Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evna Rojn Kevin: rok qalqultn Od

 


Konê Re

  Malbata me çîrokhez bû, nabêjim çîrokbêj bû. Gelek kalemêrên me hebûn ba zanîbûn çîrokan bibêjin. Her ku mêvanek dihat mala me, zilamên malbatê û gundî li odê kom dibûn û evbuhêrkê destpê dikir. Doza çîrokan li mêvan dikirin, jê re digotin; çîrokên gundê xwe, herêma xwe yên ku me nebihîstine ji me re bêje û evbuhêrkê destpê dikir..?


  Bi guhdarîkirina çîrokan re zilaman çixare ji qutiyên xwe dipêçan û qutiyên xwe ji hev re davêtin.. Hundirê odê tije dûyê çixareyan dibû.. Min jî, xizmeta wan dikir, li ber destê wan diçûm û dihatim; av û çayê li wan digerand û bi wan re li çîrokan û orên wan guhdarî dikir..
  Li gor ku tê bîra min wek van çîrokan dihatin gotin: Memê Alan, Rustemê Zal, Xanê Çengzêrîn, çîrokên Mîrê Bota, Guriyê Qedê (Siyamed û Xecê), Silêmanê Sindî, çîrokên Kose û Berkose, çîrokên Pîra Sihirdar, çîroka Zeynebat sed û yek bi serî de hat wek ku nehat, çîroka Çoder, çîrokên êr, Gur û Rov.. û gelek caran jî stran di nav re dihatin gotin..
  Destpêka civatê xeberdan ji a û bajar bû; bi qalûqultên gundiyan destpê dikir; filan çûye Amûdê.. Bêvan cotê xwe xelas kir.. Mêvanê Hemo ji Serxetê hatine.. Mainek bi sewalên Rigo de teqya ye.. Wê Mano keça erîfo ji kurê xwe re bixwaze.. û çîroka erên Bûbilana û Temika li ser gundê Nicim û Xerabkortê çardegîsin dikirin..! Qala berberiya Omeriya û Bûbilana, Mehmûdkiyan û Etmankiyan dikirin.. Mêraniya Elîkê Bettê û emûnê Hina Heydo ji hev re digotin.. Behsa ewata bajarê Amûdê û reva Seîd Axa Deqorî ji ber balafirên Fransîzan dikirin.. Qala misilmantiya eîra Bûbilana ya ku li ser destê êxê Darê misilman bûye ji hev re digotin û di nav re qerf û henek li hev dikirin wek vê qefê: Ji yekî ji eîra Bûbilana pirsîn: Hûn Êzidî ne an Misilman in? Li wan vegerand: Bi Pîr Kemal, kalkê min Êzidî bû, êxê Darê dibêje hûn misilman in?
  Du-sê pismamên bavê min hebûn Birko, ikrî û Silo ba zanîbûn çîrokan bêjin, tim li odê bûn. Dema ku ode ji mêvanan vala ba, min doza çîrokan li wan dikir.. Ku ne bidilê wan ba, ji min re digotin her ku em gotinekê an hevokekê bêjin divê tu bêjî ê. Û wiha, bi her gotinek wan re min digot ê.. ê.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark