Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: EZ ( JÎ ) KURD IM !! .. LÊ TENDURISTIYA APO NE YA MIN E ( JÎ ) !!

 


   Mervanê keleþ
 Mervan111@hotmail.com
Di jiyana milletan de pir caran WÊREKÎ û ‏‏dengê zelal û bêtirs û bi bilindî ji zanyariyê jî
Bêwîstir û bi sûdtire !!
EV demeke ku layingirên PKK ê bi duriþmeke DIRINDE û SEQET dîsa dest bi çalakiyekê kirine ew jî ev e : ” tenduristiya APO tenduristiya gelê Kurd e ”  !!


MA gelo dema tenduristiya gelekî bi tenduristiya kesekî ve girêdayî be !! Ma ew nayê wateya
ku mirina wî kesî jî mirina wî gelî ye ? Îcar ev duriþme çiqasî barûte ye ? Û xeþîmiya kesên li piþt wê diyar dike ! Yan jî dîmoxaciya wan ku dixawzin pê millet bixapînin û girêdayî xwe û nezaniyê bi çi buhayî be bihêlin berz dike ?
DEMA hebûna milletekî bi hebûna kesekî ve girêdayî be ma wê gavê ew gel ne beramberî
qirkirineke xwezayî ye ? Û têkçûna wî nêzîk û li serê sikakê ye !? Îcar ev duriþme dîsa çendî mîrat û bêbext e ?!
LI gorî dîroknasan milletê Kurd ev bêhtirî 3000-4000 hezar sal in ku hebûna xwe dûmandiye ! Îcar di nav wan salan de çendîn kesatiyên Kurd yên zana û qehreman hem xwezayî û hem bi kuþtinê jiyana xwe winda kirine ? Lê dîsa jî vî milletê gewr e temenê xwe bêþve biriye û gihandiye vê serdemê .
Îcar ev çi hewar hewara vala ye ku li dar xistne ?
JI dîroka nêzîk , ma APO ji MALBATA BEDIRXANIYAN , Þêx Mehmûdê Hefîd , þêx Seîd , Simko , Qazî û Barzanî ku tev îroj ne li nav me ne , ma ew ji tevan  berztire dema em li herkeskî li gorî dema wî lê binerin ? Çima tenduristiy û mayina gelê Kurd bi koç kirina wan nemiran ji nav me têk neçû ?!
ÊDÎ þerm e dev ji vî gelê perîþan berdin û bese pêþeroja wî li ber wî rewrewkî bikin û wî mijûlî kêþeyên bê wate û kesperestiyê bikin !!
DI çerxa îroyin de millet hebûna kes diparêze ne kesatiya kes millet li pê dihêle . Helbet kesatiyên ramyar bawndora xwe li dîrokê dikin, bêhtir di dema berê de . Lê îroj dem dema pisporî û MÛESSESATA ye , yanî dem nema dema efsanwarî û sûppirmana ye !
KURD her hebûn û her wê bimînin û ew hebûn ne girêdayî îdyolojiyên þimûlî ( tevayî ) ye ! Sofîtî û parastina kesheziyê û tekkesiyê binpê bû ye û ji xwe berê jî xwehezan bi îdyolojiyên tevayî jiyana milletan serûbinî hev kirine û mînakên nêzîk : Stalîn , Hîtler , Mao , Franko , çawçîsko, Markos , Polpot, Esed û Seddam li ber çavan in !!!

---

Ingilistan

11/ 05 / 2007.

Têbînî :

1-Mirovên girtî  kî bin yan ji ber çi sedmê girtî bin gereke mafên wan yê mirovane binpê nebin û danûstendin li gel wan pêwiste di çarçeva peymana mafê mirova de be !


2- Berî demekê nameyke elktronî ( E-Mail) bi zimanê Erebî ji min re hat ku tê de gef li min hatibûn xwarin ku gereke ez êdî li hember PKK ê û serokê wê bêdeng bim û devê xwe bigirim, yana ew ê bi ” ÞÊWEYIN DIN ” nêzîkî min bibin û li jêra wê (LÎNKA )

Malpera Hêza Parastina Gel heye ! Min ew li ser sêlikekê parastiye û kopiyek jê radestî polîsê Ingilîzî kiriye !  Bila  TEVGER Û REWÞENBÎRÊN Kurd jî haya wan   bi taybet lê Rojava ji wê gefxwarinê hebe!! Û ev gotara min jî  bersiva wê gefê ye !!
Bala xwe bidê nê ew li gel Tirkên FA‏‏ÞÎST di agir bestê de ne lê gefan ji nivîskarekî Kurd re diþînin !!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark