Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rewenbr in yan darik fitn kefgr in ?!

 


Giryan Seyro
 
Heya wek vê gavê hîn li ser danasîna têgeha Rewenbîr nehatiya lihevkirin, ango irovekirina vê têgehê hîn di hewildanan de ye, lê wilo jî hemiyan tekez kiriye ku Rewenbîr ew e, yê ku pêengiya civakê dike, û herweha ew e, yê ku ê û nexweiyên civaka xwe tîne holê û di heman demê de bi berpirsiyarî û bi hurmet çareseriyan jî pêkê dike, lê pirs ew e, gelo di nav Kurdan de ev Rewenbî hene yan na ?


Ji destpêka erê Sûriyê ve gelek tevlîhevî û gêre çêbû, ne tenê di warê siyasî de lê belê di warê civakî û rewenbîrî de jî. Ku êdî herkes dikare bibe hertit, kî bixwaze bibe çi dikare bi hesanî bibe, nemaze gelek kesên ku qao xwe dikine Rewenbîr, ku rewenbîrî kirine sîwan û tevahiya kîn û zikreiya xwe di bin siya wê sîwanê de vala kirine .
Qado êrîn yek ji wan kesan e, ku bi hênceta rexneyan gelek zêdegaviyan li xebatkar û berketiyên doza Kurd dike, gelek peyvên xerab, gotinên ne di rê de, sixêf û xeberan dike, gelek caran bê hurmetiyê jî dike, ew çanda ku wî sipartî xwe tenê birek kesên wek wî hene, helbet ew wan nas dike bê ka kî ne, wê çandê bikar tînin. Ez fêm nakim bi rastî, nizanim kî jê xwestiye ku pozê xwe têxe titekî de û jê nehatiya xwestin. Berya medekê kesekî bi navê Inayet Dîko, ku hevalê Qado êrîn e, gelek derew xistin sukra sikreterê partiya me de birêz Mihyedîn êx Alî, wî bi vê yekê derfet da kesên wek xwe ku xeber û sixêfan bikin birêz êx Alî, hevalê me jî, Selah Elemdarî, Endamê Komîta Siyasî bersiva wî bi gotarekê li ser rûpela xwe ya FB, bi êweyekî xweik û bi peyivine di cih de, da, Qado Jî hat û xwe tevlî kir, û ji ber ku Qado carê hevalê vê partiyê bû û pitre hate bi dûr xistin ji refên partiyê -ez sedemê nizanim- wî jî keysa xwe li vê yekê anî û kîna xwe carek din vala kir-di gotarekê de li ser malpera Welatê Me- ta ku wî hevalên vê partiyê wek mirîd û kole jî bi nav kirin, ez ji Qado dipirsim :

1-Gelo çêdibe mirovekî ku xwe dibîne rewenbîr tevahiya endamên partiyeke Kurdî kole bibîne tenê çimkû ew partî ne li gor mejî û ramanê wî be ?

2-Gelo heger kîna min ya kesan e bi endamekî yan sikreterê partiyekê re hebe, ez wê partiyê tevî xayin bibînim ?

3-Gelo heger ew partî û sikreterê wê hêzên Kurdan YPG û YPJ bi hurmet wek destkeftinek Kurdî dibînin, ez wê partiyê bikim xayin û bibînim mirîd û sixte ji PKK ê re ?

4-Heger Qado PKK bibîne ne Kurd û xayin û dijmina gelê Kurd, di pîvan û baweriyên wî de, dêmek PDK û YNK jî xayin in, ji ber ku têkiliya partiyên din yên Kurdî li Sûriyê bi wan re hene ?

Di dawiyê de, bi dengek bilind û bi singek fereh ez dibêjim, heger Qado dixwaze rexneya partiyê yan sikreterê wê bike, ez û hevalên xwe em ê rexne û têbînên wî deynin ser serê xwe û em ê wan rexneyan di weanên xwe yên fermî de jî belav bikin, û heger belge di destê wî de hene ku em mirîd û kole ne, yan em xayin û dozfiro in bila kerem bike wan pêkê bike, yan jî na, bila kîna xwe nema biweîne û nema bila fitnê û durûtiyan bike, û heger em mirîd bin, em mirîdê miletê xwe ne, heger em kole bin, em koleyê doza xwe ne, heger em bigrîn, em ê li ser Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê bigrîn. Partiyeke ku temenê wê zêdeyî 25 salan be û xwediya ewqas pakrewan û xebatkar û berketî be, wê bi gotarekê ji kesekî ku ev 20 salên wî ne ji welatê xwe reviyayî û li mala xwe ya xwe paldayî neyê pûçkirin û tunekirin, û ez berevaniya birêz êx Alî nakim, Qado wî ba nas dike û ba dizane bê ew û partiya wî kî ne !!!

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark