Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Diya min.. Sala pêncaye ku diya min çoye dilovaniya xwed

 


M.Qasim (Kurê Cezîre)

1i roja yekem (çarşemê) ji meha gulanê sala 2002ê bû dema çome gundê Girkeftar( Hisiçe) ji bo  çil rojîya Seydayê Tîrêj xwedî bikin.
 mihrecanê destpêkir ne bi gelekî.. , şefîq devê xwe kire ber guhê min de u got :((jinama min Hacî Helîm çû dilovaniya xwedê…!)).


 cavê min tijî histir bûn, kelê limin da, bû fişk fîşka min,  girîyekî  hûr u kûr bi dengekî xeniqî xwe ji hinavê min berdida….!
Min nedigot-tucarî- ezê bigirîm, çi demmî…belê hê min mirina dê.. ne dîtibû, min zanî ku girî , ne herdemî bi destê mirove ..çi berdan çi rawestan..!
Min zanî ku dema dê bi mire , girî li mêraniya mirov na rwestê..!
Dê..him.. dê..
Ew mirova ku di zikê wêde, neh meh qedandiye.. ji rihê wê, rih wergitiye..!  ji xwîna wê, xwîn di dimarade hrikiye..!
 ji nefesa wê, nefes di giyanê min de jiniye..!
 bi kurtî, hatime ser ruwê dinyayê, di riya giyanê wêre..!
Nayê bîra min, dema li ser singa wê pal dida., ji çiçikê wê şîr di vexwar..!
  şîrê ku li ser ruwê dinyayê bi jîn dikirim, u jîna min berdewam dikir..! 
  pê mezin dibûm, roj biroj heta bûme zilam..!
Tê bîra min ku çawa şiyar dima, dema nexwş diketim..
 bi dilekî bikul u êş.. paçikê şil didanî ser eniya min, heta germ dibû, di guvaşt jibo paçikekî hîniktir cardî deynê ser eniya min, da germiyê jê bi kujê..!
 
 giyanê min sivik bibê  ji janê..!!
Tê bîra min, dema zarokek bi çûk bûm, çawa rihê wê, bi her halê min re, di jenî: razayî..! şiyar..! li malê..! li çolê..!  li leyîstikê..! li nexwşiyê..!
Jîna min, jîna wê bû, xeşiya min, xweşiya wêbû..! nexweşiya min, nexweşiya wê bû..!
Ne xerîbe..! ew diyamin bû..!
Ew jêdera jiyana min bû..!
Bi hezaran rehmet  li giyanê wêbin, biherkin..!
Bi hezaran hêvîyê ku xwedê bi bihuşta xwe şa bikê..!
Silav li giyanê wê, dema sax,  silav li giyanê wê dema çû dilovaniya xwedê..!
Silav li giyanê wê, dema vegerê jînê, roja heşrê ..bi sivikê ji hisabê bibûrê, ber bi bihuşta xwedê ve- amîn

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark