Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qedr Can Mrtiya w ji Helbesta Kurd a Njen re

 


Konê Re
 
Îro, (09.08.2017), 45 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xwe e ku ez helbestvaniya wî ji hunandina helebesta kurdî a nûjen re diyar bikim. Di sala 1936an de Qedrî Can helbesta xwe (Reya Taze) nivîsiye. Ev helbest (Reya Taze), helbesta pêiye di dîroka helbesta kurdî a nûjen de. Ev helbest û sala ku têde hatiye nivîsandin 1936 bûye qonaxek di toreya Kurdî de, bûye pirek di navbera helbesta kurdî a kilasîk û nûjen de, anku di navbera kevin û nû de.. Di pey wî re bi dor 10 salan helbestvana ereb Nazik Elmelaîke û Bedir akir Elseyab û hin din ji helbestvanên ereban dest bi hunandina helbesta nûjen kirine...


Di baweriya min de, hêjaye em navê mîrê helbesta kurdî a nûjen di nav kurmancîaxêvan de lê bikin.. Fermo çend perçeyan jê bixwînin: 
Ew perdeya re tarî,
Ko ji evên re diyarî,
Min... 
Ji rûyê xwe kiand..
Li ber çavê xwe çirand..
Û avêt.. 
Avêt pa sed çiyayî..
Nava hezar deryay..
Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh û;
Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kut..
* * *
Ew zingara di mejî,
Ko mejyê min dimijî
Min.. ..
Bi kêrikê xeritand
Û bi agir ewitand
Û paqijkir... 
Paqij kir jê serê xwe
Min avêt ji derê xwe..
* * *
Êdî... ...
Bi dîtina xwe,
Û bi bihîstina xwe..
Bi vîna xwe û bi mejî
Bi rêve-çûna xwe jî
Ez bûm însanekî nû, piresteê olek nû,
Û di bajarê dil de min ava kir holek nû..
Qedrî Can

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark