Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Malpereke nû a Kurdî û bi navê -www.dergush.com- dest bi weşana xwe kir

 


Bi xêr hatî  “Dergû?”


 
Li dehan malperên kurdî û yên bi kurdan re têkildar yek zêde bû. Bi navê dergûş ji vir û şûnde dê derbarê jiyana rojane û rojeva kurdan, çand û hûnera kurdan û dîrok û şaristaniya kurdan de malpereke din li  mal û dilên me bibe mêvan.


Merhaba!

Bi dilgermî û dilhejîn, bi zarekî şêrîn û bi eşq û evîna destpêkek nû ji dergûşê merhaba! Bi hestên ji hesretan meyandî, bi ramanek ji tîrêjên rojê pingandî û bi dilxweşiyek ji tava heyvê hûnandî merhaba! Bi hestyariyek ku ji dil difûre em dibêjin merhaba gelî xwendevan û ziyaretvanên dergûş! Merhaba Laliş, merhaba şengal, Bagok, Munzur, Serxet, Binxet û merhaba welat û welatiyên agir û rojê!

 
Belê, bi rûpelekî nû, bi gavek nû, bi fikir û ramanek nûjen, bi angaştek mezin û bi destpêkek biçûk, ku mezinbûn hedefê wê ye, bi malpera dergûş em bi we re ne. Wek tê zanîn gelek malperên ku ji bo civaka kurdên êzdî weşanê dikin hene. Lê, li gor boçûna me malperên heyî di gelek waran de bersiva civakê nadin. Bi taybet di warê ragihandin û nûçevaniyê de valahiyek he ye. Me xwest malperekê çêkin, ku hindikî jî be valahiyên heyî dagre û bersiva gelek xwestekên civaka me bide. Pêlên vî fikrî em anîn ber dergûşê sekinandin.
Bi vê nivîsarê em dixwazin bi kurtayî dergûşê bidin naskirin, hedef, armanc, prensîb, reng û rûdên û hêvî û daxwazên wê vebêjin.
 
Çima dergûşş
 
Em bawerin ev pirs dê ji aliyên gelek kesan ve bê kirin. Bersiva vê pirsê bi gotinekê nayê dayîn. Mirov dikare ji gelek layan ve şîrove bike, binirxîne. Gava me ev nav ji bo malpera xwe hilbijart, em ne tenê di wateya amûra, ku zarok tê de tên hejandin û razandin de, fikirîn. Ev jî di nav de, wateya dergûş a çandî û dîrokî ji me re bû rênîşandêr.
Dergûş gotinek bi orjînalîteya xwe kurdî ye û gotinek kevnar e. Girêdanek vê gotinê dîrek bi ola ezdayetiyê re(di wateya olî de) tune ye, lê di çanda gelêrî de bêjeyek bi rûmet û pîroz e. Bêhtir pakiyê, paqijiyê, safbûnê û bêgunehbûnê sembolîze dike. Lewra di wateya zarokê de jî tê bikaranîn. Gelek ji me dizanin bê wateya “ez ketim bextê dergûşa te” çi ye. Mirovê bigota “ez ketim bextê dergûşa te”, cezayê wî hebûya dihat efûkirin an jî daxwaza wî bi cih dihat. Di malan de jî, zaroka, ku bixwesta ji lêdana dayîk an jî bav xwe biparezê, xwe diavêt pişta dergûşê. Gava zarok kete pîşta dergûşê, dê an jî bav, çiqasî hêrsbûyî bûna jî, destê xwe di ber xwe re berdidan û digotin zarokê “ ber tu xatirê dergûşê bê” an jî “de baş e, heta tu ji wir derkeve”. Ango heta zarok di pişta dergûşê de bûya tepûsk lê nediket. Ji ber dergûş pîroz dihat/tê dîtin û guneh bû/e, ku bextê dergûşê bê xerakirin.
Wek amûra zarokê jî gava mirov bifikire dîsa peywîreke wê a pîroz derdikeve pêşiya me; hêlîna zarokê ye, zarok tê de mezin dibe, jiyan ji wir dest pê dike.
Sedema din, ku me ev nav ji malpera xwe re hilbijart, wateya wê a dîrokî ye. Mezra Botan ango Mezopotamya hêlîn û warê şaristaniyê ye. Gelek amûr, alet û navgînên ji mirovahiyê re hewce, ji wir derketine û li aliyên din yên cîhanê belav bûne. Gelek tiştên ji medeniyetê re wek pêpelûk ji Mezopotamya derketine. Mezopotamya ji gelek geşedanên dîrokî re malovanî kiriye. Wek kerîkirina hespan, wek cotkarî û çandinî, wek zagona yekem, wek jiyana bicihbûyî …ûhw. Ji ber van sedema jî ev herêma di navbera herdo keziyên Kurdistanê de wek Dergûşa şaristaniyê an jî Dergûşa Mirovahiyê tê binavkirin. Ev têgîna “Dergûşa şaristaniyê” di wateya cihê, ku zanist, huner, çand û geşedanên wekî din lê çêbûbin, tê ravekirin. Ango wek hêlîna pêşketinên mirovahiyê dikare were şîrovekirin.
Bi kurtasî, dergûş pîroz e, dergûş pak û paqij e, dergûş cihê zanist, huner, wêje û çandê ye û cihê, ku fikir û raman lê mezin bibin, xwe tê de bighînin û bistewihin e. Lewma jî me navê dergûş ji malpera xwe re hilbijart. Em bawerin biryara me rast û durist e.
 
Karê dergûşê çi yeş
 
Karê dergûşê yê bingehîn ragihandin e. Ragihandina çiş Ragihandina qewmîn û bûyerên li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê, li cîhanê û bi taybetî yên di nav civaka kurdên ezdayî de. Ji bilî nûçeyan, li gor pêdiviyên civakê, beşên ziman û perwerde, tenduristî, dîrok (bi taybet dîroka ola ezdayetiyê) …ûhw jî wê di xizmeta we de bin. Yanî karê me wê ne tenê ragihandin be, pê re lêkolîn, lêgerîn, ronîkirin û hişyarkirin  jî wê di nav karê me de bin. Belkî di destpêkê de binê hemû sernivîsa(lînka) neyê dagirtin lê bi demê re emê hewl bidin, ku xizmetek bêqusûr pêşkêş bikin. Hedefa dergûşê ev e, ku bibe awêneya/eyneya hemû êzdiyên li her anîşkê cîhanê û bi xizmeta xwe hemû êzdiyan hilmêz bike.
 
Prensîbên dergûşê çi neş
 
Prensîba dergûşê a yekem wê her sê gotinên Zerdeşt yên navdar bin: ”hizrê baş, gotina baş û karê baş”. Kar û barê bê meşandin wê di parzûnê va her sê gotinan re derbas bibe. Karek, boçûnek, çalakiyek an jî peyvek, ku vî parzûnî derbas neke wê nekeve nav hevokên malperê. Ya dudoyan em ê ne bêalî bin. Em ê bialî bin û aliyê rastiyê bin. Aliyê rastiya civakî, olî, netewî û mirovî bin. Em ê aliyê berjewendiyê olî û netewî bin. Em ê aliyê gel û civaka xwe bin, parazvanên berjewendiyên civaka xwe bin. Em ê şopgirên cangoriyên 72 fermana û nahtorê nirxên wan bin.
Ya sisêyan jî em ê ji demokrasî û nirxên mirovî(wek di ola ezdayetiyê de jî derdikevin pêş) tawîzê nedin. Deriyê me wê ji hemû fikir û ramanên demokrat, pêşverû, mirovhez û aştîxwaz re vekirî be. Lê heta ji me bê, em deriyê xwe ji polemîkan re, ji qerqeşûn û gelegovkan re venakin.
 
Dergûş wê bi çi zimanî beş
 
Zimanê dergûşê kurdî ye. Ji bilî kurdî wê tu ziman(ji bo weşana bingehîn) neyên bikaranîn. Wek prensîb û xwedîlêderketina zimanê kurdî, em ê zimanên dagirkerên Kurdistanê bikarneynin. Bi taybet em ê xwe ji tirkî vedin. Hin nivîsên bi tirkî ji me re bên jî, em ê wergerînin kurdî û biweşînin. Ji vir, bila wateya ku em dijminatiya zimanan dikin neyê derxistin. Ev helwesta me ne dijberiya zimanên dervî me ye, xwedîkirin û parastina zimanê kurdî ye.
Ji ber beşek mezin ji kurdên êzdî li Almanya dijîn û ciwanên me li dibistanên almanan perwerde dibin, car caran hin dokumentên pêwîst(yên li ser ol û civaka ezdayiyan) û nivîsarên kesên alman(wek lêkolîner an jî nûser) wê bi almanî di bin lînka ”deutsch” de bên weşandin. Heke pêwîst bê dîtin hin nivîsên ji yên almanî wê bên wergerandin û bi kurdî bên weşandin.
 
Nivîskarên dergûşê

Giraniya nûserên me wê kurd bin(ol çi dibe bila bibe). Lê ji xeynî nûserên kurd kesên ji netewê din jî wê karibin li ser bingehek demokratîk di malpera me de cih bigrin(bi taybet lekolîner û zanyarên li ser ola ezdayetiyê). Rexne û xwerexnegirî wê ji me re girîng bin. Bes di bin navê rexnekirinê de em ê re nedin tu kesî, ku haqaretê li nirxên olî û netewî bikin an jî êrîşî dijberê xwe bikin. Em malpera xwe nakin qada şer û êrîşan. Ji bo tevahiya xwendevanan jî wê platformek me hebe, ku fikir û boçûnên xwe tê de bînin ziman û xwe tê de îfade bikin. Bi rêya navnîşana maila me win dê nivîs û dîtinên xwe ji me re bişînin û em ê di platforma azad de bi cih bikin û biweşînin.
 
Çavkaniya dergûşê

Çavkaniya dergûşê a herî mezin gelê me ye. Ango win xwendevan û ziyaretvanên me ne. Dergûş wê bi saya we mezin bibe û pêş keve. Bi rexne, nêrîn û pêşniyazên xwe win ê dergûşê bixemilînin û gewretir bikin. Lewma jî win ê hem xwendevan û hem xebatkar, nûçegihan û nûnerê me bin. Bûyer, qewmîn û çalakiyên devera win lê, win ê ji me re ragihînin, emê li ser navê we di cihê destdayî yê malperê de biweşînin. Bi vî awayî keda we jî mişeya naçe û dergûş jî wê dewlemendtir bibe. Ji bilî vê jî, win dikarin behreyên xwe yên hunerî jî di malperê de pêşkêş bikin. Wek helbest, çîrok, metelok, çîvanok û karîkatûran win dikarin ji me re rêbikin û em ê biweşînin. Win çi ji me re bişînin divê kurtejiyana we jî di ser de be. şertê me ev e; ziman divê kurdî be.

Redaksiyona dergush.com

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark