Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Festîvala kolnê yanjî Mihrecana kurdên Rojava

 


Bavê Zozanê
 
Dem roja înê ye. Katjimêr dor dehî sibehê 25.08.2017: -Alo roj baŝ mamoste, ka sibe ji bo giŝtpirsiyê tu amade yî?

-Roj baŝ hevalê delal, helbet ez amade me.

-Baŝ e ka emê çawa hevdû bibînin.

-Sibe katjimêr 10 ezê li Banhofê li benda te bim.

-Gelekî baŝ e, lê katjimêr 10 ne zû ye?


-Na, ez guman dikim rê ji Essenê ta Kolnê, dor katjimêrek û nîvê heye û eger trêna me deh û nîvê dest bi meŝê bike emê dor saet 12 li wir bin. Ji xwe programa wan katjimêr yek dest pê dike.

-Pir baŝ e helbet ew saeta mayî emê bi dîtina hevalan bibûrînin...Bilêt bi çi ye mamoste?

-Bi Xwedê ez nizanim, lê dibêjin ku her grûpek ji pênc kesan erzanî bo wan heye.

-Baŝe tê zarokan bîne?

-Belê, diya wan nayê lê ezê zarokan bînim.

Xem û xeyalan ez revandim, zarokên min ku li welat mane hatin bala min. Min di dilê xwe de got, xwezî ew jî li ba min bana qene min ew jî bi xwe re biribane mihricanê.. Vê krîza Sûrî ya bêdawî em û zarok ji hev qetandin, pirê malbatan bûne sê çar parçe hin li baŝûr mane, hin li bakur hin li rojava û hin jî gihane Ewropayê...

-Aloo ka tu çûyî ku, dengê te nema tê.

-Bibûre mamoste.. ez hinekî xilmaŝ bûm…

-Tiŝek pêwist e?

-Na ŝevbaŝ sibê li cî emê hev bibînin.

-OKê ŝevbaŝ.

Wek me soz dabû hev roja ŝemiyê 26.08 sibehê me li Banhofê hevdû dît. Milet tevlî alên xwe yên kesk û sor û zer Banhov dixemilandin qefle qefl dihatin. Trên hate dagirtin gelek man rabûkirî jî.

Wek me ji xwe re plan kiribû, demjimêr 12 em gihane Kölnê, qîr û qîmat li wir rabûbû, xortekî ŝengalî di trênê de li Banhofê xwest çend wêneyan ji pencerê ji wê lehiyê re bikŝênê, min jê pirsî qê ti nayê festîvalê got na karê min heye. Ez matmayî mam, ji vê trênê giŝî me xortekî kurdê baŝûr dît ew jî nehat!

Cihê mihricanê ne gelekî dûr bû ji Banhofê dor deh xulekan bû .Di navbêna wan de dêreke ecêb me dît, min pirsî gotin temenê wê dor 700 sal heye. Bi rastî ev dêr ŝaristaniya gelê alman û dîroka wê ya kevin dide xuyakirin. Li dêrê em zîvirîn çend dêmenên qeŝeng û nazik li wan celdên herî paqij me dîtin. Em derbasî gorepanê bûn, cejna Newrozê bi xwe bû, qadeke herî mezin bû, miŝt bû ji milet bi texmîna min pazdeh hezar kes hebû, wisa ta êvarê jî milet ji hev qut nebû bi koma dihat.

Hunermend û komîta amadekirinê li ser dikê diçûn û dihatin, hindik maye ku dest bi programa xwe bikin, bi rastî ew qasî me ew nedidîtin, gênca rê nedida me, wisa ji alên rengîn yên ku ezmanê festîvala serxwebûa Kuristanê xemilandibûn bi giŝtî, ewan jî dîtin ji çavê me dibirîn.

Tiŝtê herî balkêŝ yê ku min dît ew çend alên rengê sipî û ŝîn (ala dewleta Israîl) ku di nava alên Kurdistanê de serî dihildan û dikeniyan, pêŝî ez mam sekinî, cemidîm, hiŝ û ramanên min tevlî hev bûn, ev cara yekem bû ku ala Israîl wilo nêzîk dibînim û di ahengek kurdî de. Wisa jî min li xwe vegerand, ku ereb ji xwe li mihnekê digerin ku çavreŝiya xwe zêdetir bikin li ser kurdan, vêce bi hesanî me werîs û qetek êxiste nêv destê wan. Dîsa min li xwe vegerand korîma wan û bavê wan kirî, ti tilîka xwe di hungiv bidê û têxê devê wan, razî nabin. Piŝtre li xwe hayîbûm mane ala Israîlê hildaye li bêhtirîn dewletên ereban li ser gelek avahiyan yê fermî û yên nefermî.

Katjimêr bû yek programa serxwebûnê dest pê kir, bi saya serê Rudawê me aheng ji dûr ve dît ku Dilbixwîn Dara wek ŝêrekî bi rengekî zindî diguhast ser wê ekrana mezin. Wek teknîk deng ne pir normal bû, wisa jî cih, bi rastî milet pir aciz bû ji wê rabûkirina dirêj, lingê pir kesan werimîn ji westandinê, ez yek ji wan bûm.

Xwezî mehrecan li yarîgeheke vekirî ba wek cihê futbolê qene miletê hêja bi rehetî hinekî ji xwe re rûniŝtibe. Mehrecan bi xweŝî tewabû dor heftê êvarê. Dixwazim bêjim ev miletê hêja û bi vê jimara gelek, ne ji bo kesî hazir bûbû, tenê ji bo eŝqa Kurdistanê.

Spas ji polîsê elman re yên ku rojek dijwar û dirêj bo me bûrand. Dawî dixwazim bêjim ku ev miletê qehreman yê ku Koln û cîhan tevde hejand, bi tevayî miletê Rojava bû.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark