Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotinek di 104 Saliya Kumkujiya Armeniyan de roka Prika min

 


Konê Re

  Di rojek mîna (24.04.2019)an de, berî 104 salî, komkujiya Armeniyan destpê kir û di encam de melyon û nîvek Armenî ji jin, mêr, zarok, kal û pîr hatin kutin, sirgûnkirin û dûrî xaka welatê xwe Armenistanê ketin.. Qehremanên vê qirkirinê hikumeta Osmanî û ev hersê efserên tirk bûn: (Taleet, Anwer û Cemal) bûn. Pîrika min, anku diya bavê min (Osena Nersîsyan: Sara Abdo), jî di nav wan de bû û yek ji Armeniyên wê qirkirinê bû.. Xwe tê bîra min; dema ku wê çîroka kutin û qirkirina malbata xwe ji me re digot û dibiland.. Û çawa ku berê wê û mirovên wê digel kerwanekî mezin ji Armeniyan dane Helebê û Dêra Zorê û ji wir, ber bi edadî û Merged ve rêkirin û ajotin… Digot; ew kerwan ji jin, mêr û zarokan pêk dihat û pirraniya wan bi rêkê de mirin..


Navê pîrika min Osena Nersîsyan bû, lê, navê wê yê nû bibû (Sara Abdo). Li ser ola xwe ma û razî nebû biguherîne. Dema ku bi tena xwe dima, di ber xwe de bi tirkî dinihirand, kezeba mirov bi nuhirandina strana wê re diewitî.
 Erê îsal (24.04.2019), tam sed sal 104 sal di ser komkujiya Armeniyan re derbas dibe. Sala 1915an saleke re bû ji bo Armeniyan. Di vê salê de wek ku tê got, milyon û nîvek Armenî ji warên xwe hatin bi dûrxistin û bi darê zorê ji Armenistanê û Anadoliyê hatin derxistin. Bi hezaran hatin kutin, di rê û çolan de mirin. Koka wan li Armenistanê hate birîn..
 Îro, dinya tev dibêje ku komkujiya Armeniyan dewleta Osmaniyan gunehkar û sucdar e. Hezên dewletê, hêzên fermî yên dewleta Osmanî ev plan biriye serî..
 Vêca wek wefadarî ji bo vê bîranîna diltezin û ji bo giyanê wê û giyanê tev Armaniyan, min gotarek di vê derbarê de bi zimanê Erebî belav kir, da ku Armeniyen nizanin bi kurdî bixwînin û serwext bin..
 Silav li giyanê tev ehîdên ku di ber azadî û xweiya welatê xwe de canê xwe ji dest dane.
 Konê Re,24.04.2019

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.5
Bi Tevah Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark