Konê Reþ
Bi helkeftina ku di Nîsana 2019`an de, (121)
sal di ser derçûna rojnameya (KURDISTAN) a dayik re derbas dibe, bi min xweþ e
ku di van çend rojên hatî de, her roj kovarekê an rojnameyekê ji yên ku kur û
neviyên Mîr BEDIRXAN di sirgûnê de weþandine ji we
re raxînim ber çavan.
Rola Bedirxaniyan:
Ez nebawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê
Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: (1802 – 1868), ji dil û can kar, xebat û
bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda
kiribin.
Mîr Bedirxanê ku di sala 1843`an de, di herêma
Botan de mîrniþiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê (Peymana
Pîroz) de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: "Dîn dinê
Xwedê ye, em tev birayên hev in.." Û biyaniyan di pesnê wî de gotin: "Bedirxan
Edalet e û edalet Bedirxan e".
Tevî ku
neferên vê malbatê ji sala 1847`an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan
qet zimanê welatê xwe Kurdistan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn
neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav
gelên cîhanê de bilind bikin.. Û wiha neferên vê malbatê di sirguniyê de, di
bin þert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe dîtin û kêþeya
gelê kurd barê xwe yê yekemîn nasîn.. Bi gotin û kirinê xebitîn; çi di warê
civakî û rewþenbîriyê de û çi di warê siyasî de.. Û tev di sirguniyê de, dûrî
xaka Kurdistanê û Cizîra Botan mirin û her daxwaza wan pêþxistina gelê kurd û
bilindkirina navê Kurdistanê bû..
Wan
Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname
weþandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatin avakirin. Yek ji wan
rojnameya STÊR e:
Rojnameya Stêr: Rojnameyeke
xurû bi Kurdiya latînî bû, wek zêdeya Roja Nû bû; cihê weþandinê li
Beyrûtê bû; 3`ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belavkirin. Hejmara pêþî
(1) di meha çileyê berê de 1943`an, hejmara 2`an di meha sibata 1944`an de,
hejmara 3`an û dawî di 22`ê çêriya berê de sala 1945`an, anku her salekê
hejmarek hatîye çap û belavkirin; dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya
(Roja Nû) bû. Xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bû.
Konê Reþ, Qamiþlo
|