Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evna Rojn Kevin (53); Bav Min!*

 


 Konê Re

  Her ku rûpelekî dinivîsim, gotinên bavê min têne bîra min.. Her ku li çîrokên kalemêrekî guhdarî dikim, cardî gotinên bavê min têne bîra min.. Çendî hewil didim ku xwe ji bavê xwe rizgar bikim, bi min re dernakeve..! Ew bavê ku têra xwe dinya dîtibû; ba problem û serpêhatî hatibûn serê wî.. Wî îret li me dikir û digot; kurên min! Qenc bin, titek ji xerabiyê nayê ji xerabiyê pê ve; "Qeckiro bi xwe kiro û xerabkiro bi xwe kiro" û digot; yê ji mala xwe re ne qenc be, nikare qenciyê bigihîne mala cîranê xwe.. û nav di me de dida ku em qenc bin û di xwendina xwe de xurt bin..


 Her ku ji gund diçû Qamilokê an cihekî din û vedigeriya malê, çîroka çûna xwe bi hûrikî ji pîrka min Nûra Keye re digot û xwêdan pê diket.. (Bavê min ji wan kesên ku ta di zivistanî de jî xwêdan dida!). Pitî ku Nûrê çû rehmetê, çîroka çûna xwe ji diya min re digot.. Min jî, di wê zaroktiyê de, bi tev hestê xwe lê gudarî dikir.. Di bin bandora gotin û îretên wî de mezin bûm û ji wê hingê ve wêneyê wî li ber çavên min e û gotinên wî di qula guhên wî de bi zingezing in.. Niha, car caran diya min ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî kêfa wî bi encamê keda û westandina wî re bihata..
*     *    *
  Bavê min, nexwende bû. Vê paiyê fêrî hin axaftina bi zimanê erebî û xwendina Quranê bibû.. Quran li gor zanîbûna xwe dixwend û hin caran dengê xwe bi xwendinê re bilind dikir.. Gelekî hez xwendinê dikir û zor li me dikir ku em bixwînin.. Ew sofiyekî Barzanî bû.. Di destpêka salên 1960`î, heyamê orea Barzaniyê nemir de, radyoyek wî hebû, her esir gundî dihatin mala me, li Dengê Kurdistana Iraqê guhdarî dikirin.. Piraniya gundiyan hez Mela Mustafa Barzanî û pêmergeyên wî dikirin.. Di mala me de kesî hez Lenîn, Stalîn, Cemal Abdulnasir û Xalid Begda nedikir.. Xwe tê bîra min, wê hingê hin xortên malê û gund divîbûn bibin pêmerge û digotin: "Ji bedêla ku em lekeriya rêjîma Sûriyê bikin û di eniyên erê Cihûyan an di qaçaxiya li ser vî sînorê Serxet û Binxetê de bi gule û mayînên Tirko bêne kutin, na, bela em di ber Mela Mustafa Barzanî de bêne kutin, çêtir e.. Ma Abdulselam Arif çi dozê li Mela Mustafa dike.. Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan misilmantir e.. Dixwaze di welatê xwe de, bi xelkên xwe re bi selametî bijî.. Ma çi dozê lê dikin..?!".
*     *    *
  Bavê min mamostayê min yê jiyanê bû. Yekemîn kes bû ku di warê nivîsandinê de, ez dehif dame.. Di sala 1974`an de, ji bo nameyekê ku min ji birayê xwe re andibû û têde behsa zilma û zora rêjîmê li ser binxetiyan kiribû; bê çawa rêjîmê xelkên ereb ji parêzgehên dûr anîne nav xaka kurdên Cizîrê.. Seba vê nameyê emniyetê êrîî mala me kir; pirtûkxaneya min sexte kirin, bav û birayê min yê parêzer girtin û birin Qamilokê, ji bo bersivdanê.. Pitî wê nameyê bi pêlekê, bavê min ji min re got: "Lawo! Helbet nameya te bi nirx û dijwar bû.. binivîse, texsîr meke, lê hayê te ji te hebe, rêjîm bê ewle ye..". Ev gotina wî bû wek guharekî di guhê min de.
* Bavê min (Hecî Osmanê Evdo); wek piraniya xelkên Beriya Mêrdînê bi cil û bergên erebî bû, lê dibêjin ku bapêrên me, bi cil û bergên Kurmancî bûn; bi al û apik û kum û koloz bûn. Ew di roja 24/12/1985`an de li gundê me Doda koçka dawî kir. Ez û bavê xwe di orta wêne de ne/1980.
Qamilo 07.03.2019

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark