Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ezben! Va careke din meha lon hat!

 


Konê Re
 
  Ezbenî! Tu di bin çavan de yî! Xerab zerevaniya te dikin, hewil didin ku li pê pêlên te yên gur bisekinin..! Gelo keviz dikare bibe beden ji deryayê re? An rewrewk bibe ewir di asoyan de? Ezbenî! Kes nikare bi qûmê koçkan ava bike.. Guh li wan neke, kevjal nikare darên beriwan ji qurim ve bibire.. Tu xemgînî! Ji ber ku derewan dikin? An ji ber ku hewil didin, bi navê te bazirganiyê bikin? Nexeme Ezbenî! Derewçîn, bi derewan rojên xwe derbas dikin, tevî ku rojên wan kinin.. Ji wan werê, werîsê wan dirêj e û dikarin li her derê bigerin bê ku kes wan nas bike.. Bîr nabin ku ew wek rewrewkê ne, çendî mirov nêzîk wan bibe bidûr dikevin û çendî bidûrî wan keve nêzîk dibin.. A çê, ku tu bi wan bikene..


*          *          *
  Ezbenî! Guh li reyandinê neke, ew kes wiha fêr bûne ku, li ber deriyan kewtekewtê bikin û xelkê agahdarî derbasbûna kerwanên mirovahiyê bikin..! Ku te teyrê berate li cihekî dît, xwe zanibe ku teyrê baz di wê deverê re derbas bûye. Gelo te bihîstiye rindekî erê xerabekî kiriye?! Ezbenî! Çendî ewir re, spî û tarî be nikare heyvê veêre, ji ber ku ewir ne bi destê xwe ye, di bin hêza ba de digere..
*          *          *
  Ezbenî! Nexwein, ne azadin, heyranên berjewendiyên xwe ne û armanca te azadî û serbestiye.. Mêzandina bi rex wan ve xisar e, li wan mêze neke, wan di nexweiyên wan de bihêle.. Ew ji azadî û duristiya te didexisin.. Ma kesî erê mirovê nesax û reben kiriye.. Li wan nefitile û ne wan bîne ber çavên xwe.. Ji xwe ew li vê yekê digerin ku xwe bikin hemberî te.. Ezbenî! Cudahiyek mezin di navbera awazên çûkan û qurequra beqan de heye..
*          *          *
  Ezbenî! Di navbera dem û xeme de me xwe winda kiriye; ne kul û derd bi dawî dibin û ne dem bêhinvedanekê dide me û temenê me badilhewa derbas dibe.. Piringên agir jî ji fedya, xwe di nav tiravê de vediêrin û rengê agirê xwe dinixumînin, tevî ku agir sînoran nas nake.. Sal jî, rojên xwe bidar vedike, dezîneya mehên xwe rêz dike û di ser asman re berdide.. Roj bi hewa dikevin û winda dibin û demsalên salê bi dawî dibin.. Va careke din meha îlonê hat û hê jî bajarê me wek berê di qontara çiyayê Bagokê de paldayî ye.. Kolan ew kolan in, feqîrtî û hejarî zêdetir dibe û salê kirasê xwe neguhert.. Xweristê xwe nû nekir.. Hê jî çûk û çivêkên Beriya Mêrdînê bi xemgînî sirûdan dibêjin..
Konê Re, Qamilo, 04.09.2017

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark