Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serxwebūna Kurdistanź

 


Merwan berekat
 
Wekî ku çawa ji mafê her miletekî ye azad û xwedî dewlet be, herweha û li gor zagonên navdewletî mafekî rewa ye, ku gelê Kurd jî xwedî dewlet û Kurdistaneke serbixwe be. Di dîroka xwe ya nûjen de Kurdan bi dehan serhildan û žorež ji bo azadiya gel û welatê xwe rakirin û bi sedhezaran jî qurbanî û pakrewan dan. Lê mixabin hertim hêzên navdewletî yên ku serperežtiya hevpeyman û lihevkirinên li herêma Rojhilata Navîn dikirin, rola wan di perçebûna Kurdistanê û ne azadikirina gelê Kurd de hebû. Bêguman serûberê siyasetê berjewendî ye û hîngê berjewendiyên wan dewletan dibûn sedema ku Kurd û welatê wan weha bimîne. Lê siyaset guhrbar e û li gor berjewndiyan zû xwe diguhêre.


Pižtî žerê cîhanê yê duyem nexžeyek ji Rojhilata Navîn re hate danîn û dewletine nû hatin binavkirin, lê minxabin ne tenê Kurd ji wê nexžeyê bê par man, lêbelê welatê me Kurdistan jî li wan dewletan parve kirin. Rêjîmên wan dewletan bi hemû kanebûna xwe hewil dan ku gelê Kurd ji kok de rakin û her tižtê wan ê netewî bi wan bidin jibîrkirin. Lê pêlvedana berxwedan û žorežên Kurdan ranewestî û her gelê Kurd li ber xwe da. Ji ber wê jî dewletên mezin ên ku siyaseta navdewletî rêve dibin, têgihîžtin ku tucarî hêminî û aramî di herêma Rojhilata navîn de çênabe, ger gelê Kurd di rewža heyî de bimîne. Ya din baž têgihîžtin ku Kurd miletekî ažtiyane û mirovperwer e, ji wê bêtir ew têgihîžtin ku Kurd dikarin žerê terorê bikin û tucarî mejiyê wan terorê napejirîne. Ev yek ji hin sedema ku dihêle dewletên Ewropî û Emerîka bibin pižtgirên serxwebûna Kurdistanê.
Vêca tižtê seyr ku mirov jê maliq dimîne, serê hin Kurdan ji serxwebûna Kurdistanê dêže û dibêjin dewletbûna Kurdan zirar e. Hin jî dibêjin zû ye û hîn dem wê nehatiye, hin jî serûberê serxwebûna kurdistanê napejirînin…!!! Vêca em jî dipirsin: De ka bibêjin zirarên dewletbûnê çi ne? Eger Kurdistaneke serbixwe ava bibe, her tižtên Kurdan ên ku dijmin û neyaran dizîne û kirine yên xwe dê li me vegerin, emê bažtir li hebûna xwe xwedî derkevin û xwe bažtirîn jî biparêzin. Bêtirî cel milyon Kurd ku em li ser xaka xwe Kurdistanê dijîn û hemû warên jiyan me bûne armanca pilan, pîlan û pirojeyên neyarên me yên žofen û nijadperest. Birastî; mirov tê nagihê ku çawan di sedsalal bîst û yekê de hîn hin ji Kurdan dibêjin serxwebûna Kurdistanê zû ye. Ma gelo ta kengê emê bimînin ta ew dem were?! Dema derfet çêbibe û ji dest were berdan, hîngê požmanî, lome û serîlêxistina dîwaran bê sûde ye.
Di dîroka Kurdan a nûjen de cara yekem e derfeteke weha zêrîn lêhatiye ku Kurd serxwebûna xwe ragihênin. Divê hemû Kurd û li seranserî cîhanê ji ev hêvî û armanca pîroz re bibin pižtgir û li gora kanebûna xwe lê xwedî derkevin. Ya din bila em baž zanibin ku tucarî neyarên Kurdan, nemaze yên ku Kurdistan ji aliyê wan ve hatiye dagîrkirin ku ewê bi serxwebûna Kurdistanê razî bibin. Lê wek xuya ye ku ji aliyê hêzên cîhanî û hin dewletên herêma Rojhilata Navîn ve, biryar an razîbûn heye ku Kurdistaneke serbixwe çêbibe. Belê ji bû rapirsîn û serxwebûna Kurdistanê.
 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark