Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: SEÎD GABARÎ ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ

 


 Îro, Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, bi dilekî gelekî xemgîn û bi dax, nûçeya hate ragîhandin ko Seîd Gabarî koça dawî kiriye bihîst ....
Bêgumane ko bi koçkirina Seîd Gabarî, gelê me bi giþtî û huner û stiranbêjî û folklora Kurdî bi taybetî bejneke gelekî bilind winda kir, û stêreke geþ ji asmanê Kurdistanê, di warê hunerê de qurijî û hate xwar, û bê guman e jî ko bi mirina Seîd Gabarî û kesên weke wî, ên ko îro pêdiviya gelê Kurd û Kurdistanê gelekî bi wan heye, valahiyeke mezin derdikeve holê.


Seîd Gabarî di sala 1956an de ji dayik bûye, û hîna biçûk bû bînaya çavên xwe winda kir, lê bi rastî gelekî jîr bû, bîrok û bîrmendiya wî gelekî fireh û zengîn û bê hempa bû, loma zû bi zû hînî mûzîkjeniyê by, bi taybetî tembûr, û dest bi stiranbêjiyê kir, dema ko Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nasdike, gelek ji helbestên wan, û yên çend helbestvan din jî, dike stiranin gelekî bi nav û deng, û bi taybetî stirana (ey bilbilêdilþadî) ko li ser zimanê her kesî ye, wî gelek stiran û sirûdên þoreþgêrî û netewî stirane, û bi hezaran stiranên nuh xistine ser mûzîk û stiranên Kurdî, ew pê gelekî zengîn û rengîn kiriye; welat û ntewe perweriya wî bûbû evîn dilê wî, ok ti carî di dilê wî de sar nebûye, revîna agirê wê evînê kêm nebûye ....
Bera serê gelê Kurd hemûyî sax be, serê malbata wî, yê xizm û dostên wî sax be, bi hezaran barên gul û beybûnan li ser gora wî bin, gorbuhiþtî be bavê Bêkes ...
Wê Seîd Gabarî di dilê gelê xwe de zindî bimîne, we dibistana wî  a hunerî her bimîne û pêþ de here, dengê wî, mûzîk û stiranên wî, wê her û her wî di nav me de zindî bihêle  ...
Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye
04.05.2020




Nîþe:

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark