêne seyranê
Zerî tên û diyar nabin
Coşil  tên  û sitar nabin
Çi cindî tên û şiyar nabin
Bûye tarî li kolanê .
                                                 xxxxxx
Wek hatiye zanîn cîroka folklorî (Zembîlfiroş) di dîroka wêjeya devkî de pir naskirî ye,lê di vir de helbestvan E.Batî jî bi awayê xwe û bi  şêweyek helbestane ev destana nivisiye,em li vir hin malikên  vebjartî pêşkêş dikin.
Zembîlfiroş selekan dibe û tîne
Mal  bi mal digerîne
Bejin û bala vî nûrîn e
Jin û bûkan ji îmanê dertîne
Rojek hat, roja bi xêr
Zembîlfiroş kire tevdîr
Selek hildan,selekê de hejîr
Birin  geriyan li nav bajêr
Kûçe –kuçe dizivirî
Ber xanîkan  re buhirî
Jina Mîr lê nihêrî
Huba wê serda  firî
Ewê gaziya cariyê kir
Sir li eniya aşkere kir
Got:Hûn carîniyê min delal
Zû, zû bikin herin ji mal
Lawik li jêr e,herne li bal
Bêjinê Mîr  te dixwaze dîndar
Ew carîniyê keleş in
Zû,zû berjêr dimeşin
Şîrîn, şîrîn  dibêjin
Zembîlfiroş lawikê delal
Hûn carîniyê husn û cemal
Min bihîstiye Mîr ne li mal
Seleka bi kêre  bikim bazar
Zembîlfiroş  çû  bi derda
Gulxatun rabû ji berda
Şekir barî ji dev û lêva
Zembîlfiroş got,wey Xatuna gerdenzêr
Cariyê ez anîme vê derê
Gulxatunê got:Tu ser sera û herdu çava
Bazar û bazar, min û te va
Mutaca  te me bi dil û çava
Xatuna delal zende bazin
Tu  li min meke gazin
Jin ne layiqe bike bazar
Xeber rastîn  têne ser zar
Seleka bi kê re bikim bazar?
Ez rast bêjim,tu bizan
Te xweş kir tu hatî vir
Tu hem şay î,him şevbihêr
Ev e ji te re bajar û xêr
Wey Xatuna  gerdenzêr tê
Em  xeberdin  ji cima –etê
Zembîlfiroş lawikê feqîr
Tevî  bide zilf û herîr
Rabe ,rûne li ser  doşeka Mîr
Gotina min ji te re toq û zincîr
Xaunê li min meke van henekan
Ew pêkenînê qîz û bûkan
Min berde herim sûkan
Bifroşim  van selekan
Pê bikirim  nanê zarokan
Lawiko bese bikî van giliyan
Ez bidim te memkê qumriyan
Li te werdim  çeka cindiyan
Te derxim ji tar û tengiyan
Guh  mede Sofî û Suniyan.
Lawikê  nezan  tu çima şermîn î
Silav  bike van memkêd zêrîn î
Tu yê ji wan xêrê ji xwe re bibînî
Te ez  bi dil can ve birim
Te nebînim ez dimirim
Rojê  şayê  diçin ,derbas dibin
Gul dighêjin,diçelmisin
Tu kêf bike,kêfa mezin
Bira gûnê te ji min bixwazin
Lawiko were  ser şekir û sêvan
Wan bimêje bi dev û lêvan
Sîng û berê min ji te re meydan
Li ser sîwar be bajo  heyran.
Wey  Xatuna aqil temam
Tu şerbet bî av li cam
Bedena te li min  heram.
Ey dil were dîsan  bicoş
Carek  ji caran  mey binoş
Bikin  qiseta Zembîlfiroş
Da seh bikin  hikayetê.
Zembîlfiroş lawikê rewal bû
Bi kilfet û ehl û eyal bû
Husnekî Yosif li bal bû
Heq rizaqê qismetê.
Qewîn ew lawikê feqîr bû
Dayim Xwedê debîr bû
Pêşî xwe da jîr  bû
Ew bi dest hebû senate(Pîşe)
Şuxlê wî selek û tebaq bû
Qîmeta selekan wereq bû
Dayim ew rast heq bû
Pê debirî kilfetê.
Ew bi dest zembîl  bi dest
Dibire bazarê bi qesd
Xwarin nan  dihar  bi dest  
Razî dibû  qismetê.
Her dema  ku selekan tîne
Xatûnek  jor da dibîne
Bi dil û can dihebîne
Dil kete pêla  muhebetê.
Muhebetê keç mubtela kir
Sir li cariya aşkere kir
Lawikê  qelbim  cuda kir
Min ji eşqa, xew netê .
Xatûn  dibe ev xeber tu nîne
Şerm meke were nav nivîne
Min  bi te daye evînê
Da em hilînin  hişmetê.
Xatun dibê ,tu lawê biyan î
 Lew dibêm  da tu bizanî
Min tu ji bo dilê xwe anî
Ta em bikin meslehetê.
Law bi Xatunê  re dibête
Tu  miraziya dil divête
Dayim ji heq  neke vehête.
Xatun  dibêje xeyalan
Were ser doşek û palan
Bêhnke zulf û xalan
Law dibê zilf herîr e
  ……… )
Em bawer dikin ku ev malikên jorîn gelek bi zimanek zelal û sivik ji aliyê helbestvan Ehmedê Batî hatine nivisîn,lewra jî emê bi lez navarokên malikên jêrîn bidin xuyakirin.
Erê Zembîlfiroş xurtekî ciwan e,belengaz e û selekan difroşe ta ku ew jin û zarokên xwe tîmar bike,ew li bajerekî digere û zembîlên xwe difroşe,lê gava ew ji mala  Mîrekî nêzîk dibe,jina Mîr wî di rodankê re dibîne ku ew xortek gelek xweşik e,ew dikane dilên jinan û bûkana jî birevîne,dilê wê ji dûr de dikeve Zembîlfiroş,Jina Mîr  cariyên xwe şandin cem Zembîlfiroş û wan bi wî re gotin:Mîrê me  dixwaze te bibîne,lê Zembîlfiroş ji wan re dibêje:Ez zanim ku Mîr ne li mal e,ezê li ser zembîlan bi kê re bazarê bikim?Lê tevî vê jî,Zembîlfiroş  bi cariyan re diçe mala Mîr,Xatun ji ber wî rabû piya û  ewa bi peyvên şîrîn mîna şêkir  Zembîlfiroş pêşwazî kir û gote
wî:Tu  li  ser sera û herdu çavan hatî, lê ez  ji dil de  mutacê te me,te baş kir ku tu hatî vir,rabe lawikê belengaz destên xwe bavêje zilfên min yên hevrîşmî  û tu rabe di nav  nivîna Mîr de  rûne! Lê  Zembîlfiroşê  belengaz  nikane ji peyvên  jina Mîr bawer bike û bi wê re dibêje:Tu henekan li min meke û min bihêle ku ez  herim  selekên xwe  bifroşim û xwerinê ji zarokên xwe re bikirim,lê jina Mîr gelek bi wêrekî û bi evînî li Zembîlfiroş vedigerîne û dibêje:Ez naxwazim van  peyvên te bibhîsim,tu li vir be,ezê memkên xwe bidim te û ezê kincên baş ji te re bikim diyarî û ezê te ji belengaziyê jî  rizgar bikim,lê tu tenê guh mede  kesên Sofî û oldaran!Ey lawikê  nezan, çima tu şerm dikî,rabe destên xwe bavêje van memkên ku mîna zêran pir ciwan û qeşeng in û  tu bawerke,te dil û canê min şewitandin,eger tu niha vegerî,  ezê ji derdê nedîtina te re bimrim û ewa hîn dibêje:Rojên şahiyê derbaz dibin,tu  rabe  bi min  şah bibe ,herdu memkên min bimêje, sîng û guvdê
 min ji te re meydan e,erê ewa dilxwaşiya mezin e û bila li cîhana din,  gunehên te ji min bixwazin.
Lê dîsan Zembîlfiroş li jina Mîr vedigerîne û dibêje:Erê Xatuna hişmend! Eger tu duşav bî jî,memik û guvdê  te li min heram in û ez gunehkariyê nakim.Helbestvan dîsan dixwaze Zembîlfiroş bi xwendevanên xwe bi ferehî bide naskirin û ew dibêje:Zembîlfiroş mirovekî xurt û rewal (nûgihayî) bû  û jin û zarên wî jî hebûn,lê ew bi xwe jî pir xortek ciwan, belengaz û  jîr bû,ewî selek(zembîl) difrotin û zarokên xwe xwedî dikirin, ew bi qismeta  xwe jî razî bû,lê gava ew selekan li bajêr digerîne ,Xatunek wê dibîne û dilê wê yekser dikeve bejin û rindbûna wî,ewê rasterast jî hezkirina xwe ji cariya xwe  re eşkere kir ku  ewa ji derdê evînê nikane xew bike. Gava ku Zembîlfiroş dere cem Xatunê,ewa bi wî re dibêje:Min ji bo dilê xwe, tu aniye cem xwe ,taku em herdu bi hevdu şah bibin  …. ,û H.W.D
                          xxxxxxxxxxxxx
Di derbarê zimanê helbestvan M.Batî de,lêkolîner Feqîh Husên  dinivîse:Ewî berhemên xwe bi zimanekî pir bedew nivisîne û xuya dibe  ku helbestavan li gelek dibistanan  û li cem pir seydayên  zane  xwendiye û ew li pir deverên Kurdistanê  jî geriyaye.
Erê,em jî di vê baweriyê de ne, ku helbestvan bi zimanekî bedew û hêsan nivisiye,lê ewî jî mîna hemû helbestvanên klasîk gelek peyvên Erebî pêkanîne,em di malikên jorîn de van peyvên jêrîn dibînin:  (huba,sir,husin,cemal mutac,layiq,xeberdin,feqîr,herîr,sûk,aqil) Û.H.W. Lê bi ya me be jî, bikaranîna van peyvên biyanî tucarî ji ciwaniya helbetan kêm nekirine û nirxên wan nizim nekirine.Helbestvan di warî rêzimana Kurdî de li gor şêwazên dema xwe de nivisiye,wek nimûne:Em bi piranî niha geljimara peyva(memik) weha dinivisînin(memkên),herweha jî em li dewsa peyva (bira ),peyva(bila) dinivisînin,herdîsan jî helbestvan dinivîse:Law bi Xatunê re dibête,lê em niha li dewsa (dibête) dibêjin: (dibêje ).Mebesta me ji destnîşankirina peyvên Erebî ne cihê rexnê ye, ewa tenê ji bo agahdariyê ye û  bi taybetî  ji bo ku Kurdên ku bi zimanê Erebî nizanin. Helbestvan di warê  lêçûnê de jî ne belengaz e,em binêrin  ew çi dibêje:
 (…Lawko bese bikî van giliyan
Ezê bidim te memkê qumriyan.
    … )
Bêgûman helbestvan, jina Mîr dike mîna qumriyekê û  ev lêçûna di wêjeya Erebî de jî  heye,em nizanin,gelo helbestvanê me ev lêçûna ji zimanê Erebî biriye,lê ew rastlêhatin e?
       xxxxxxxxxxxxxxx    


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark