Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beriya Mrdn Dengbj

 


Konê Re

Were domam, were doman, tuyî serê gazin û loman!
Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek îr tê yek ekir tê
Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eq û dil tê
Dilketina min û vê zalimê, mektûbreê ji nav gawir tê..
  Tevî qedexebûna Zimanê Kurdî ji rex desthilatê ve, tevî asteng û problemên ku di nav civata xelkên Beriyê Mêrdînê de hebû; ji berberiyê, erê êlitiyê, erê netewên cîran û xweparastinê, xelkên beriyê li gor xweristiya beriya xwe, amûrên muzîkê wek def, zirne, kemaçe û tembûrê ji xwe re bijartin û li ber dengê jenên wan kul û xem, kêf û ahiya xwe anine ziman û reqisîne.


  Erê ji mêj ve mûzîk, stran û semayê rola xwe di civaka xelkên Beriya Mêrdînê de listiye û akama wan di derûna xelkên wê de hatiye kolan. Ta pileyekê ku xelkên beriyê nikarin dûrî stran û mûzîkê bijîn! Bi wateyeke din, wek ku mirovê kurd hez xaka welatê xwe Kurdistanê kiriye, wiha jî hez mûzîk û stranê kiriye û di encam de rêzgirtin ji dengbêjan re hatiye girtin. Ewên ku muzîk bi liva destê wan hatiye jenandin û gotin ji gewriya wan hatiye der û herdu bi hev re hatine hunandin. Ji wan muzîkjen, dengbêj an aiqan re hatiye gotin mirtib. Van mirovan hitiye ku miletê kurd li Cizîrê bi ziman û folklorê xwe ve girêdayî bimîne.
  Ji bilî mirtiban, stranbêj û dengbêj jî hebûn, wan jî roleke mezin di civaka xelkên beriya Mêrdînê de listiye û beekî mezin ji peyvên kurdî yên resen ji talan û biaftinê parastine. Di vê derbarê de dikarim navê çend dengbêjan bînim ziman wek: Ûsivkê Çelebî, Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî.. Û wiha tev malbatên ku bi kemaçê yan ribabê û def û zirnê govend û ahî di Cizîrê bi tevayî de digerandin û xwe dikirin, bînim ziman; ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê, ji Efrînê ta bi Kobanê û her wiha gelek dengbêjên din jî li devera Cizîrê hebûn. Hem jî dikarim bibêjim ku rola dengbêjên çiyayê ingalê li ser dengbêjên Cizîrê mezin bû, ji ber ku hingî ingal ta niha jî, wek dibistanekê ye ji fêrbûna saz, awaz û gotinên Kurdî yên resen re. Pitî vî nifî, nifekî din ji dengbêjan hatiye meydanê, ew jî ne kêmî nifê pêîya xwe bû. Vî nifî jî, rolek giring di parastina zimanê Kurdî de lîst wek: Hizniyê Selîm, Rifetê Darî, Evdilo, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed êxo, Adilê Hiznî, Selah Osê û gelekên din.
  Di baweriya min de di wî heyamê ku ziman û strana kurdî qedexe bû, bi rêka wan festîvalên gelêrî yên ahî û okirinê, wan mirtiban, dengbêjan û muzîkjenan karîbûn bi dengê xwe digel kemaçe, tembûr, bilûr, dahol û zirna xwe beekî ba ji pêmayê bav û kalên me ji windabûnê biparêzin, wek vê strana (Were Domam) ku min di destpêkê de daxistiye û bi hezaran stranên weke wê...


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark