Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cureyên Folklora Kurdî û destpêka wê

 


Dr.Fihl.Ebdilmecît Şêxo

 (Gelên  ku efsaneyên  xwe tune bin, dê ji serma re bimrin)
Patrîk Dêlator


Folklora Kurdî jî mîna hemû folklorên gelên cîhanê parve pir beşên serekîn dibin:1-Efsane.2-Destan,destan jî bi du cureyan e,(1-Destanên qehremaniyê.).2-Destanên evîndariyê.).3-Çîrok.4-Helbestên goraniyê(stranê).5-Pend û şîret.6-Zûtêderxistin.7-Sema.8-Pêkenok.9-ayênên gelêrî(Cilûberg )Û.H.D.


Efsane ji kevintirîn cûreyên  folklorê ye;lê ewa çawa di nav gel de hatiye afrandin?Di rastiyê de,gava mirovên berê li derdorên xwe,li sûrûştê,li ezmên,li erdê temaşe dikir,ew matmayî diman ,ewan nikanîbûn bi awakî zanistî derdorên xwe şrove bikirina,ji ber ku têgihîştina avakirin û sêstêma ezmên  û erdê  û gelek diyardeyên jiyanê di ser zanîn û hişên wan re bûn,lewra mirov  bi pêjin û nîgaşên xwe ji xwe re efsane dihûnan, ewan  ji her diyardeyekê re  Xwedayek bi nav dikirin û ji her Xwdayekê re jî berger û lavij dikirin.Di vê derbaê de hin zanyarên gewre dibêjin: (Efsane ji hestên zarokan nêzîk in,lewra jî zarok dixwazin guhdarî  van efsanan bikin),ji ber vê jî Karl Markis gotiye:(Efsane di serdema zaroketiya mirovahiyê de hatine afrandin.).Dîsan Adîs Hamîlton  gotiye:(Efsane  pêzanîneke pir zû destpêkiriye;mirovên heyama destpêkê  herdem berxwedane ku bi riyên efsanên xwe,diyardeyên  derdorên xwe şirove bikin û qehremanên wan jî herdem zindiyên bilind din.).Wek hin lêkolînvan jî dinivisînin:Efsane  bi du cureyan hene1-Gava hin milet toşî hin bûyerên yeksane û mîna hev tên .2-Gava diyardeyk xwezayî li pir navçeyan peyda dibe;wek nimûne:Efsana Tofanê li pir cihên cîhanê ji aliyên  pir gelan de hatiye afrandin,lê her miletekî efsana xwe bi rengekî
xweser afrandiye.Lê pêwîst e em li vir jî bi bîr hûnin ku Tofan li ber sînorên çemên Dicle û Feratê  li nik Someriyan  destpêkiriye.
Di rastiyê de û li gor pir çavkaniyên zanistî;kevintirîn cureyên efsanê li nik Sumeriyan hatine zayîn,piraniya wêjeya devkî ya Sumeriyan li ser depan di paşiya hezara sisiyan û despêka hezara dudiyan de berî zayînê  hatibûn nivîsîn,lê lêkolîn li ser kevneşop û cihwarên dêrînî yên Sumeriyan  dereng destpêkiriye,lewra jî piraniyên lêkolînvanên folklorên cîhanê dibêjin:Efsaneyên Yonanistanê cihder û çavkaniyên pşêşin in.Li nik Yonaniyan ji her diyardeyke  jînê  û sûrûştê re Xwedayek hebû,wek nimûne:Xwedaya ciwaniyê,Xwedaya hunerê,Xwedaya baran û  kaniyan û herweha jî mîna van Xwedayan jî li nik miletên din jî têtin dîtin.
Di efsanên  Yonaniyan  carnan hevdijayetî di navberên qehremanên efsanan û Xwedayên yonanî de peyda dibin,wek di tracîdiya Promîsyos tête gotin:Xwedaya herî mezin li Yonanistanê Ziyos pir li Piromîsyos hatibû  xezebê û sincirî bû,ji ber ku ewî perçak ji Royê dizîbû,lewra Ziyos ferman daye Xwedayê hesinkarê Yonanistanê Hêvabisos ku ew Promîsyosê bi çiyayê Qafqasê  ve girêde  û mîxan di dest û lnigên wî de bikute,paşê Ziyos heroj qirkek dişand cem wî taku ew kezebê Promîsyosê bixwe,lê kezeba Promîsyosê êvarê sernûve çêdibû,lê rojekê ji rojan  qehremanekî bi navê Hêrqil ew qirika kuşt ûPromîsyos ji êşê û mirinê rizgar kir.
Lê hin lêkolînvanê Kurd  dibljin :Ya rastir ku  em xwendin û lêkolînên xwe  ji efsanên Sumeriyan de destpêbikn.Di dîroka wêjeya cîhanî de destana Gilgamêş wek berhema Sumeriyan hatiye naskirin,lê dibe ev destana di nav  hin gelên de jî  berê  hatibe gotin û Sumeriyan ewa ji wan biribe,lê  ji ber ku Sumeriyan cara pêşîn nivîs xebitandine û ev destana ji aliyê wan de jî hatiye nivîsîn,lê  hin dîrokzan  jî  di  vê baweriyê de ne ku Sumerî ji çiyayên Kurdistanê ne,anko hin bawerî hene ku dibêjin:Destana Gilgamêşê Kurdî ye,lewra jî em dixwazin li vir li ser destana Gilgamêşê rawestin .  
Dîroka destanê:
Nivîskar Deham Ebdulfetah bi vê wateyê dinivîse:Dîroka destana Gilgamêşê ji pirtûkxana Şahê Asuriyan,Asur Banîbal(668-626)B.Z.hatiye deranîn.Destnivîsa destanê  li ser (12) depên lîmeyî (Heriya biraştî) hatiye neqişkirin.Xwendina destnivîsa destanê ji hêla çepê  ve destpêdike;her rêzek ji destanê malikek helbestî ye.
Destan ji (12) depan e,her depek jî (300) rêz in û kêşa destanê li ser pêlwaza kîtekê hatiye gotin,ewa bi şêwakî helbestî hatiye gotin û bi têpn Mîxî hatiye nivîsîn û bi stran belav bûye.Di pêvajoka dîrokê gelek zêdebûn li ser Gilgamêş hatine kirin,lê li dawiyê;ewê rewaya xwe ya paşîn girtiye.
Lê kê bingeha destanê daniye?
Dîsan D.Ebdulfetah dibêje:Pîrê perestgeha bajarê(Or)ê Snlîkî Onînî destan nivisiye,lê pêwîst e were gotin jî,beriya ku destan were nivisîn, ewa beriya (1000) salî  bi  devkî  di nav  herêmê de dihate gotin .
Gilgamêş di navberên salên (2700-2500) B.Z.Şahinşah bû,piştî  wî  jî, kurê wî nêzîkî (100) salî  qiral bû.Destana Gilgamêş di pir qonaxan re derbaz bûye,qonaxa  dawî  ya ku  destanê rewaya xwe ya sergihayî  (temamî) tê de wergirtiye,di dema Akadiyan bi serpereştiya Sergûn de bû.Ev destana cara pêşîn bi zimanê Akadî û bi tîpên Mîxî  li ser depên lîmeyî hatiye  neqşkirin û ewa Kevintirîn destan e li cîhanê bi rewşeke sazkirî gihêştiye me û Gilgamêş berî destanên Homîrosê Girêkî bi (1500) salî hatiye  gotin.
Di navbera salên(1839 -1853) an de deqa nivîsara destanê ya (Babil-Asûr) ji pirtûkxaneya Şahê Asurî Banîbal hatiye derxistin û ev nivîsara  bi sayên  van her sê lêgerokên arkolojî hatiye derxistin 1-Ostîn Hênrî Lêrd.2-Hirmiz Resam.3-Corc Simî.Lê ji bilî vê jî;hin perçeyên destanê bi zimnên Akadî(Babiliyên Kevin ),Hîtî û Horî jî li hin herêm û navçyên  dervayî sînorên Mêzopotamiya bi destên pisporên  arkolojî ketine.
Pêvajoyên bûyerên destanê
--------------------------------------------   
Gilgamêş Şah û fermandarê bajarê Orokê bû,ew desthilatiyê bê sînor li bajêr dike,dayika Gilgamêş Xwa  Nisûn e,bavê wî  jî Lagal Benda Şahê Orokê ye.Gilgamêş pir setemkarî  li şêniyên Orokê dike,ew keç û kur bi dara zorê û bi kotekî ji bav û diyên wan distîne.
Şêniyên Orokê  giliyên  Gilgamêş  li ber Xwedayê ezmên  Ano dikin ,xelkê  ji Ano  dixwastin  ku ew rikberekî  hêzdar  li hember Gilgamêş peyda  bike,ta ku ew jî  kanibe  şêniyên Orokê  ji zordariya wî rizgar bike.
Encumena Xwedayan  biryarê distîne;ku Xwedaya afrandinê Aroro bi vî karî rabe û dijberekî  ji Gilgamêş  re çêke,Aroro mistek ax  li çolê  belav dike  û Enkîdo  ji mista axê  peyda dibe, ew li çolan mezin dibe,bi lawir  û cinawiran re  digere.
Enkîdo  alîkariya  cinawiran  dike û herdem  wan ji nêçîrvanan rizgar dike,lê nêçîrvanekî  çîroka Enkîdo  ji bavê xwe re dibêje,lê bavê nêçîrvên  ji lawê xwe re got:Tu here cem Gilgamêş  û çîroka xwe û  Enkîdo  ji wî re bêje!Nêçîrvan Gilgamiş  dibîne û çîroka xwe  ji wî re  dibêje.
Gilgamêş keçekê ji perestgehê bi nêçîrvan re dişîne nêçîrê,nêçîrvan û keçê  gihane  nêzîkî  delava  avê  û  ew herdu xwe li ber avê vedişêrin. Enkîdo û hogirên xwe têne ber avê,keçê li pêş wî xwe tazî  dike,çavên Enkîdo  bi keça tazî  dikevin ,ew xwe nêzîkî keçê dike  û wê hembêz dike û ew şeş roj  û heft şevan bi hev re dimînin .
Enkîdo  diweste û sist dibe, ew ji cem jina xwe dere cem cinawiran, lê ew ji ber wî direvin,Enkîdo devser wan dike lê nikane wan bigre,ew bi xemgînî vedigere cem jina xwe,jina wî, wî bi xwe re  dibe cem şivanan,  ewa wî fêrî xwarina nên  û vexwarina meyê dike û  di pişt re, ew bi hev re diçin bajarê Orokê,li wir û li ber dergeha  perestgehê, Enkîdo nahêle ku Gilgamêş  derbazî petrestgehê bibe, ew herdu leheng li wir bi hev digrin
û hev berdidin,li dawiyê Gilgamêş pişta Enkîdo li erdê dixe.Enkîdo  pesnê Gilgamêş  dide û paşê  ev herdu qehreman  dibin dostên hev û ji hev hez dikin.Dostanî û hevaltiya Enkîdo têkariyeke mezin li Gilgamêşê dike,ew dikane bervê wî ji setemkariyê bi dûr xîne  û riya qencî û rindxwaziyê nîşanî wî bike.
Gilgamêş ji Enkîdo  dixwaze ku ew herdu  bi hev re herin  daristana  kajan û zîrevanê wan Xumbaba bikujin,ta ku ew kanibin darên daristanê bibirin  û bi wan  perestgehekê  ji bo Xwedaya xwe  Şemis  ava bikin .
Herdu gihane  daristanê  û dar birîn,lê Xumbaba li wan dipa û paşê wan li dijî hev şer kirin,li vir Gilgamêş tengasiyek dît,lewra ewî alîkarî ji Xwedaya xwe Şemis xwest.Şemis heyşt bayên gur(Bahoz)bi ser Xumbaba de şandin û guhên wî ker kirin,di pişt re herdu qehremanan,Gilgamêş û Enkîdo  serê Xumbaba birîn û bi serketin vegerîn  bajarê Orokê.
Serokê Orokê pêşwaziya wan kir,li wir çavên Eştarê li bejin û qalafê  Gilgamêşê ketin,ewa ji wî hez dike  û dixwaze ew bi hev re bizewicin,lê Gilgamêş  daxwaza wê napejrîne û bi ser de jî ewî Eştar bi tundî şermezar  û riswa dike.Eştar ditengije û dere ezmên û li wir li cem Xwedaya mezin Ano giliyê Gilgamêşê dike,li vir Eştar ji Ano gayê ezmanî mezin dixwaze,ta ku ewa bi wî gayî Gilgamişê seza bike,lê Eştar dibêje:Eger Ano gayê need min,ezê dergeha cîhana jêrîn vekim û miriyan serbest berdim ta ku ew xwarinên zindiyan bixwin,li dawiyê Eştar ga bir û ew bi hev re derin bajarê Orokê .
Gayê ezmanî gelek mirovan dikuje,Gilgamêş û Enkîdo jî wî dikujin,lê carek din Eştar dere ezmên û giliyên xwe li cem Xwedayan li herdu qehremanan  dike,lê encumena Xwedayan biryarê distîne ku  divê yek ji wan bimre,pişka mirinê li Enkîdo dikeve û ewa dimre,Gilgamêş dike  qêrîn  û dibêje:Gelên Pîrên Orokê !Guhdarî min bikin,ji min bihizirin ,ez li ser dosta xwe Enkîdo digrîm,ew Balteya kêleka min bû,ew kevanê destê min bû,kêrê ber pişta min bû,mertalê  li pêşiya min bû,cilên cejna min bû,şahiya min bû,lê dijminekî çepel ew ji min dizî.
Gilgamêş piştî şeş,heft rojan Enkîdo binax kir,li ber çavên Gilgamêş jiyan reş bû,mirina Enkîdo  li ber çavên wî diçû û dihat û ewî  digot:Xem di dilê min de bi cih bûne.Di bin sîbera vê rewşa derûnî de Gilgamêş bi çolan  dikeve û  li dermanê mirinê digere,ew ji Orokê derket ta ku ew Ote-Nipiştîmê bibîne û ji wî pirs bike ku dermanê jiyana bê mirin  çî  ye?Ew çû û di rêkê de şêr dikuştin û postên wan li xwe dikirin,cinawir girtin û goştên wan dixwarin.Ew gihaye çiyayê Maşo Gilgamêş çîroka xwe ji Mîrê  
Dûpişkan re got û pirsa Ote –Nipîştîmê ji wî kir, paşê ewî rêveçûna xwe berdewam kir,ew bi rê ve pêrgî baxçeyekê hat ,darûberê wê ji kevirên giranbuha û rengîn bûn û ew li ber perava deryayê rastî meyxana Xwedayan hat,Gilgamêş dîsan pirsgirêka xwe bi Sîdorî re got û ji wî xwest ku ew wî bighîne cihê Ote-Nipiştîmê nemir,lê Sîdorê şîret li Gilgamêş kir ku ew  dîsan vegere welatê xwe û jiyana xwe li wir bi xweşî  derbaz bike,lê Sîdorî ew şand cem Otê-Nipîştîmê,gemîvan û Gilgamêş avên mirinê derbaz kirin,lê Ote –Nipîştîmê jî ew ji dûr ve dîtin û gava Gilgamêş gihaye  cem Ote-Nipîştîmê ,yekser ji wî xwest  ku ew dermanê jiyana bê mirin jê re bibîne.Lê Ote Nipîştîm ji wî re got:Jiyana bê mirin  taybetmendiyên  Xwedayan in ,lê Gilgamêş dîsan  bi wî re got:Tu jî mirov î,lê çawa tu jî di rêza Xwedayan de  yî û tu namrî ?Di pişt re Ote-Nipiştim  ezmûnek bi Gilgamêş kir û ji wî re got: Dive tu şeş rojan û heft şevan bê xew bimînî,lê Gilgamêş piştî demekê di xew ve çû û ew şeş rojan  di xewê de maye ,Ote-Nipiştîm  wî ji xewê şiyar dike û ji wî re dibêje:Xew mirina biçûk e,te dît çawa tu nikanî !Lê min jî mirov û jiyan ji tofanê rizgar kirine,lewra Xwedayan ez bi jiyana bê mirin xelat kirim,lê ewî dîsan bi Gilgamêş re got:Pincarê ku xortaniyê li pîran vedigerîne di bin ava Apûsûyî de ye,pîrê ku avê  ji wir vexwe ,xurtanî  dîsan li wî vedigere.
Gilgamêş û gemîvan  çûn  Aspûyê,Gilgamêş kevirekî giran bi lingên xwe ve girê dide û xwe berdide bin avê pincar deranî û sernûve ji avê derket û ew vegerî,lê ser riya vegerê,marekî pincara wî revand,Gilgamêş dagrî û got:Pirsgirêka mirinê dîsan çareser nebû.Piştî van ezmûnan  bîrûbaweriyên  nûh  bi Gilgamêş re çêbûn ,şîretên  Ote-Nipiştim û Sîdorî  bi bîra xwe anîn û bawer kir  ku mirov bi çarenûsa  xwe ve girêdayî ye û  
mirin jî dumahiya her jiyanê ye,lê nemirin tenê bi qenciyan dibe,anko mîna  ku Kurd dibêjin:(Ga dimre  çerm dimîne ,mirov dimre nav dimîne).
Li gor vê baweriya nû Gilgamêş û Orşînabî diçin Orokê,li wir Gilgamêş şaristaniya bajarê xwe şanî Orşînabî dike,ewî dixwast ji wî re bêje:Eger nemirina mirovan bi qenciyan be,va ye  nîşana  nemirinê  û navdariya min  li ber çavan e.
Lê giringî û  bandora vê destanê çi ne?Nivîskar D.Ebdilfetah dinivîse:  
Ev destana pir aliyên jiyanê şirove dike;1-jiyana civakî.2-Desthilatî.3-Setemkarî.4-Şer û cengewarî.5-Evîndarî.7-Hevaltî  8-Olperestî Û.H.D .
Ewê ezmûna mirovantiyê li vê cîhanê di naveroka xwe de civandiye,lewra jî;vê destanê bandora xwe li wêjeyên herêma Mêzopotamiya  û li welatên din kiriye.Herweha jî  Gilgamêş bandora xwe li(Tewratê)jî heye,wek nimûne:1-Di destanê de Aroro Xwedayê   afrandinê mistek  ax  avête çolê û Enkîdo ji wê afrand,lê di (Tewratê)de  jî Xwedayê gewre,Ademê pêşîn ji mistek ax afrand .2-Enkîdo demek dirêj  bi tenê li çolan dijî,lê Adem jî demek dirêj  bi tenha xwe  dijiya  û paşê (Hewa)ji wî hate afrandin.Di destanê de,piştî Gilgamêş pincarê jiyana xortaniyê peyda kir,marek pincarê wî  dixwe.Lê di (Tewratê) de jî ,piştî Adem û Hewa  dikevin buhuştê,dîsan marek  bûye sedema deranîna wan ji buhuştê.4-Çîroka Tofanê di herdu jêderan de mîna hev in,yanê di destanê de navê qehremanê  Tofanê  ote –Nipiştim hatiye,lê di Tewratê de Nûh hatiye.5-Di destanê de gemî li ser çiyayekî rawestiya ye û ew çiya niha bi navê Pîremergûn li Sulêmaniyê hatiye nasîn,lê di Tewratê de gemî li ser çiyayê Ararto(Ararat) rawestiya ye,herdîsan di (Quranê) de gemî li ser Cudî rawestiya ye.
Li dawiyê  pêwîst e em  vê diyardeyê jî bêjin ku  naveroka destana Gilgamêş bandora xwe  li kelepûrên gelên  Mîzopotamya û hawîrdorên  wê jî hebûye,wek nimûne:Pêşkêşkirina qurbanan  di bûyerên  destanê de  diyar in û ta niha jî baweriyên  gelên herêmê  bi qurbanan tên û ew di vê baweriyê de ne ku qurban  bûyerên xerap ji mirov dûr dixîne û ewa hîn
hêviyan jî pêk tîne,kanî em binêrin piştî ku Enkîdo dimre,Gilgamêş çi dike? Ew  ji wî re xêran dike,ta ku ew li cîhana din birçî nemîne û miriyên ku li wan xêr  nebin,ew  li wê dinê birçî dimînin,herweha jî yên ku  xêr lê dibin ,li wê dinê ,pirs ji wan kêm têtin kirin û gunehên wan jî sivik dibin.
xxxxxxxxxxxxx

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark